Li Elmanyayê şopandina komeleyê Kurdan derveyî qanûnê ye

Derket holê ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan ên li Elmanyayê ji sala 1994’an û vir ve bi awayekî derveyî qanûnê dişînin ji îstîxbarat û midûriyeta emniyetê.

Li Elmanyayê li gorî ‘qanûna komeleyan’ a ku di sala 1966’an de hatiye çêkirin, komeleyên kesên li welat biyan in, diçe ber destê Daîreya Îdarî ya Federal a ku navenda wê li Kolnê ye. ‘Li gorî qanûnê’ nav û navnîşana endamên desteya rêveber a komeleyan jî Daîreya Îdareyê ya Federal re tê şandin.

Heta niha agahiyên nêzî 15 hezar komeleyan şandine vê derê. Ev metod tê wateya ku hemû agahiyên li ser koçber û penaberan tên qeydkirin. Ji bo komeleyên ku endamên wan ên Elman zêde ne, ev metod nayê bikaranîn.

Di sala 2020’an de Partiya Çep got ‘Divê dawî li vederkirina koçber û penaberan were dayîn’ û pêşniyazek li Meclîsa Federal kir û xwest ev qanûn were guherandin. Bi dengên CDÛ/CSÛ, SPD, FDP û AfD’ê pêşniyaza Partiya Çep hate redkirin.

BIRYARNAMEYA JI BO KURDAN NE LI BER DESTAN E

Agahiyên li ser komeleyên Kurdan jî ji sala 1994’an û vir ve ji aliyê Daîreya Îdareya Federal ji Rêxistina Parastina Makeqanûnê ya ku saziya îstîxbarata navxweyî ye û ji Midûriyeta Emniyetê re tê şandin. Hate diyarkirin di sê salên dawîn de agahiyên li ser 209 komeleyên Kurdan şandine ji saziyên îstîxbarat û ewlekariyê.

Musteşarê Wezareta Karê Navxweyî Stephan Mayer di sala 2019’an de derbarê meseleyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ji ber qedexeya li ser PKK’ê komeleyên Kurdan tên şopandin. Lê derketibû holê biryarnameya ji bo şopandina agahiyên li ser komeleyên Kurdan û şandina agahiyan a ji bo îstîxbarat û emniyetê, li holê tune.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût pirs kiribû û gotibû ‘Giştînameya di sala 1994’an de di destê we de heye?’ Musteşarê Wezareta Karê Navxweyî Mahmût Ozdemîr jî bersiv dabû û gotibû ‘Ev giştîname ji aliyê me ve nayê dîtin’

Tê meraqkirin gelo agahiyên li ser komeleyên Kurdan ji îstîxbarata Tirk re tê şandin an na. Hikumeta Scholz di meha Nîsanê de gotibû ‘Agahiyên li ser komeleyên biyan ji saziyên îstîxbaratê yên biyan re nayê şandin’ lê di vî warî de gumanên mezin hene. Derketibû holê ku yekîneyên ewlekariyê yên Elman, dosyeyên lêpirsînê yên li ser Kurdan û tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê di çarçoveya peymanên ‘hevkariya ewlekariyê’ ji dewleta Tirk re şandibûn.