KJAR'ê kongreya xwe ya 3'emîn li dar xist

KJAR'ê kongreya xwe ya 3'emîn li çiyayên Kurdistanê li dar xist. Di kongreyê de tundî û komkujiyên li dijî jinê hatin nirxandin û ji bo azadiya jinê biryarên bilindkirina têkoşînê hatin wergirtin.

Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) 3. Kongreya xwe di navbera dudu û çarê Nîsanê ya sala 2020'an de bi tevlîbûyîna delegeyên ji hemû qadan li çiyayên Kurdistanê pêk anî.  Kongre bi giştî sê rojan dewam kir û bi şîara;  'BI RÊXISTINBÛNA JINÊN ROJHlLAT, EM Ê NETEWEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN' bi encam bû. Di kongreyêde rewşa siyasî, rêxistinî bi berfirehî hate nirxandin û ji bo dema nû bi plansaziyek berfirêh biryarên nû hatin girtin. Her  wiha di kongreyê de Desteya Rêveberiya KJAR'ê ya ku ji 15 kesan pêk tê hate hilbijartin.  

Di destpêka kongreyê de endama Koordînasyona KJAR'ê Dîlan Cûdî axivî. Cûdî di destpêka axaftinên xwe de 3. Kongreya KJAR'ê li tevahî şehîdên Rojhilatê Kurdistanê û Rêber Apo, jinên azadîxwaz û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz kir. Dîlan Cûdî wiha axivî; "Hevrêyên me yên şehîd bi têkoşîna xwe ya bêhempa hiştin ku em îro vî karî ji bo gelê xwe bikin. Ji bo wê jî kongreya me di şexsê Ş. CÎHAN KOTOL de, ji bo şehîdên Rojhilat û herî dawî şehîdên Berxwedana Rûmetê ya Rojava û tevahî şehîdên Kurdistanê hatiye diyarîkirin. Di şexsê Ş. Cîhan Kotol de em tevahî şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li ber bÎranîna wan ditewînin. Soza  şopandina rêya wan careke din dûbare dikin."

Di dewama axaftina xwe de Dîlan Cûdî bal kişand ser avakirina jiyana azad û got, ku ev jî wê di pêşengtiya jin de çêbibe. Cûdî wiha domand; "Êdî gel hemû û jinên azadixwaz dizanin ku hêzên desthilatdar û dagirker ji mirovan re azadiyê naynin. Ji ber vê jî jiyana azad înşakirin, avakirin di pêşengiya jina kurd de wê pêk were. Îro bi îdeolojiya rizgariya jin me erkên pêşengiyê girtiye ser mile xwe û di pêşengiya jinê de li hember dagirker û qirkeran bi rengekî bêhempa em têdikoşin."

Piştî axaftina destpêkê ya Dîlan Cûdî kongre derbasî rojeva nirxandinên siyasî bû. Di rewşa siyasî de hate tespîtkirin ku krîzeke mezin di nava civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê heye û şaş e ku ev yek tenê weke pirsigrêka aboriyê bê nîşandan. Ango di asteke biçûk de dibe ku dihêle krîz ava bibe lê belê çavkaniya tevahî pirsgirekan nîne. Li ser esasê lêgerînên civakê û neqebûlkirina rejîma dagirker serî rakirina civakê pêş dikeve. Di serhildanên van sê salên dawî de bi taybetî serhildanên meha Cotmehê de  civakê careke din nîşan da ku ew êdî bi tu awayî vê pergala zordar qebûl nakin. Lê bêtehemmuliya rejîma Îranê ya li dijî azadîxwaziya gelan dîsa bi şêwazeke tund derketiye holê û êriş li serhildêran hatiye kirin, hatine girtin û qetilkirin. Li dijî her cûre zextan jî dîsa gelên azadîxwaz dev ji xwestekên xwe bernedane û heta niha jî serhildanên xwe domandine. 

KOMPLO LI DIJÎ KURDAN HEMÛYAN E

Di kongreyê de di rewşa siyasî de wek xala sereke ku derkete pêş komploya navneteweyî a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji bo komployê ev nirxandin hatin kirin; "Dewletên îmha û înkarker di şexsê Rêber Apo de tevahî gelê Kurd kirin hedef û dixwazin tesfiye bikin.  Di van salên dawî de jî hem li dijî Rêber Apo hem jî li dijî gelê Kurd êrîş nesekinîne û komplo bi awayên cuda hatiye domandin. Komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd û jina Kurd  hatiye kirin."

