Karayilan: Şehîdên me pîvan in

Karayilan ji Gerîla TV'yê re axivî, bal kişande ser giringiya şehîdan a di têkoşîna azadiya Kurdistanê û di dîroka 43 salan a berxwedanê de û got, ''Şehîdên me pîvan in, perspektîfa siberojê ne, ferman in û rêya serfiraziyê ne.''

Fermandaarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan got ji Nîsanê û vir ve ev 2 meh in li hemû eyaletan çalakî têne kirin, astek hatiye zevtkirin lê divê ev were kûrkirin û domdarkirin û domand, ''Kûrbûna li ser xeta şehîdan û Rêbertî wê me bibe encamê û serfiraziyê. Bi vî rengî em rastiya şehîdan dikarin bijîn, bibin layiqî bîranînên wan. Bi vî rengî em ê tola dîrokî hilînin. Bi vî rengî em ê xeyala gelê xwe, xeyala dayikên vî welatî, xeyala zarokên vî gelî pêk bînin. Ya ku li hêviya me ye ev e.''

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ji Gerîla TV'yê re axivî. 

Karayilan bi wesîleya Gulanê, Meha Şehîdan, şehîdên Gulanê di şexsê Hakî Karer de bi bîr anî û got ew sond dixwin soza ku dane şehîdan, têkoşînê geş bikin. Karayilan got, ''Em ê bîranîna wan bikin perspektîfa avakirina jiyana azad, berxwedanê geş bikin û b avakirina jiyana azad û Kurdistana Azad bidomînin. Em di vê roja pîroz de Rêber Apo ku pir keda wî heye li ser navê hemû hevalan slav dikin û dilsoziya xwe nîşan didin.''

CIHÊ ŞEHÎDAN ESAS E

Karayilan bi domdarî got, ''Di hebûn û berxwedan her civakê de cihekî girîng ê şehîdan heye. Heke li ser xakekê xwîn hatibe rijandin ew xak dibe welat û pîroziya wê wiha geş dibe. Ji ber vê jî di dîroka her neteweyê de cihê kesên ku ji bo azadiyê xwîn rijandine û şer kirine taybet e. Di têkoşîna me de jî, di Kurdistanê de ev pir cihê û taybet e. Di berxwedana me de cihê şehîdan esas e.  Li ser welatê me siyaseta qirkirinê heye, civaka me li ber kêrê ye û dagirkerên li welatê me dixwazin qira gelê me bînin. Ji ber vê li pêşberî me dijminekî barbar, kîndar û ne dilrehm heye. Her tiştê me dikine hedef; hebûna welatê me, hebûna civaka me, hebûna çanda me, dîroka me û ya rabirduya me dikine hedef û dixwazin wê ji holê rakin. Rêber Apo li welatekî wiha, li gel her cure bêderfetiyan jî bi rê ket. Ji ber vê jî li welatê me berxwedaniya şoreşger encex bi ked û xwînê dikarîbû geş bibûya.''

HER TIŞT BI XWÎNA ŞEHÎDAN AVA BÛ

Fermanarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan, bi berdewamî got, ''Bi şehîdbûnê re her tişt ava bû, berxwedana me ya li Kurdistanê wiha geş bû û her tişt bi xwîna şehîdan ava bû. Nexasim îdeolojî û felsefeya ku Rêber Apo danî holê, her wiha rêbaza dilsoziya wî ya bi heval û hevrêtiyê re di berxwedaniya me de şehîdbûn li cihekî berz û taybet danî.'' Karayilan şehîdbûna Hakî Karer bi bîr xist û got, ''Bi şehîdbûna heval Hakî Karer re Rêber Apo got, ''Êdî xwîn rijiya, jê veger nîne.'' Ji bo bîranîn û tola heval Hakî Karer bernameya PKK'ê nivîsand. Bi vî rengî partîbûn; ango biryara têkoşîna azadiyê teqez bû.''

