KCK'ê ji bo Şêx Sadreddîn peyama sersaxiyê weşand

KCK'ê ji ber wefata Şêx Sadreddîn peyameke sersaxiyê weşand û diyar kir ku ew xemgîn in, ji ber ku dostekî xwe yê hêja, hevrêyekî xwe ji dest dane.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Li Raperînê ku bûye pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê, mirovê me yê hêja, rûspî Şêx Sadreddîn rehmet kir. Bi vê wesîleyê, em ji malbata welatparêzê me yê hêja Şêx Sadreddîn, xizmên wî, şopdarên wî û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Şêx Sadreddîn, wezîfeyên welatparêziyê yên ewladên gelekî bindest, bi berpirsyarî û fedakariyeke mezin bi cih anî. Lewma di têkoşîna azadiyê de ya li dijî dîktatoriya Saddam xwedî kedeke mezin bû. Destketiyên heyî yên gelê me yê Başûrê Kurdistanê herî zêde bi saya sekna berxwedêrî ya Şêx Sadreddîn û welatparêzên hêja yên mîna wî çê bûn. Şêx Sadreddîn ku rûspiyek û mirovekî bawermend bû, her tim hewl da başî, xweşî, rastiyê bide şopdarên xwe, hezkiriyên xwe û hewl da ku her kesî bike xwedî exlaqeke bedew. Di demeke wih de ku hewl tê dayin civak ji nirxên xwe bên cihêkirin, ji bo parastina civakê ya li ser bingeha nirxên xwe yên cewherî, têkoşîneke gelekî hêja meşandiye.

Şêx Sadreddîn di heman demê de dostekî ji dil û gelekî baş ê tevgera me bû. Em jî bi êş û xemgîn in ji ber ku dostekî xwe yê hêja, hevrêyekî xwe ji dest dane. Şêx Sadreddîn li dijî nêzîkatî û helwestên parçetî, herêmkî, malbatî, şexsî yên ku qet li netewetiyê nayên, bi hêrseke mezin bû. Kurd û Kurdistan her tim yekpare dît û nêzîkatiyeke li ser vê bingehê ji xwe re kir pîvana bingehîn a welatparêziyê. Bi vî rengî keda wî ne tenê di nava têkoşîna azadiyê ya Başûrê Kurdistanê de hebû, her wiha tevkariyeke mezin li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya giştî jî kir.

Bawermendek bû ku heta dawiya emrê xwe timî li cem maf, mafdarî û mezlûman bû. Em di wê baweriyê de ne ku qîmetê ku mirovên welê mezin li nava civakê dîtine wê li cem Xwedê jî bibîne. Em careke din sersaxiyê ji malbata wî, dost û xizmên wî, şopdarên wî re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ji bo bîranîna wî em ê li tevahiya Kurdistanê jiyana azad ava bikin."