Li Galîayê şeva piştgiriya bi Rojava re: Kurd bi tenê nînin

Parlamenterên Îngiliz û Skoç beşdarî şeva piştgiriya bi Rojava re bûn ya li Galîayê û gotin, "Kurd bi tenê nînin."

Meclîsa Gelê Kurd a Gallerê li bajarê Newportê ji bo piştgiriya bi Rojava re şevek pêk anî. Tevî bi sedan kesên ji bajarên cuda yên Galîayê parlamenterên Partiya Karker û Partiya Plaîd Cymrû, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk û endamên meclîsa şaredariyê tevlî bûn.

MORDEN: EM BI GELÊ KURD RE NE

Parlamentera Newportê ya Partiya Karker Jessîca Morden li qada çalakiyê axivî û destnîşan kir ku divê êrişên dewleta Tirk ên ji bo paqijiya etnîkî û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bi dawî bibin. Morden got, "Piştgiriya me ya ji bo Kurdan li Galîayê di heman demê de tê wateya piştgiriya me ya ji bo wan li Rojava û Rojhilata Navîn."

Morden destnîşan kir ku dema Partiya Karker bû hikumet wê ne tenê li Galîayê her wiha li Tirkiye û Rojava jî piştgiriya gelê Kurd bikin.

SAYED: PARLAMENTA DESTPÊKÊ YE KU BI FERMÎ PIŞTGIRIYÊ BI GELÊ KURD RE DIKE

Parlamenterê Partiya Plaîd Cymrû yê Parlamenta Neteweyî ya Galîayê Bethan Sayed jî got, "Gelê Galîayê û partiya neteweyî ya Galîayê Plaîd Cymrû demeke dirêje ku gelê Kurd û têkoşîna wan a mafdar dişopînin û piştgiriya wan dikin."

Sayed bi bîr xist ku di dema grevên birçîbûnê yên dijî tecrîdkirina Ocalan de pêşnûme pirsa Plaîd Cymrû li Meclîsa Neteweyî ya Galîayê hate qebûlkirin û Parlamenta Galîayê bû yekemîn parlament ku bi rengekî fermî piştgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd ragihand.

GRÎFFÎTHS: EM DI HILBIJARTINÊ DE LI BENDA PIŞTGIRIYÊ NE

Parlamenterê Partiya Karker John Grîffîths jî destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîneke mafdar, rewa û hêja ye û anî ziman ku wê her tim piştgiriya gelê Kurd bikin. Grîffîths bal kişand ser hilbijartinan û destnîşan kir, ku ji bo bidawîkirina desthilatdariya Partiya Mûxafazakar ew li benda piştgiriya civaka Kurd a li Brîtanyayê ne.

Di çalakiyê de hunermend Sîpan Xelat û Kadîr derketin ser dikê. Her wiha alîkariya madî ya ku di çalakiyê de hate kirin wê ji Rojava re bê şandin.