Li Şehbayê 4. Festîvala Mîtan dest pê kir

Îro li Şehbayê tevî astengiyên tên jiyîn jî 4’emîn Festîvala Mîtan dest pê kir.

Tevî derfetên kêm û rewşa koçberiyê 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi vekirina pêşangeheke wêneyan dest pê kir.

Di pêşangehê de 28 wêne hatin daliqandin ku berxwedana şêniyên Efrînê yên di kampan û malên wêrankirî de vedibêje. Bi dehan şêniyên herêma Efrînê di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê kesên ku di lidarxistina mîhrîcanê de ked dan hatin xelatkirin.

Rêveberê navenda Çand û Hunerê û endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Mihyedîn Arslan axivî û astengiyên ku wan li Şehbayê kişandin bi bîr xist.

Arslan diyar kir ku hersê mîhrîcanên destpêkê li kantona Efrînê di astmosfêreke ewle de beriya ku Efrînê were dagirkirin, hatin lidarxistin,.

Arslan destnîşan kir ku şanogeha Mîtan bi destê şêniyên Efrînê yên ji warê xwe hatin koçberkirin hate avakirin, ev yek berxwedana gelê Efrînê ya di nava şert û mercên zehmet de diyar dike.

Mihyedîn Arslan di dawiya axaftina xwe de gotin hêviya wan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin û şênî vegerin warê xwe.

Rêvebera navenda Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê Medya Hemdik axivî, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got: "Mîtan di mewsimê xwe yê çaran de Efrînê û Şehbayê di nava kampan de dighîne hev. Mîtan destpê dike da ku jiyanê ji nû ve biçîne û berxwedanê bidomîne da ku bibe sembola berxwedana jinên ciwan."

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Hediya Yûsif bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê û girêdana Efrîniyan bi berxwedanê ve û got: "Cihê ku 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan lê tê lidarxistin, cihê rêzdarî û hurmetê ye."

Hediya Yûsif, têkoşîna şehîd Yekta Herekol bi bîr xist û got: "Şehîd Yekta li qada Seedallah El-Cabirî ya Helebê agir berda bedena xwe da ku teqez bike ku ew serî ji zulm û desthilatdariyê re natewîne."

Piştî axaftinan, beşdaran di nava pêşangehê de geriyan û şanoyek temaşe kirin ku behsa berxwedana şêniyên kantona Efrînê û girêdana wan a bi xaka xwe ve dike.