Li Avaşîn, Xakurkê û Çelê 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşîn, Xakurkê û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de:

22'ê Gulanê hêzên me saet di 17:30'î de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Tepê Xwedê hin rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê saet di 18:10'an de hêzên me yên YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin, çeper bi temamî hate îmhakirin û 4 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand. Ji ber bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên şêniyên herêmê bû.

23'ê Gulanê saet di 17:00 de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Bager çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di 23'ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Saet di 10:30'î de qada gundên Gire û Îzanke yên herêma Garê, saet di 11:30'î de qada Sininê ya herêma Xakurkê, saet di 11:40'î de qadên Kanîsarkê, Şikefta Birîndaran û Kurozahro yê herêma Zapê û saet di 15:30'î de jî Girê Hakkarî yê herêma Metîna bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."