PIŞTÎ HAKÎ KARER HALÎL ÇAVGÛN

Karayilan şehîdbûna Halîl Çavgûn jî bi bîr xist û got, ''Hevrê Halîl Çavgûn ji hêla kontrayên feodal, axa û Tirk ve hate şehîdkirin. Ji ber vê şerê tolhildanê geş bû û bi vî rengî berxwedana Hîlwanê bi vî rengî des pê kir û bi ser ket.''

Karayilan her wiha got 1979'an jî li Pirsûsê Muslûm Baran şehîd bûye, ev jî bûye wesîleya geşbûna berxwedanê û berxwedana Siwerekê wiha geş bûye, di berxwedana Hîlwan û Siwerekê de bi pêşengiya Salh Kendal û Cuma Tek nêzî 20 hevrêyên wan şehîd bûne.

BERXWEDANA ZINDANÊ Û ŞEHADET

Karayilan bal kişande ser berxwedan û şehadetên li Zindana Amedê, got darbeya 12'ê Îlonê dixwest li zindanan PKK'ê tine bike, ji ber ku piraniya qedroyên wan hêsîr ketibûn û li zindanan bûn dixwestin ku di ser qedroyan re siyaseta teslîmgirtinê xurt bikin û wiha PKK'ê tasfiye bikin.

Karayilan bi bîr xist li dijî vê Mazlûm Dogan bi berxwedaniya xwe peyama berxwedanê daye, Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Eşref Aynik, Necmî Oner ev peyam standine û bedena xwe  dane ber êgir, piştî vê jî 14'ê Tîrmehê Berxwedana  Zindanê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê rûdaye, li dijî faşîzmê serfiraz bûne. Karayilan got, ''Polîtîkaya teslîmgirtinê ya ku dijmi plana wê danîbû hate şikandin. Ev berxwedan her wiha ji bo hemû Tevgerê peyamek bû û giyanek daye.''

15'Ê TEBAXE Û ARTÊŞA ŞEHÎDAN
Karayilan wiha got: ''Di vê pêvajoyê de û li ber ronkahiya peyama şehîdan bi pêşengiya hevrê Egît Pêngava 15'ê Tebaxê re ev pêvajoya berxwedanê aniye ser qonaxeke dî. Vê pêvajoyê bi xwe re artêşa şehîdan ava kiriye. Bi qutebirî, di dîroka berxwedana me her şehadet  ji Pêngava 15'ê Tebaxê û vir ve bûye serdemeke nû û xurt a berxwedanê.''

Karayilan bi berdewamî got, ''Bi felsefe û ramana ku Rêber Apo danî holê, bi pratîkî dilsoziya wî ya bi hevrêtiyê re, bi xwe re ev geşedan afirand. Ji ber vê Rêber Apo got partiya me partiya şehîdan e û endamên heqîqî şehîd in. Bi rastî jî dema ku niha em dinerin şehîd me rê ve dibin, me li ser piyan dihêlin, me tînin cem hev û dikin ku em tevlê bibin. Ango şehîd yekîtiya me pêk tînin û rêya me ronî dikin.''

BÊRÎVAN ŞEHÎD BÛ, CIZÎR BÛ BÊRÎVAN

Karayilan şehîdbûna Bêrîvan a li Cizîrê bi bîr xist, got ew gerîlayek bû, çûbû Cizîrê û peywira şoreşgerî dikin, diyar kir, ''Dijmin ji bo ku li   Cizîrê xebata şoreşgerî ji holê rake bi plan heval Bêrîvan şehîd kir lê hemû Cizîr bû Bêrîvan. Niha navê piraniya jinên Cizîrê Bêrîvan e û li nav refên me ne, li nav şehîdan in. Cizîr bû keleha Berxwedanê. Ango wê şehîdbûnê Tevgera me qels nekir. Tişta ku dijmin hêvî dikir nebû, berevajî wê bû.''

