Li Amed û Dîlokê operasyonên qirkirinê: Gelek kes hatin destgîrkirin

Li Amed û Dîlokê di operasyonên qirkirina siyasî de berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsan îro di destê sibehê de, li navend û navçeyên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerînên di malan de hatin kirin, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, Endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler, Hevseroka berê ya HDP’ê Yenîşehîrê Demet Ozkaran, Fîgen Ektî, Ronda Bat, Rozerîn Çatak, Emîne Kaya, Dîlan Yakût, jineke paşnavê wê Guneş jî di nav de gelek jin hatin destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku polîsan bi ser malên rêvebera TUAY-DER’ê Bahar Akyapi û Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz de jî girtin, lê ji ber ku ne li malên xwe bûn, nehatin destgîrkirin.

Jinên hatin destgîrkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.

LI DÎLOKÊ 33 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li Dîlokê Hevserokê HDP’ê Dîlokê Mûsa Aydin, hevserokên HDP’ê yên Şahînbey û Şehîtkamîl, Hevserokê DBP’ê Dîlokê Mehmet Vûral, 2 muxtarên taxan û parêzerek jî di nav de bi giştî 33 kes hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinê de deriyên malan hatin şikandin. Kesên hatin destgîrkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.