KONGRA-GEL: Em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin

KONGRA-GE: Gelê me yê li welêt û li derveyî welêt, divê li dora grevên birçîbûnê yên li zindanan û derve li hev bicivin. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û pêkanîna azadiya li Kurdistanê, em berxwedana xwe geş bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên şer a li ser Mexmûr û Şengalê bi tundî şermezar kir û ji malbatên heft sivîlên di êrîşê de şehîd bûn sersaxî xwest.

'EM BÊDENGIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ŞERMEZAR DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, dewleta Tirk beriya niha jî êrîş biribû ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û hate gotin, "Kampa penaberan di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, lê belê Neteweyên Yekbûyî bêdeng e. Ev bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk û dike ku êrîş dewam bikin. Lewma Neteweyên Yekbûyî şirîkê vê êrîşê ye. Em bêdengiya Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin û bang lê dikin ku erk û wezîfeya xwe ya li kampa ku di bin berpirsyariya wê de ye bi cih bîne."

'JI BO HIKUMETA BAŞÛR CIHÊ ŞERMÊ YE'

KONGRA-GEL bi bîr xist, ku hikumeta Başûrê Kurdistanê jî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi 300 kîlometreyî dide nava Başûrê Kurdistanê, mirovan dikuje, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê weke ku tiştek nebûye tevdigere. Ev yek ji bo hikumeteke ku xaka xwe nikare biparêze, nikare jiyana mirovên xwe ewle bike, cihê şermê ye. Dewleta Tirk dijminê herî mezin ê gelê Kurd e, lewma gelê Kurd wan kesên ku xizmetê ji polîtîkayên dewleta Tirk re dikin wê ti carî ji bîr neke. Em hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin ji ber ku li pêşberî êrîş û komkujiyên li gelê Kurdistanê tên kirin bêdeng e. Em bang lê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê Kurdistanê bi cih bîne."

'DEWLETA TIRK A FAŞÎST ÊRÎŞÊ DIBE SER DESTKETIYÊN KURDAN'

Di dewama daxuyaniya KONGRA-GEL de hate gotin, "Divê ti ji partiyên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetên Kurd nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk bi navê netewperestî û bazirganiya olî dike. Eşkere ye ku yên vê dikin wê di dijwanê gelê Kurd de û li pêşberî dîrokê mehkûm bibin.

Hemû dewletên mêtinger ên li Kurdistanê serdest in, dijberê destketiyên gelê Kurd in. Lê belê dewleta Tirk a faşîst di dijminatiya xwe de ya li dijî Kurdan sînoran nas nake û hemû destketiyên gelê Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat dike hedef. Dewleta Tirk dixwaze hemû nirxên madî û manewî yên gelê Kurd ji holê rake, lewma bi rengekî bê navber êrîşê dibe ser destketiyên Meclîsa Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

'EM ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ SILAV DIKIN'

Ev êrîşên dawî yên li Mexmûr û Şengalê hatin kirin careke din nîşan dan ku heta rejîma dewleta Tirk a faşîst li ser piyan be, hizûr û aramî li çar parçeyên Kurdistanê nîne. Wê timî gef li destetiyên gelê Kurd bê xwarin û êrîş werin kirin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û gefên lê tê xwarin roj bi roj zêde dibin. Şerê topyekûn bi tecrîdkirina Rêbertî dest pê kir û heta tecrîd bidome şer jî wê her giran be. Parlamentera Colemêrg û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku metirsiya li ser Rêber Apo dît, bi greva xwe ya birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger dest li vê rewşê werda û bi roleke dîrokî li dijî tecrîdê dest bi berxwedanê kir. Bi vê wesîleyê, di roja 39'an a berxwedana wê de em careke din wê û çalakiya wê silav dikin. Berxwedan li zindanan, li welêt û li derveyî welêt belav dibe û wê her belav bibe. Êrîşên dewletê yên li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, çawa ku benzîn êgir geş dike, wê bibe sedem ku çalakî mezintir bibin.

RIZGARÎ BI TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ DIBE

Dijminatiya ku dewleta Tirk li gelê Kurd dike li devereke din nehatiye dîtin. Heta ku ev rejîma dewleta faşîst neyê hilweşandin, ev dijminatî wê bidome. Rizgarî jî bi hilweşandina faşîzma dewleta Tirk dibe.

Di vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna me de, li dijî vê faşîzma dewletê ku li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê şerekî topyekûn li Rojhilata Navîn dike, derfet hene ku hemû hêzên siyasî yên welatparêz ên Kurdistanî û hêzên demokrasiyê têkoşîneke hevpar a topyekûn bimeşînin û faşîzmê hilweşînin. Bûyerên ku Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê diqewimin vê yekê radixin pêş çavan. Sedema tirs û xofa ku ketiye dilê Erdogan ê faşîst, ev e.

Yekane tişta ku em bikin ew e; berxwedanê timî geş bikin û hilweşîna aborî ya rejîma faşîst a dewleta Tirk mezin bikin. Her ku krîza aboriyê ya ji ber şer rû da mezin bibe, wê krîza siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê jî girantir bibe. Şert û firsend hene ku rejîma Erdogan a tekperest di bin enqazê siyasî û aborî de bimîne. Ev yek ji texmînan jî nêzîktir e.

'EM LI DORA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI HEV BICIVIN'

Çawa ku şer bi tecrîdkirina Rêber Apo dest pê kir, şikandina tecrîdê jî wê bibe gava destpêkê hilweşîna faşîzmê. Ji bo vê yekê; divê gelê me yê li welêt û derveyî welêt li dora grevên birçîbûnê yên li zindanan û derve bigihêjin hev. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û pêkanîna azadiya li Kurdistanê, em berxwedana xwe geş bikin. Hilweşîna rejîma dewleta Tirk a faşîst, wê benda li pêşiya azadiya gelên Rojhilata Navîn biherifîne û bike ku bihara demokrasiyê li gelan vegere.

Di vê pêvajoya dîrokî de çalakiyên gelê me yên li dijî tecrîd, dagirkerî, êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a mêtinger ferz dike li her qadê tên kirin, wê ji bo mirovahiya pêşverû, dostên me yên enternasyonal û lêgerînerên azadiyê bibe navendeke balê û li tevahiya cîhanê mîna 'berxwedana Kobanê' rê li ber pêvajoyeke nû ya berxwedanê veke."