SERHILDAN BI ŞEHÎDAN DEST PÊ KIRIYE

Karayilan wiha domand: ''Li Kurdistanê serhildan destpêkê bi xwedîderketina li şehîdan geş bûye. Xwestine ku cenazayên şehîdan bi merasîman, bi dirûşmeyan, bi girseyî rakin. Bi vî rengî serhildanan dest pê kiriye. Li Nisêbînê meşa ji bo cenazeyê Heval Salih, Heval Zana, Heval Zinar, bi tevahî ya 11 hevalan bûye serhildan .Li Cizîrê jî wiha bûye û li hemû Kurdistanê berbelav bûye. Ango şehîd rêxistiniya gelê me dikin, rê ve dibin û radike serhildanê. Rê nîşanî Têkoşîna Azdiyê dikin. Şehîd di têkoşîna me de bi roleke wiha rabûne.''

XETA RÊBERTÎ Û ŞEHÎDAN

Karayilan bi domdarî got, ''Xeta Rêbertî û şehîdbûn hev temam kirine û bi esasî diyardeya şehîdbûnê kiriye ku xeta Rêbertî pêl bi pêl geş  bibe. Bi hev re xwedî têkiliyeke wiha ne. Diyardeya Rêbertî li Kurdistanê bi berxwedana şehîdan derketiye holê. Ji ber vê  Rêbertî her wiha temsîla şehîdan e jî. Jixwe Rêbertî bi vî rengî dibêje. Naxwe xeta Rêbertî û şehîdan ronkahiyê çêdikin, hêz û vînê çêdikin, wêrekî û fedekariyê çêdikin. Ev jî mirov diqulibîne ser hêza têkoşîn û berxwedanê. Diqulibîne ser vîneke ji polayê. 

Vaye niha ev 43 sal in ev heqîqet me rê ve dibe. Ango heqîqeta şehîdên leheng me rê ve dibe. Ji ber vê PKK partiya şehîdan e.''

PKK MEZINTIR DIBE

Karayilan got, ''PKK qels nabe û naqede. PKK her ku diçe mezin dibe. Ji ber ku PKK partiya şehîdan e. Bi hêza şehîdan, têkoşînê û berxwedanê geş dike û berz dike. Ev hêz PKK'ê vediguherîne ser hêzeke têkneçûyî. Her wiha li ser rêya şehîan û Rêbertî meşa ber bi serfiraziyê ye.''

QUTBÛNA JI RÊYA ŞEHÎDAN ÎXANET E

Karayilan wiha domand: ''Naxwe mirov dikare wiha bibêje: Rêya şehîdan, rêya Rêberî û serfiraziyê ye. Divê qutbûn ji vê rêyê çênebe. Qutbûn tê maneya qutbûna ji serfiraziyê ye. Bi temamî qutbûna ji vê îxanet e. Pîvan wiha ji hêla şehîdan ve hatiye danîn. Şehîdan pîvana serfiraziyê bi berxwedanê zelal kirine.''

Karayilan bi domdarî got, ''Ji ber vê heqîqetê em şopdarên şehîdan û Rêbertî vê mehê û vê roja pîroz divê em biki hîmê xwe dane ber pirsan, ango divê em bi wesîleya meh Gulanê lê bifikirin bê ka em çendî li ser rêya şehîdan in, çendî şopdarên wan in.''

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Karayilan got: ''Em hemû şehîdên me di şexên şehîdên  meha Gulanê de bi bîr tînin. Lê em pê dizanin di her meh û her roja 43 salan de şehîd hene. Em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji Adil heta bi Nûdayan, ji Rojîn heta bi Reşît, Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîran, hemû şehîdên ku heta niha bi şexsê şehîdên meha Gulanê de bi bîr tîni û careke dî soz didin ku em ê dildarê bîranîna wan bin.''

ŞEHADETÊN SALA DAWÎ

Karayilan şehîdên 2019'an Helmet, Sînan, Navdar, Serhat, Cemîl, Demhat bi bîr anî, got, ''Şehadetên 2019'an ji bo me xwedî cihekî girîng in û divê bêne ser ziman'' û diyar kir, ''piranî bi komployê şehîd bûne. Bi îstîxbarata li ser xakên Kurdistanê hatine dayin şehîd bûne.''

Karayilan şehîdbûna Têkoşer, Têkoşîn, Zerdeşt Şengalî, Şernas, gerilayên din ên li Şengalê bi bîr anî û got, ''Şehadeta van hevalan û yên li Qadên Parastina Medyayê jî wih bûne.''