Kongreyê destnîşan kir ku bi navê KJAR'ê ew ê  bi têkoşîn û berxwedana xwe vê komploya  li ser Rêber Apo û gelê Kurd têk bibin.

Her wiha di rewşa siyasî de  hilbijartinên dawî yên parlamenta Îranê jî hate nirxandin û hat ragihandin ku hilbijartin di rewşek adil de nehatiye çêkirin û di encamê de rejîma dagirker  xwestiye bi dek û dolabên cûrbicûr desthilatiya xwe bidomîne. Lê belê gelên azadîxwaz li hemberê van dek û dolabên rejîmê helwesta xwe diyar kirin û hilbijartin boykot kirin. Tevî her cûre perdepoşkirina hilbijartinan jî rejîma dagirker a Îran li hemberê îradeya gelan bi ser neket.  

Di dewama nirxandinan de li ser nexweşiya korona jî axaftin hatin kirin û hate gotin, ku ew nexweşiyek pergalê ye û weke her dewletê dewleta Îranê jî ev nexweşiye li dijî berjewendiyên gelan bi kar aniye û xwestiye gelan bi vê nexweşiyê bê hêz bihêle da ku bikaribe pergala xwe hîn xurttir bike. Lê belê gelên azadîxwaz li dijî her cûre êrîşan her tim bi têkoşînek mezin li ber xwe dane.

DEWLETA ÎRANÊ NEÇAR E KU SIYASETA XWE YA KURD DIYAR BIKE

Her wiha hate ragihandin ku Îran êdî nikare bi vî rengî hebûa xwe dewam bike, neçar e ku siyaseta xwe ya Kurd diyar bike.

Di kongreyê de derbarê vê mijarê de ev tespît hatin kirin; "Ev pêvajo ji bo Îranê pêvajoyeke krîzê ye. Îran ji bo ku ji vê krîzê rizgar bibe neçar e ku siyaseta xwe ya Kurd diyar bike.  Pirsgirêka Kurd li pêşiya Îranê sekiniye û heta ku Îran vê pirsgirêkê çareser neke nikare xwe ji vê kaos û qeyranê rizgar bike. Lê belê Îranê siyaseta xwe ya Kurd bi awayekê ku ew dixwaze diyar kiriye. Kengî li Rojhilatê Kurdistanê guhertin çêdibe di asta navneteweyî de rojeveke germ li ser Kurdan çêdibe, Îran jî ji raya giştî re wisa dide nîşandan ku ew jî dixwaze pirsgireka Kurd çareser bike. Lê di rastiyê de hewldaneke dewleta Îranê ya ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike tuneye.  Şûna dewleta Îranê bi Kurdan re rûnê û çareseriyê bike, siyaseta mijûlkirinê, marjinalkirinê, kurdê ku ew dixwaze avakirinê esas digire. Lê belê têkoşîn û berxwedana me wê bihêle ku dewleta Îranê neçar bimîne pirsgireka Kurd çareser bike. Em ê bi têkoşîna xwe ya bê navber bihêlin ku xeyalên gel ên azadiyê pêk bên. 

XWESTEKA JINAN HER TIM BILIND BÛ

Li gel tespît û nirxandinên giştî yên ku di derbarê Rojhilata Navîn, Kurdistan û cihanê de hatin kirin, bi taybetî nirxandin li ser rewşa jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî hate kirin. Di kongreyê de li hemberê rejîma dagirker a Îranê serîrakirin û berxwedayîna jinan hate silav kirin. 

Hate gotin, "Jin li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwedî îrade ye. Her tim xwestiye xwe ji sistema sermayedarî biparêze. Siyaseta Îranê ya li dijî jinan nîşan dide ku fêhm dike û dixwaze li dijî wê şer bike. Lê belê ya ku herî zêde bêmaf hatiye hiştin nehiştine ku dengê xwe bilind bike dîsa jî ew e. Di  van sê salên dawî de hat dîtin ku daxwazên jinan biçûk nebûn.  Jinan daxwaza guhertina qanûnên esasî kirin û her wiha, xwestin di şexsê Serokkomar de sîstem bê guhertin. Dewleta Îranê her tim xwest daxwazên jinan biçûk bike. Lê belê xwesteka jinên Îranî  mezin bû, ev eêk jî her tim zemîna têkoşînê ava dike. Jinan qada zindanê kirin qada siyasî. Kirin qada berxwedan û têkoşînê. Di van salên dawî de jinan pir berxwedanek mezin kir. Di şexsê Zeynep Celaliyan, Nesrîn Stude, Atena Daimi de jinan cesaret girt û îradeyek ava kir. Têkoşîna jina kurd bandoreke pir mezin li ser jina Îranê kir.    Hevbeşiya jinên Kurd, Fars, Belluc, Ereb, Azer, Gîlekî di nava qadên tekoşînê de  bû yek."

