KCDK-E ji bo 4’ê Nîsanê dest bi kampanyayekê dike

KCDK-E bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah calan dest bi kampanyayekê dike û bang kir ku her kes tevlî bibe.

KCDK-E têkildarî kampanyaya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

KAMPANYAYA TEVNA CIVAKÎ

Daxuyaniya KCDK-E wiha ye:

“Di roja Rojbûyîna Rêber APO 4’ê Nîsanê de, em ê bi şîara ji Ocalan ra Azadî û bi Paradîgma Wî ya Netewiya Demokrat ve pîroz bikin!

Ber nexweşiya Koronavîrûsê gelê me li malê dimîne; divê em vî wextê xwe, bi nîqaşa li ser mijarên felsefeya xwe ya demokrasiyê û azadiya jinê ya ekolojî nîqaşê bikin û ji bo em hişmendiya xwe kûrtir bikin, bi karbînin.

Li ser vê mijarê, divê herkes şêwazên hêja bi afirîne û li mala xwe parve bike. Kampanya ku di 3-4’ê Nîsanê de li ser tevnên civakî em ê çê bikin, divê em bi şêwazê “ji Ocalan û hemû zîndaniyên siyasî re azadî” bidin meşandin. Em ê kampanya yê, bi Înîsayitîfa Navneteweyî re bi dirûşma Ji Ocalan re Azadî - Li Kurdistanê Aştî” ve bidin birêvebirin. Kampanya me, ew ê roja Înê saet di 12.00 de despê bike

Free Ocalan, Free Them All

Free Ocalan, and All Political Prisoners (Azadî Ji Bo Ocalan û Hemû Zîndaniyên Siyasî - Öcalan'a ve Tüm Siyasi Tutsaklara Özgürlük)

Ev şîara ewil a ku em difikirin (Free Öcalan, Free Them All), ev despêke ji bo Angela Davis derket holê. Piştre ji bo Otegi ev şîar hat bikaranîn. Lewma mirov dikare her du navan jî di Twittê de bide diyarkirin, da ku ew jî karibin retwet bikin: dikarin @ArnaldoOtegi û Angela Davis binivîsine (lê Twitter a Angela Davis nîne).

Înayatîfa Navneteweyî, ew ê peyamek kurt binivisîne û li gel kartpostalekî, em ê vêna jî bi weşîne.

Ew şîarên me li jor dane nîşandan, her kes dikare li goreyî zimanê xwe wergerînin û bi wêneyan re parvebikin. Li herêman, dikarin ji kesayetên tên naskirin jî, vêna bixwaze. Her kes dikare di vê mijarê de afirêner be û lê zêdebike.

DIVÊ ÇI BÊN KIRIN

Di 3 û 4 ’ê NÎSANÊ de, em dikarin wisa tevbigerin:

Ji bilî vêna, li her malê; Ocalan kî ye, çima li Imrali ye, rewşa zîndaniyên siyasî çawa ye (?) û hwd. bi pirsên wisa nîqaş dikarin werin kirin. Bi wesileya vê roja jidayîkbûnê, mirov dikare li malan, li malbatan sohbetên wisa pir bike.

Li malan mînak; zarok, ciwan dikarin li dîwarên odeyên xwe “Rojbûna Te Pîroz Be Rêber APO” û an “Azadî ji bo Ocalan û hemû zîndaniyên siyasî” û hwd.li her rûpelêkî kaxizên A4 herfekê binivîsîne, an jî bi şêweyên cudatir binivisînin.

Ji xêndî vanan, hinek dikarin tiştên cuda cuda bi fikirin û çêbikin. Mînak; ên bixazin wêneyan çêkê, yên bixwazin stranan bêje, yên bixwazin şêra binivisînin û hwd.tiştan bi afirînin.

Bila gele mê lî mal u bostanê xwê darâ biçîne, ji bo civakek ekolojîk bê ava kirin.

Mirov dikare balê bikişîne ser pirtûka Diyalogên Mirovên Jiyana Azad, ji bo ku bixwinîn.

Hilbet em vêna weke sistema ku tê zanîn wateyê nadinê û bi vî awayî rojbûnê pîroz nakin. Rêber bi xwe gotibû “min rojbûna xwe ya sisiyan çêkir”. Divê hemû nîqaşên me û li ser roja ji dayîkbûnê tiştên ku em bikin di vê çarçovê de bin. Bi saya vêna em jî xwe perwerde bikin û divê hişê me hemû li ser azadbûna wî û hemû zîndaniyên siyasî be!

Em ê bi video û wêneyên wisa sînewizyonekê çêbikin û bixin malpera xwe. Her wiha tv û hwd.dikarin vana bi nirxîne, bi karbîne, dikarin bavêjin Twitterê û her wiha karibinin ji bo me jî bişînin vê navnîşanê baş dibe: [email protected]. ”