Kongreya HDP'ê didome: Çareserî Ocalan e

Kongreya Asayî ya 4'an a HDP'ê didome. Di kongreyê de peyamên, ''çareserî Ocalan e'' hatin dayin. Ji 28 welatan mêvan tevlî kongreyê bûn.

Kongreya Asayî ya 4'an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome.

Hevberdevkê HDK'ê (Konreya Demokratîk a Gelan) Sedat Şenoglu û Hevserokê KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) Berdan Ozturk axivîn.  

Şenoglu got, ''Peywira me ew e ku em meclîsa gelan kuçe bi kuçe, dibistan bi dibistan, gund bi gund, navçe bi navçe û kargeh bi kargeh ava bikin.'

OZTURK: MESELE BI OCALAN ÇARESER DIBIN

Ozturk jî di axaftina xwe de diyar kir meseleya Kurd û meseleyên sereke yên Tirkiyê bi qedandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin çareser bibin û got, ''Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî xwedî risteke girîng e. Hê ku rê nêzîk e ji vê şaşiyê vegerin. Rûsya ji we re nabe derman. Emerîka nabe çare. Tekane çareserî Rêzdar Ocalan e.''

PEYAMA DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG

Hevserokên berê yên girtî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî peyam şandin kongreyê.

Yuksekdag û Demîrtaş di peyamên xwe de gotin, ''Niha em li zindanê ne lê zanibin dilê me dikele. Gelî ciwanan, em berxwedanê ji we hîn bûn. Sekna bi serbilindî em ji we jinan, dayikan hîn bûn. Li qadên serhildanê me di çavên we de hêvî dît. Me ji we hez kir û gelekî bêriya we kir.''

JI 28 WELATAN MÊVAN HENE

Di serî de  Tûnis, Filîstîn, Ordin, Fas, Qibris, Swêd, Şerîa ya Rojava, Fransa, Galîçya, Elmanya, Ewistralya, Libnan, Yewnanîstan, Bask, Misir, Italya, Katalonya, Danîmarka, Norwêç, Ingilistan, Skoçya, Portekîz, Fînlandiya, Swîsre, Spanya, Ermenîstan ji 28 welatan mêvan tevlî kongreya HDP'ê bûn. Her wiha nûnerên ji 30'î zêdetir partiyên siyasî û ji Rojhilata Navîn gelek rêxistinên jinan tevlî kongreyê dibin.

Di nav mêvanan de Serokê Komaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenter a Ewropayê Tîny Kox, Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez Lacalle, Alîkarê Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Ewropayê Gîacoma Fîlîbeck, Enadmê Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamanteya Ewropayê Nîkos Androulakîs jî di nav mêvanan de ne.

Her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka, sazî û dezgehan civakî û mafê mirovan, hiqûqê û niviskar jî hene. 

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî li kongreyê hazir e.