Li Amedê dîroka hezar salî wê di bin avê de bimîne

Bi Bendava Ilisûyê dewleta Tirk a ku Heskîfa 12 hezar salî di bin avê de hiştî, qirkirina çand û dîrokê li bakurê Kurdistanê didomîne.

Bi bendava Amarê ya li ser Robara Ambarê ku li hewza Dîclê dimîne û 10 km dûrî navenda Amedê ye, dîrok û çanda beriya bi hezaran salan jî weke Heskîfa 12 hezar salî wê were tinekirin.

Bi bendavê ve ku ji hêla Midûrtiya Giştî ya Karê Avê ya Dewletê ve te avakirin, jîgeha Girê Fille ku ji serdema neolîtîk a beriya seramîkê maye, her wiha dîroka li Kendalê Hecala û Tilê Ambarê ku ji serdema neolîtîk a beriya seramîkê maye wê di bin avê de bimîne.

Bi avgirtinê re li tilê Ambarê avaniyên dîrokî yên stûr ên li Til Ambarê ku Serdema Navîn jîgehek bû û avaniyên dîrokî yên Kendalê Hecala ku hin demsalan dibe jîgeh û qadên dîrokî yên li Girê Fille ku goristan e wê di bin avê de bimînin.

Li herêmê ji 2018'an û vir ve carcaran erd dihate kolan û berhemên beriya niha bi 9 hezar sal lê hatibûn dîtin.

Li wê herêma ku wê di bin avê de bimîne, berhemên dîrokî yên ku têne dîtin li malê kolanê yên li herêmê tînin cem hev.