Li Şera û Şêrawayê 9 çete hatin kuştin

Li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 9 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hin çalakî li dar xistibû.

HRE’ê derbarê van çalakiyan ev agahî da:

“Di 19’ê Gulanê de hêzên me li gundê Meşelê yê Şerayê li dijî koma terorîst a Cebhe El Şamiye çalakiyek li dar xistiye. Di encama vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 terorîst hatine kuştin û 3 terorîst jî birîndar bûne. Di çalakiyê de hêzên me 2 kalaşnîkof, BKC’yek, dûrbîneke şevê, 2 êlekên êrîşî û 6 şarjor bi dest xistine.

Di 20’ê Gulanê de jî hêzên me li gundê Basûtê yê Şêrawayê li dijî koma terorîst a Ehrar El Şerqiyê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de terorîstek hatiye kuştin û 2 terorîst jî birîndar bûne.”