Karayilan diyar kir di şehîdbûna wan de rola xeta noker zêde ye û got, ''Em şehîdên 2019'an di şexsê fermandarên me Heval Alî Piling û Çîçek Botan de bi bîr tînin.''

Karayilan şehadeta Sînanê Sor (Alî Aktaş) û Rûbar (Huseyîn Poyraz) bi bîr xist, got, ''Ev heval 2017'an şehîd bûne'' û domand, ''Di têkoşîna me de xwedî kedeke mezin in û bi roleke mezin rabûne, hemû temenê xwe dane têkoşînê û şoreşê.''

JI KONSEYA BIRYARGEHÊ 18 ŞEHÎD

Karayilan her wiha got, ''Di van 5 salên dawî de ji Konseya Biryargeha HPG'ê 18 heval şehîd bûne. Em tevgereke wiha ne. Em ji şehîdên xwe hêzê distînin lê ji şehîdbûnê natirsin.''

DIJMIN JI ŞEHÎDAN DITIRSE

Karayilan êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser gorên gerîla bi bîr xist û got, ''Çima wiha dikin? Ji ber ku dijmin jî hêza şehîdan dît û ji vê hêza şehîdan ditirse. Sedema pêşî ev e'' û domand, ''Sedema duyan jî bêguman dijmin dixwaze koka gelê me biqelîne. Dixwaze qir bike. Ji ber vê naxwaze ku dîroka gel hebe. Naxwaze ku di bîra xwe de tiştekî veşêre û biparêze. Dema Şêx Seîd ew qas şehîdên Licê, Palû û Hênê li kû ne? Şehîdên Dersimê, yên Geliyê Zîlan li kû ne? Çend ciwan navê wan zanin? Gorên wan li kû ne? Nînin. Dijmin hemû ji holê rakirine. Tê zanîn, gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza nînin.''

RASTFÊHMKIRINA TALÎMATA ŞEHÎDAN

Karayilan wiha got: ''Her şehîd ji bo me talîmat e. Talîmata çiye? Talîmata ji kêmasiyên xwe derkevin. Bi erzanî serfiraziyê nedin dijmin, xwe biparêzin. Rêbertî jî tîne ser zimên. Heke tu bi lehengî şer bikî û li ber xwe bidî, bi rengekî ku dastanê biafirînî şehîd bibî ev pîroz e, lê ev bi serê xwe, ji hev qut bin ev serfiraziyê nayîne. Di dîroka me de dastanên lehengiyê zehf in. Ya ku li me dikeve ew e ku em van dastanên lehengiyê ji xwe re bikin mînak, talîmata şehîdan rast fêhm bikin û xeta şehîdan bikin xeta serfiraziyê.''

Karayilan wiha domand: ''Şehîd hêz in, nemir in, dema ku em wiha dibêjin, em nabêjin em hemû şehîd bibin. Şehîd çima nemir in? Ji ber ku dixwazin me bikin hêza serfiraziyê. Ji ber vê nemir in. Ji ber vê, ya ku divê were kirin ew e ku em şehîdan rast fêhm bikin. Li vir a girîng ew e ku em şehadetê û Rêbertî rast fêhm bikin.  Her kes divê wiha fêhm bike, şaş fêhm neke û kesek divê nebêje min fêhm nekir. Ji ber vê Rêbertî paratin danî holê, perwerde tê dayin. Şehadet çêdibin.  Roja berdest kes nikare bibêje, min fêhm nekir.  Rastfêhmkiria Rêbertî û şehadetan ew e ku mirov li dijî dijmin xwe bike hêza serfiraziyê. Rastfêhmkirin ev e.  Divê ev wiha were dîtin.

Karayilan bi berdewamî got, 'Tu yê çawa bibî hêza serfiraziyê? Ji bo ku bibî hêza serfiraziyê divê tu şêwaza şer a dijmin nas bikî û vê şêwazê pûç bikî. Di navenda şêwaza şerê dijmin de îstîxbarat heye. Piştre teknîk heye. Divê tu vê pûç bikî. Şêwaza tevgerînê divê wiha be.''

