Li cihê Komkujiya 33 Guleyan dîwar tê lêkirin

Di ser komkujiya 33 Guleyan re 78 sal derbas bûn ku li navçeya Qelqelî ya Wanê rû da. Dewleta ku ji bo têkiliya Kurdên li Rojhilat û Bakur ji hev qut bike 33 gundiyên Kurd qetil kir, îro jî bi heman sedemê dîwar li ser sînor lê dike.

Beriya niha bi 78 salan di 30'ê Tîrmeha 1943'an 33 gundên ku destê wan hatibûn girêdan li kêleka çemê Sefo yê li ser sînorê Îranê bi fermana Orgeneral Mûstafa Mûglali hatin gulereşandin, hatin qetilkirin. Ev komkujî bi îdîaya ku gundiyên hatin qetilkirin "qaçaxçî" bûn û timî di sînor de diçûn û dihatin, hate kirin. Ji vê komkujiyê gundiyek bi saxî filitî û piştî 7 salan qala komkujiyê kir. Li ser vê yekê destpêkê cezayê darvekirinê li Orgeneral Mûstafa Mûglali hate birîn, piştre jî bi cezayê muebbetê ew mehkûm kirin.

Li ser sînorê ku Komkujiya 33 Guleyan lê hate kirin, Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez ragihand ku ji bo li seranserê sînorê Rojhilat-Bakur dîwar bê lêkirin, wan dest bi kar kirine.

ZEVIYÊN GUNDIYAN WÊ BÊ DAGIRKIRIN

Gundiyên li herêmê ji xwe ji ber xendekên beriya niha hatibûn kolandin û qedexeya çûyîna herêmê nekarîn zeviyên xwe biçînin, nekarîn heywanên xwe biçêrînin. Niha jî bi vî dîwarê ku tê lêkirin wê gundî herî kêm bi kîlometreyekê ji sînor bêne dûrxistin. Lewma ji bo gundiyên ku li herêmê zeviyên wan hene û pezên xwe diçêrînin, rojên zehmet têne payin.

Gundê Sirimli yê ser bi navçeya Sarayê gelekî nêzî sînor e. Piraniya gundiyên ku di Komkujiya 33 Guleyan de hatin qetilkirin ji vî gundî ne. Çêrgeh û zeviyên gundiyan di bin navê herêma leşkerî de ji aliyê dewletê ve hatine desteserkirin û hîn jî mexdûr in. Ji gundiyên ku xizmê wan di Komkujiya 33 Guleyan de hatin qetilkirin Cîzeyîr Ozkaplan komkujiyên li Tirkiyeyê hatine kirin hemû şermezar kir.

Ozkaplan diyar kir ku di ser Komkujiya 33 Guleyan re sal derbas bûne lê wan nekarîne ji bîr bikin û got, "33 xizmên me bêguneh hatin înfazkirin. Hikumet diguherin lê dewlet mayinde ye. Em li bendê bûn ku dewlet lêborînê bixwaze, lê li şûna vê yekê rabûye dîwar lê dike ku wê li ser sînor bibe sedema mexdûriyeteke mezintir. Xwedî li komkujiyê derdikevin. Nîvê xelkê Saray û Qelqeliyê ji neviyên mirovên hatine qetilkirin e. Em dixwazin li wê derê bîrdariya 33 Guleyan bê çêkirin. Qada qedexekirî bêhtir berfireh bû. Em hîn jî nikarin biçin cihê ku Komkujiya 33 Guleyan lê hate kirin. 78 sal in gorek jî ji wan mirovan re nehate çêkirin."

BI DÎWAR RE WÊ ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ BI TEMAMÎ BIQEDE

Ozkaplan anî ziman ku destpêkê têlên bi firehiya 5 metreyî li ser sînor hatin danîn, piştre xendekên bi 5 metre fireh hatin kolandin û got, "Piraniya xendekan li nava zeviyên me kolandin û xisareke mezin da me. Em li vir sewalkariyê, cotkariyê dikin. Lê nikarin biçin pezê xwe biçêrînin. Di vê mijarê de em bi rastî jî mexdûr bûne. Eger dîwar tam li ser sînor bihata lêkirin dibe ku rewşeke cuda bûya, lê li hin cihan bi 500 metreyî dikeve nava zeviyên me û wê qedexe be ku bi 500 metreyî mirov xwe nêzî dîwêr bike. Wê demê wê karê çandinî û sewalkariyê bi temamî biqede. Ev herêm wê weke herêma leşkerî bê ragihadin."

Ozkaplan bi bîr xist ku yekane deriyê sînor ê fermî Deriyê Kapikoyê ye, lê ew jî salê sê caran tê girtin û got, "Li aliyê din xizmên me hene, mirovên me hene. Em diçin şîna hev, diçin dawetên hev, ew tên ên me. Dixwazin me bi temamî ji hev qut bikin. Armanca me ne ew e ku li ser sînor bazirganiyê, danûstandinê bikin. Lê hûn dibînin ku rojane bi sedan penaber bi hêsanî di sînor re derbas dibin, lê em nikarin heywanên xwe bibin çêrgehan. Ev yek jî me dixe nava fikaran. Penaberên Efgan çawa dikarin derbas bibin, bi hezaran kes çawa dikarin xwe bigihînin Wanê. Lê belê em nikarin ji gundê xwe derkevin."

DI NAVA KURDAN DE DÎWAR LÊ DIKIN, POLÎTÎKAYEKE DIJMINANE YE

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk Ejder Ekîncî jî nerazîbûn nîşanî dîwarê tê lêkirin da. Ekîncî anî ziman ku ewlehiya welêt ne bi dîwaran lê bi aştî û biratiyê dikare misoger bibe û destnîşan kir ku encama polîtîkayên dîwar welat xistiye vî halî. Ekîncî diyar kir ku kiryarên bi vî rengî pirsgirêkan girantir dike û wiha dewam kir, "Bi polîtîkayên dijminatiya li Kurdan a li ser sînorê ku Kurd lê ne ev welat bêhtir ewle nabe. Ewlehiya welêt bi lêkirina dîwaran li ser sînor, bi dijminatiya li gelên cîran ên li aliyên din ê sînor nabe, berevajî vê yekê bi terikandina polîtîkayên paşverû, nijadperest û dagirker dibe.

Bêguman lêkirina dîwar bi hinceta ewlekariyê ne cihê baweriyê ye. Hinceta ewlekariyê bi tena serê xwe têra vegotina vê yekê nake. Di bingeha mijarê de pirsgirêka Kurd heye. Hewl didin ku danûstandinên Kurdan ên bi hev re qut bikin. Dewleta ku fêhm kiriye bi înkarê nikare tiştekî bi dest bixe, hewl dide ku bi astengiyên fîzîkî dest li rewşê werde. Ev yek encama feraseta zexta li ser Kurdan e. Ev dîwar ferasetek li dijî Kurdan e. Feraseta qutkirina gel a ji hev e. Ji niha û pê ve jî bi hewldanên polîtîkayên ewlekariyê wê nikaribin encamê werbigirin."