'Kurd li ber terorê radibin, divê cîhan tev piştgiriya wan bike'

Lêkolîner û pisporê Rojhilata Navîn Zaîd Yoûbî got, hikumeta Enqereyê li pey têkbirina îrade û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku divê cîhan piştgiriya Kurdan bike.

Berpirsyarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Fîlîstînê û pisporê Rojhilata Navîn Zaîd Al Yoûbî têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

'ÊRÎŞ NE TENÊ LI DIJÎ KURDAN TÊ KIRIN'

Yoûbî anî ziman ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piralî ne û li ser armanca êrîşan nirxandineke bi vî rengî kir: "Nabe ku mirov êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê weke êrîşekê binirxînin. Hesab li ser dagirkeriyê tê kirin. Bi dagirkirinê tê xwestin ku aramiya li herêmê bê xerakirin. Lewma em dagirkeriyê ne tenê weke êrîşek li dijî Kurdan dibînin. Êrîş li ser zarokên li herêmê hemûyan heye. Di heman demê de gefê li ewlekariya herêmê dixwe. Erdogan dixwaze mafê gelê herêmê binpê bike."

'RÊDANA LI ÊRÎŞÊ WÊ BIBE SEDEMA MIRINA HER KESÎ'

Yoûbî helwesta hêzên mîna DYE ya têkildarî êrîşê nirxand û got, "DYE ji aliyekî ve dibêje ku ew li dijî van êrîşan e, lê li aliyê din dibêje 'em fikarên Tirkiyeyê fêhm dikin'. Ev helwesteke metirsîdar e. Ev yek nîşan dide ku rê dide êrîşan. Ev lampeya kesk a ji bo êrîşan hewldanek kuştina Kurdan e. Bi dîtina min, Erdogan ji bo êrîşî van herêman bike bi rengekî girtî lampeya kesk ji hin dewletan wergirtiye."

BANGA 'BI LEZ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Yoûbî li dijî êrîşan banga 'bi lez bikevin nava liv û tevgerê' kir û got, "Raya giştî ya navneteweyî divê tavilê dest li rewşê werde. Pêwîste sînorek li ber vê dagirkeriya Tirk bê danîn. Divê Erdogan neçar bê hiştin ku dawî li binpêkirina xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne. Cîhan jî divê li hemberî vê bikeve nava liv û tevgerê. Aktîvîstên mafên mirovan, yekîtiyên Ereb, hêzên navneteweyî girîng e ku li dijî vê dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê û helwesteke cidî n îşan bidin. Erdogan ne tenê êrîşî Kurdan dike. Êrîşî Sûriye, Iraq Misir û Lîbyayê dike. Lewma ev yek projeyeke dagirkeriyê ye. Divê tavilê mirov li ber vê rabin. Raya giştî ya navneteweyî di vê mijarê de kêm maye. Civaka navneteweyî divê beriya her tiştî li ber êrîşên Erdogan rabe. Her êrîşeke ku niha Tirkiye dike binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

'CIVATA EREB LI DIJÎ ERDOGAN Ê DAGIRKER E'

Yoûbî destnîşan kir ku cîhana Ereb divê li ber Erdogan rabe û wiha dewam kir: "Erdogan dixwaze navbera xwe û welatên Ereb xweş bike. Lê belê civata Ereb bi çavê dagirker û kujer li Erdogan dinihêre. Dixwazim bang li civata Ereb bikim; helwestê li dijî dagirkeriya Tirk nîşan bide. Erdogan mîna Îsraîlê dijmineke. Civaka Ereb li dijî vê dagirkeriyê bi doza Kurdan re ye. Ji Kendava Ereb heta bi Cezayîr, Lubnan û Tûnisê bi Kurdan re ne. Li dijî Erdogan e. Her rewşenbîr, têkoşer, welatparêz girîng e li dijî vê dagirkeriyê kar bike. Erdogan kujerê sedsalê ye. Li ser tevahiya cîhanê gefeke. Erdogan divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û hesab jê bê xwestin."

'ÇARENÛSA KURDAN Û GELÊ FÎLÎSTÎNÎ WEKE HEV E'

Yoûbî got, "Her tişta ku Îsraîl a dagirker li Fîlîstînê dike, li Tirkiyeyê jî li Kurdan tê kirin" û destnîşan kir ku ew xwedî li Kurdan derdikevin: "Em, gelê Fîlîstînê bi her awayî piştgiriyê didin gelê Kurd. Em xwedî li doza gelê Kurd derdikevin. Ya ku bi serê me ve tê bi serê Kurdan jî tê. Em silavên germ ên gelê Fîlîstînê ji Kurdan re dişînin. Kurd gelekî serhildêr û qedîm ê herêmê ye. Lewma êrîş li dijî vî gelî, li dijî pêkhateyên vê herêmê hemûyan tê kirin. Weke gelê Ereb ê ewle yê bajarên Kurd lê ne, divê em li dijî van êrîşan bi Kurdan re bin."

'ÊRÎŞ WÊ BÊNE ŞIKANDIN, DESTHILATDARIYA ERDOGAN Ê BÊRÛMET WÊ HILWEŞE'

Zaîd Al Yoûbî têkoşîna Kurdan a li dijî dagirkeriyê pîroz kir û herî dawî got, "Kurd tuneleke ku pêşî li dagirkeriyê digirin. Lewma divê em bi Kurdan re bin. Her kesên daxwaza azadiyê dikin, her welatparêz û her kesên ku metirsiya li vê derê dibînin divê li ber dagirkeriyê rabin. Li dijî dagirkeriyê divê em bi her awayî li dora doza Kurdan, li dora QSD'ê bicivin. Her kes divê li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bicive. Cîhan divê QSD'ê weke modeleke têkoşînê bibîne. Ji ber ku Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo azadîxwazên gelên herêmê hemûyan şer dikin.

Divê bêvila Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erdê re bê kişandin. Têkoşîna Kurdan di asta herî bilind de ye. Em vê têkoşîn û sekna wan pîroz dikin. Em bawer dikin ku desthilatdariya Erdogan a bêrûmet wê hilweşe. Ji Qûdisê bi navê gelê Fîlîstînê ji Kurdan re dibêjim; hûn ne tenê ji bo xwe, hûn ji bo tevahiya cîhanê şer dikin. Îradeya we, têkoşîna we, berxwedana we ji bo tevahiya cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye."