KONGRA-GEL: Têkoşîna hevpar ne ya taloqkirinê ye, gelekî girîng e!

KONGRA-GEL bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kir û diyar kir, "Têkoşîna hevpar ne ya taloqkirinê ye, gelekî girîng e. Ji bo têkbirina vê tifaqa çete, her tişt rewa ye."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê kir.

'JI BER KU TÊK DIÇIN ÊRIŞÊN XWE ZÊDE DIKIN'

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

"Rejîma faşîst a dewleta Tirk ku bi koalîsyona AKP-MHP'ê tê temsîlkirin, bi rewşa xwe ya psîkolojiya têkçûnê hîn bêhtir êrişê dibe ser gelê Kurd. Rewşa derûnî ya Wezîrê Karên Hundir ku êrişên li dijî gorên ewladên gelê Kurd, şaredariyên HDP'ê, saziyên jinan û saziyên civakî yên sivîl, her wiha rewşa derûnî ya polîs û nobedarên wî tirs û panîka ku hikumeta AKP-MHP di nav de ye bi rengekî eşkere nîşan dide. Ev rewş rewşa têkçûna faşîzmê ye, lewma ji her demê bêhtir bêperwa êriş dike. Lê belê ti tişt wê li pêşiya têkçûna faşîzmê nebe asteng.

Hikumeta AKP-MHP'ê li gel zext, tundî û komkujiyan jî nekarî serî li gelê Kurd bide tewandin, ji polîtîkayên xwe yên tunekirin û teslîmwergirtinê nekarî encamê werbigire. Hikumeta faşîst ku piştgiriya gel ji dest da hewl dide bi zextê û polîtîkayên tundiyê temenê xwe dirêj bike.

'WÊ ŞAREDARÎ Û SAZIYAN HEMÛYAN BIKIN HEDEF'

Ji bo vê jî hikumeta AKP-MHP'ê wê qeyûm deyne ser şaredariyên HDP'î yên mayî. Saziyên sivîl ên mûxalîf ên li Kurdistanê jî ya wê bigire ya jî bi girtinê wê di pratîkê de li wan bike ku nikaribin bixebitin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên mûxalîf ên li Tirkiyeyê jî wê bi guhertina qanûnî bêbandor bike. Ji bo encama ku di hilbijartinên xwecihî yên dawî de dîtin careke din nebînin, ji bo bi hilbijartinê ji desthilatdariyê nekeve, wê guhertinên qanûnî bikin û ji bo wan çi pêwîst be wê tevdîra wê bigirin. Ev hemû ji bo gelê me surprîz nîne, lê belê bi dîtina van divê têkoşîna li dijî faşîzmê bê mezinkirin.

'TÊKOŞÎNA HEVPAR NE YA TALOQKIRINÊ YE, GELEKÎ GIRÎNG E'

Li welatekî ku parlament hatiye bêbandorkirin, rêveberiyên xwecihî hatine girtin û qeyûm li şûna wan hatine danîn, çapemenî bi giranî yekdestî bûne, civaka sivîl hatiye bêdengkirin, kolan di nava gefa polîs û çeteyên AKP-MHP'ê de ye, navê rejîmê faşîzm e. Yekane tişta ku li dijî vê bêkirin ew e ku têkoşîn ji bo sibe neyê taloqkirin, li benda hilbijartinê nemînin û li her cihî li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar a hêzên şoreşger-demokrasiyê bê afirandin. Wezîfeya herî lezgîn û bingehîn a vê demê ev e.

Ji bo ku polîtîkayên çavtirsandinê, bêdengkirinê, zextê werin pûçkirin di serî de muxalefeta Kurd, hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkyê divê bi lezginî eniya demokrasiyê ya antîfşîst bi rêxistin bikin û têkoşînê geş bikin.

Rejîma faşîst a dewleta Tirk di pêvajoya herî qels de ye. Polîtîkayên ku armanc dike têkoşîna azadiya Kurdistanê bi şerê teknîkê qels bike, têk çûne. Gerîla di şerê dijî teknîkê de, di xweparastinê de û li ser mijara êrîşa li ser ê dijber tecrûbe û geşedaneke mezin ava kir. Vê rewşê rengê şer guherand. Dewleta faşîst ku bi teknîkê hêvî dikir encamê bistîne niha hêvîşikestî bûye, sedema hêrsa wan ev e.

Ji ber konsepta şer a van pênc salên dawî ku hemû kanên dewletê dane ser şerê teknîk, aborî hilweşiya. Desthilata AKP-MHP'ê ku di bin krîza aborî-sosyal a şer de mayî di pêvajoya hilweşandinê de ye. Ev ne tenê hilweşandina desthilata AKP-MHP'ê ye, tabloya hilweşandina rejîma dewleta faşîst e ku ji avabûna komarê ve politîkayên îmha û înkarê didomîne.

'JI BO HILWEŞANDINA VÊ TIFAQÊ HER TIŞT MEŞRÛ YE'

Hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo hilweşandinê rawstîne û temenê desthilatê dirêj bike weke pêvajoya Efrînê niha jî bi sûreya Fetîhê ya ku li Mûzeya Ayasofyayê xwendî, fermanên nû tîne ser gelê Kurd. Ji bo hilweşandina vê tifaqa mafya-çete ku armanc dike Kurdan û hêzên demokrasiyê ji holê rake, her tişt mafdar e, meşrû ye, li ser hîmê xweparasinê parastina meşrû ye.

Bi vê çarçoweyê em bang li ciwan û jinan dikin, bi bîreweriya vê pêvajoya dîrokî bi rola xwe ya pêşeng rabin tevlî têkoşînê bibin, rêxistiniya têkoşîna civakî bikin, berxwedanê geş bikin. Em bang dikin ku li her qadên têkoşînê bi peywir û berpirsyariya xwe rabin.

ŞEHÎDÊN 1'Ê HEZÎRANÊ HATIN BIBÎRANÎN

Em di salvegera 16'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de hemû şehîdên pêngavê bi hezkirin, hurmet û minetdarî bi bîr tînin. Bi giyanê serfiraziyê yê Pêngava 1'ê Hezîranê, bi baweriya ku gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê di vê pêvajoyê de li dijî tirsê wê wêrekiyê, li dijî zext û zordariyê wê berxwedanê geş bikin, rûpelên nû li dîroka serfiraziya azadiyê binivîsînin, yên ku alaya berxwedanê hildidin em wan slav dikin, serketiyên mezin ji wan re dixwazin."