Di berdewamiya rewşa siyasî de behsa girîngiya rola KJAR'ê hat kirin. Bal hat kişandin ku KJAR êdî di warê civakî siyasî de xwe rêxistin kiriye. Li hember siyaseta rejîma Îranê a dagirker wek KJAR di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bi hevgirtina hemû netewên jinan ve her tim tekoşîn û berxwedan hatiye  domandin. Ji vir şûnde jî wê were domandin.  Siyaseta Îranê  a milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê her tim hebûye wê berdewam bike jî lê bi tekoşîna xwe ve ewê bikaribin pêşî li vê siyasetê bigirin. Potansiyela jin a ku di Îranê de heyî dema ku hevgirtinekê pêk bînin,  ewê rejîma dagirker têk bibin û  azadiyê dest bixin.  Bi idîa û lêhûrbûneke baş ve ewê bikaribin derketineke xurt li gorî rihê dêmê bidin çêkirin.

KJAR SOZÊ DIDE TEVAHIYA JINAN...

Di rewşa rêxistinî de hat ragihandin ku KJAR di kar û xebatên rêxistinkirina gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de asteke mezin girtiye û wê bi kar û xebatên hîn mezintir ve vê astê hîn bilindtir bikin. Hat diyarkirin ku KJAR'ê her tim xwest xwe bigihijîne hemû jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.  Ji bo ku li dijî rejîma dagirker a Îranê bikaribe bi yêk dengê têbikoşin her tim di nava hewldanên yekitiya jinan avakirinêdebûne.

Her wiha di rewşa rêxistinî de li ser nûde avabûyînê nîqaşên berfireh hatin kirin. Rewşa Komîteyên ku di binya KJAR ê de xwe rêxistinkirinî hat destgirtin û nirxandin. Her wiha di vê alozî û qeyrana pergala Îranêde rewşa jinên ciwan hat destgirtin û hat gotin ku, rejîma dagirker a Îranê li ser jinên ciwan şerê teybet a psikolojîk tê bikar tînin.  Ev yek  wek bêkarhiştin, teşwîqê fûhûşê kirin, maddeyên hişbir dana bikar anîn, di temenên biçûk de dayîna zewicandin û gelek rewşên weke mîna viya wek amûrên şerê teybet tên bikaranîn.  Di kongreyê de ev rewş bi berfirehî hat destgirtin rê û rêbazên çareseriyê hate nîqaş kirin.  

Dîsa ji bo xweparastinê nirxandin hate kirin û hat gotin ku, li hember hemû polîtîkayên rejîma dagirker ku li ser jin tên sepandin;  têkoşîn kirin, xwe perwerde kirin, xwe zanekirin teybet jî li hember desthilatdariya zilam tunditijiya li ser jin tê kirin, milîtarîzekirina civakê;  xwe parastin pir girîng e.  Di vê çerçeveyêde rola KJAR’ê hat destgirtin û hat gotin ku wê kar û xebat hîn profesyoneltir û berfirehtir werin domandin. 

Kongre di roja sêyemîn de bi rojevên plansazî û hilbijartin û axaftina girtinê bi encam bû.  

Plansaziya du salên pêşiyê di  kongreya sêyemîn de hat çêkirin. Çend xalên sereke yên plansaziyê bi vî awayî hat kirin;  

*KJAR, azadiya Rêber APO dike navenda hemû xebatên xwe û li ser esasê pêkanîna vê xwe birêxistin dike û pratîkê pêk tîne.

*Li hemberî pêkanîn û polîtîkayên tecrit, îzolasyon û hwd. ên li hemberî azadî, tendûristî û ewlehiya Rêber APO tê pêş xistin, bi radîkalkirina têkoşîna civakî, têkoşîneke giştî pêş dixîne, daku esareta Îmralî parçe bibe û em bi Rêber APO re azad bijîn. 

