Li Cannesê çalakiya li dijî tecrîdê

Ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê standa agahdarkirinê vekirin û belavok belav kirin.

Kubra Solhan keça berxwedêrê greva birçîbûnê yê li Strasbourgê Kerem Solhan beşdarî çalakiyê bû û bang li saziyên Ewropayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Li Cannesê ku 72'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî lê didome, ciwanên Kurd stand vekirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya bi hezaran kesî didomin. Ciwanan wêneyên Ocalan, Leyla Guven û 30 girtiyên di rojiya mirinê de ne li standê daliqandin û belavok belav kirin.

KUBRA SOLHAN: EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ ÇALAKGERAN

Kubra Solhan keça berxwedêrê greva birçîbûnê Kerem Solhan jî tevlî çalakiyê bû û diyar kir, daxwaza wan bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Solhan got, "Bavê min 155 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye. Ji bo em dengê wan bidin bihîstin me çalakî pêk anîn. Em dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Bila êdî Ewropa vî dengî bibihîze. Ji ber Festîvala Fîlman a Cannesê mirovên ji her devera dinyayê li vir in. Em jî dixwazin bi rêya vê çalakiyê xwe bigihînin girseyeke berfireh."

Bi navê Meclîsa Ciwanan a Draguignanê Nehîr Balikçi jî diyar kir ku ew dixwazin balê bikişînin ser tecrîdê û got, "Bi belavkirina belavokan em dixwazin agahiyê li ser rewşa Ocalan û grevên birçîbûnê bidin mirovên li festîvalê amade ne." Balikçi diyar kir, divê zextên li Ocalan û girtiyan tên kirin bi dawî bibin.

Kurdistaniya bi navê Songul Şahîn jî anî ziman ku armanca wan bidawîkirina tecrîdê ye.