Îro li Şengalê piştî Fermanê konferanseke pêşî ya berfireh pêk hat. Konferans bi dirûşmeya ‘Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) pêk hat. Konferansa xwedî naverokeke dagirtî û berfireh, bi rêzgirtin û bîranîna cangorî û qurbaniyên Şengalê dest pê kir.
Li Şengalê konferansa pêşî bi pêşengiya Partiya Azadiya Demokratîk a Ezidiyan bi tevlîbûne zêde bi dirûşma “Êzidî li pêşeroja xwe digerin” hate destpêkirin.
Destpêka Konferansê ya di salvegera 6'an a Fermanê de, Cihgirê Hevserokatiya Partiya Azadiya Demokratîk Ezidiyan, Azad Evdal axivî . Evdal li ser girîngiya rojê axivî, şehîdên fermanê bi bîr anî û naveroka bernameya konferansê ragihand û xêrhatina mêvanan kir.
Konferans bi tevlîbûna endam û nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, nûnerên partî û rêxistinên derve û gel pêk hat. Gelek kesayetiyên navdar ên weke qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid, serokê eşîrê Şengalê Seîd Milhim û Oldarê Ezidiyan Mam Faxir, di konfiransê de axivîn. Beşdaran qurbaniyên feramanê bibîr anîn, bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûn, tifaq û yekîtiyê.
Her wiha bi rêya skypeyê rojnemevan Berfîn Hêzil, Dr. Mîrza Dunayî, nûnerê mala Êzidiyan ê Rojavayê Kurdistanê Elyas Seydo tevlî konfiransê bûn û ferman, armanc û encamên wê nirxandin.
Di Konfiransê de belgefilmek li ser fermanê hate temaşekirin.
Bi axaftinên sazî û desgahên Şengalê û mêhvanan beşa sêyan a konferansê berdewam kir. Hevseroka Xweseriya Demokratîk a Şengalê Leyla Qasim, Hevserokê Partiya Azadiya Demokratîk a Şengalê Omer Salih, Berdevkê YBŞ’ê Dijar Feqîr, nûnerê Şîa Seyîd Mehmud Elencî, qeymeqamê Şengalê Ferhat Hamîd bîr û boçûnên xwe vegotin.
Herî dawî konferans bi encanameyekê qediya.