PRATÎKA NÎVÎ NÎVÎ ÊDÎ NABE

Karayilan got, ''Bi vê çarçoweyê ev 3 sal in em li ser hûr dibin, hewldanan geş dikin. Îro em ketine pêvajoyeke girîng. Heta niha perspektîfên me, projeya me ya ji nû ve danînê nîvî nîvî pêk hatine. Îsal em êdî dixwazin bi temamî pratîze bikin. Êdî nîvî nîvî pratîzebûn nabe. 2020'an divê li ser xeta şehîdan û Rêbertî gerîlayê serdemê, gerîlayê xeta nû jiyanî bibe.  Bi keda şehîdan û Rêbertî em hatine asteke dî.  Ev ast asta gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e. Ne şêwaza gerîlatiya klasîk e.  Ne gerîlayê ku bi roj diçe her deverê, xwe şanî her kesî dike, diçe gundan û jê derdikeve. Gerilayên ku mîna xeyaletan tevdigerin. Nayên xuyakirin lê li her deverê ne. Nayên xuyakirin lê dijmin dişopînin. Nayên kontrolkirin lê dimin kontrol dikin. Gerîlatiya serdemê wiha ye. Gerîlatiyaserdemê ew e ku mirov îstîxbaratê nede dijmin û derheqê dijmin bibe xwedî îstîxbarat û dijmin tasfiye bike.''

Karayilan wiha got: ''Gerîla êdî dive biçe serfiraziyê, ji ber ku em di pêvajoya dawî de ne. Êdî divê em biçin serfiraziyê. Cidîbûn hewce ye. Cidîbûn tê maneya disîplînê, xefbûnê û pûçkİrina dijimn. Pêvajoya gerîlayê ku dijmin pûç dike, derbê lê dixe dixwaze. Romantîzma wê êdî wiha ye. Divê Konfederalîzma Demokatîk ava bike, azadiya gelan ava bike. Êdî hewceyî bi gerîlayên ku bi vê hişmendiyê bi rê dikeve heye.''

PÊŞKETIN HENE, DIVÊ WERIN KÛRKIRIN

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan herî dawî got, ''Bi vê çarçoweyê pêşketin hene. Em dikarin vê bibêjin. Ji Nîsanê û vir ve du meh bihurîn. Rewşa hemû eyaletan ji aliyê me ve hate fêhmkirin. Bi giştî astek heye. Hemû eyaletan çalakî kirin. Çalakiyên baş çêbûn. Ji  Dersimê heta bi Serhed, Botan, Amed, Xerzanê hewldan derketin pêş. Tê dîtin ku astek heye. Lê divê ev were domandin û kûrkirin.  Divê ev sal bibe sala berxwedanê. Biqulibe ser pêngava gerîlayê Modernîteya Demokratîk. Peywira li ber me ev e.

Karayilan wiha got: ''Ev peywir şehîdên me û Rêbertî li ber me daniye. Divê li ser vê xetê em kûr bibin. Kûrbûna li ser şehîdan û xeta Rêbertî wê me bibe serfiraziyê, encamê. Em bi vî rengî dikarin rastiya şehîdan bijîn, bi layiqî li bîranînên wan xwedî derkevin. Bi vî rengî em ê tola dîrokî hilînin.  Bi vî rengî em ê tola dîrokî hilînin. Bi vî rengî em ê xeyala gelê xwe, xeyala dayikên vî welatî, xeyala zarokên vî gelî pêk bînin. Ya ku li hêviya me ye ev e. Ya li ber me ev e. Li ser van esasan divê hemû hevrê li peywirên serdemê xwedî derkevin, li ser şopa şehîdên leheng bibin milîtanên serfiraziyê. Şehîdên me vê ji me dixwazin. Li ser van esasan ehîdên me rabirdu, dahatuya me ne, şehîdê me her tiştî me ne. Şehîdê me talîmata me ne. Ji ber vê em dibêjin; Şehîd Namirin!"