Konca: Ji xweşewitandina Şakar hikûmeta Elman berpirs e!

Parlamentera berê ya Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca got li Krefeldê ya Elmanya ji xweşewitandina Ugur Şakar hikûmeta Elman berpirs e.

Têkilî Ugur Şakar ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Krefeldê ya Elmanyayê xwe şewiyandî daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Ugur Şakar Çarşemê li Krefeldê li ber dadgehekê xwe şewitand. Tê gotin rewşa Şakar ku bi helîkoptêrê rakirin nexweşxaneya Duîsbûrgê krîtîk e û 67 ji 100'î şewitiye.

Piştî ku Şakar xwe şewitand li ber nexweşxaneya Duîsbûrgê bi dehan kes hatin cem hev û bang kirin ku dawî li bêdengiyê were danîn. Di çalakiyê de enam û rêveberên NAV-DEM, AGÎF û ATÎK'ê hazir bûn.

Daxuyaniya pêşî li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate kirin. Rêveberê saziyê Harûn Demîrel got rewşa Şakar krîtîk e û nameya ku Şakar li pey xwe hiştî, xwend.  Demîrel got di nameya Şakar de helwesta li dijî CPT'yê û saziyên Ewropayê heye ya ji ber bêdengiya li bara tecrîda li ser Ocalan heye û got, ''Jji bo vê jî divê her kes bihîstyar be û tevbigere.''

JI ÇALAKIYA XWEKUŞTINÊ HIKÛMETA ELMAN BERPIRS E

Parlamentera  berê ya Sêrtê Besîme Kocan got ew çalakiyên xweşewitandinê rast nabînin, daxwazên Şakar daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ne û Şakar di nameya xwe de bal kişandiye ser bêdengiya saziyên Ewropayê û tundiya polîsên Elman a li ser Kurdan û got, ''Li dijî êrîşeke ev çend giran helwesta xwe wiha diyar dike''.

Konca got girîng e ku di serî de ciwan û jin Kurd li dora çalakgerên grevê werin cem hev, got, hêvî dikin ku Şakar di zûtirîn demê de baş bibe û domand, ''Em hemî di serî del i dijî ya Elmanya li dijî bêdengiya tevahiya Ewropayê divê em helwesta xwe nîşan bidin. Ev heval bi çalakiya xwe nîşan die ku hikûmeta Elmanya jî berpirs e.''

Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca diyar kir ku ew çalakiyên xweşewitandinê napejirînin û anî ziman, daxwaza Şakar jî daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ye. Konca bi bîr xist, Şakar di nameya xwe de bi taybetî balê dikişîne ser bêdengiya saziyên Ewropayê û tundiya polîsên Elman a li dijî Kurdan û got, "Li dijî êrîşkariyeke bi vî rengî giran, nerazîbûna xwe bi vî rengî nîşan daye."

DEM HATIYE KU BÊJIN 'ÊDÎ BES E'

Hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan jî diyar kir, nerazîbûna Şakar li hikumetên Ewropayê ye ku li pêşberî grevên birçîbûnê bi xemsarî tevdigerin û got, "Êrîşî karên me, çalakiyên me, rengên me û pirtûkên me yên Kurdî tên kirin." Kaplan da xuyakirin ku divê bersiv hem ji dewleta Elman hem jî ji ya Tirk re bê dayin û got, "Em dibêjin 'Êdî bes e'. Em dibêjin, dem hatiye ku em li hev bicivin û li ber xwe bidin."

Hevserokê ATÎK'ê Suleyman Grucan jî ji malbat û hevrêyên Şakar re got, 'derbasî be' û got, "Em hêvîdar in hevalê me Ûgûr wê baş bibe û bikeve nava me, tevlî çalakiyên me bibe." Gurcan diyar kir, ew vê rêbaza çalakiyê napejirînin û got, her kes dema ku bi tenduristiyeke baş tevlî têkoşînê bibin wê karibin gelek tiştan bikin.