Kirstein: Ewropa bi saya PKK'ê aram e

Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîchê Andreas Kirstein anî ziman ku bi saya têkoşîn û berdêla PKK'ê Ewropa ji DAÎŞ'ê hatiye parastin.

Ji beşdarên kampanya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan Andreas Kirstein diyar kir ku ji bo aştiyeke mayinde ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin.

Andreas Kirstein ê ji Lîsteya alternatîve (AL) ku tevlî kampanya derxistina PKK'ê ya ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bûye, di heman demê de endamê Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê ye.

PIŞTGIRIYÊ DIDIM TÊKOŞÎNA PKK'Ê

Kirstein li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî. Kirstein bal kişand ser civaka Kurd a li Ewropayê û diyar kir ku nabe ku ew bi xemsarî nêzî zilm, zext û binpêkirina mafên mirovan a li dijî gelê Kurd bibin. Kirstein got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tevlî gelek karî bûm û bi vî rengî min xwest bikim ku zilm û zexta li gelê Kurd tê kirin bê dîtin. Ez piştgiriyê didim têkoşîna PKK'ê û dixwazim PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin. Bi baweriya ku wê piştgiriyê bide têkoşîna gelê Kurd min mohra xwe danî binê belavokê."

DIVÊ ZEXT LI DEWLETA TIRK BÊ KIRIN

Kirstein destnîşan kir ku ji bo li Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştî mayinde bibe, şert e ku destpêkê PKK ji lîsteyê bê derxistin û ji bo şerê navbera PKK'ê ku nûnerê gelê Kurd e û dewleta Tirk bi dawî bibe divê dewletên navneteweyî bikevin dewrê û zextê li dewleta Tirk bikin.

PKK NÛNERÊ REWA YÊ KURDAN E

Kirstein ragihand ku Yekîtiya Ewropa ji ber şantaja li ser penaberan tê kirin û ji ber peymanên leşkerî û bazirganî, kiryarên li dijî gelê Kurd ji nedîtî ve tê û got, "PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd e. Bidawîkirina krîmînalîzekirina PKK'ê wê bike ku zext li Tirkiyeyê bê kirin û di hevdîtinên aştiyê de PKK muxatab bê dîtin. Divê Ewropa ti carî rol û berdêla gerîlayên Kurd ji bîr neke ku di tunekirina DAÎŞ'ê de bi roleke mezin rabûn. Bi saya şervanên Kurd, xelkên Ewropayê ji çeteyên cîhadîst hatine parastin."