*Kongre ya me Şehît Cîhan sembol û pêşenga rêxistinkirina gelê Rojhilatê Kurdistanê îlan kir, ev kongre di şexsê  Ş. Cîhan de diyarî şehîdên Rojhilatê Kurdistanê, li Rojava Cenga Rûmetê û tevahî şehîdên şoreşê kir.

*Li hember pergala modernîteya kapîtalîst û şerê taybet ku di cewher de li hember gelê Kurd û Kurdistanê Qirkirina çandî dide meşandin, asta zanabûnê di xwe de ava dike û berxwedana ziman û çandê bilind dike, Ji bo nûjenkirina çanda resen a Rojhilatê Kurdistanê kar û xebat dimeşîne,  

*Çanda Rojhilat ku şopên kûr ên Neolîtîkê di xwe de digire û weke hebûna çandî ya herî zindî heta roja me ya îro hatiye, bi sosyolojîkî were lêkolînkirin û broşur were derxistin.   

*Li ser pirsgirêk û pêdiviyên jinê pêşxistina kampanya û hamleyan û tekoşîn meşandin xwe gîhandina hemû gelan, hemû jinan 

*Xebata neteweyî ya jinên Kurd meşandin, bi taybet jî li ser yekitiya jinên Rojhilatê Kurdistanê xebat bên berfirehkirin û konfiransa jin ya Rojhilatê Kurdistanê were li darxistin, 

*Li dijî tundiya li dijî jinan di nava raya giştî de kampanya bê meşandin. Li dijî, tûnditujî, tecaûz, zewaca di emrê biçûk da, zagonên ku li dijî jiyan û hebuna jinan, kampanya werin pêşxistin,  

*Li hemberî êrîş û şîdeta li ser jin û pêkanînê wek, îdam, kuştin, tecawuz û hwd. ku li dijî jinê pêk tîne, disa madên hijbir, fuhuş, bê exlaqiyên li dijî jinê pêk tên, pêkanîn çalakiyên bersivdayinê,

*Rewşa heval Zeynep Celaliyan di serî de ji bo azadiya hemû girtiyên jinên siyasî bi awayekî bi bandor pêşxistina têkoşînê û li ser vî esasî pêşxistina çalakiyan,

Piştî plansaziyê jî hilbijartin hat kirin û desteya rêveberiya KJAR’ê a nû ku ji 15 kesan pêk dihat  hat hilbijartin. Piştî hilbijartina desteya rêveber a KJAR ê;  endama desteya rêveber a KJAR’ê  Peyman Viyan axaftina girtinê kir.  Viyan di axaftinên xwede da diyarkirin ku ewê xwedî li biryar û plansaziyên kongreyê derbikevin û soza serkeftinê dîsa dûbare kir. Viyan wiha pêde çû; “Me kongreya xwe bi serkeftî dawî kir. Em vê kongreyê destpêkê li Rêber Apo û şehîdên Kurdistanê, hemû gelên me ên li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedidin,  hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin.  Me kongreya xwe di şert û mercên herî zehmet de demeke ku êrîşên dijmin ên li ser Rêber Apo û gelê Kurd û jina Kurd di lûtkeyêde tê jiyankirin de pêk aniye. Biryar û plansaziyên di kongreyêde derketî wê ji hemû gelanre teybet jî  jinên ku dildarên azadiyêre bibe hêvî û baweriyek mezin.  Di dîrokêde dagirkerî tu caran li hemberê berxwedana gelan serneketiye ji vir şûnde jî sernakeve.  Rejîmên zordar we di nava şovenîzma xwede bifetisin.  Hindî tekoşîn û berxwedana gelan bidome wê  desthilatdarî nikaribe serbikeve,  serkeftin  wê her tim ya gelên azadîxwaz be.  Di dîrokêde her tim azadî, wekhevî, xweşiktî, edalet bi destê jinê hatiye afirandin.  İiro jî ev kevneşopî di şexsê rêxistinên azadîxwaz ên wek KJAR’ê de didome û yê ku dîsa ji hemû cîhanêre  xweşiktî û ronahiyê bîne wê tekoşîna jinan be.  Li ser vê esasê em soza xwe dûbare dikin ku emê  xeyalên  dayîkên me û rêhevalên me  ên şehît ku daxwaz û bendewariya welatek azad û yêkgirtî  bûn pêk bînin.   

Kongre bi sozdayîn û sloganên, ‘bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî’ ve dawî bû.