Karasû: Ji bo têkbirina AKP-MHP'ê biçin ser sendoqê

Karasû: Mesele ne Îmamoglû û CHP ye. Mesele têkbirina AKP-MHP'ê ye ku dijminatiyê li Kurdan dike û polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne. Di serî de Kurd, hêzên demokrasiyê divê biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû girîngiya Stenbolê, wateya xwe ji bo Kurdan û hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê ji ANF'ê re nirxand.

Karasû destpêkê bal kişand ser kûrahî û danheviya dîrokî ya Stenbolê û diyar kir, Stenbol ne bajarekî ji rêzê ye. Karasû got, "Dibe ku nifûsa xwe 15 milyon mirov be, lê belê xwedî hêz û bandora nifûseke ji 30 milyon mirovî ye. Partiyek li bajarekî wiha bibe desthilatdar wê xwedî serwerî û avantaj be."

KOÇA KURDAN A BER BI STENBOLÊ VE

Karasû taybetmendiyên çandî, civakî, aborî û siyasî yên Stenbolê bi berfirehî nirxand û bal kişand ser hebûna Kurdan a li Stenbolê: "Kurd di dîrokê de timî gelekî kedkar û koçber bû. Koçî bajarên girîng ên welatên cîran kirin. Bi taybetî koçî navendên welatên serdest kirin. Wekî din di dîrokê de gelek raperîn çêbûn, ji ber van raperînan her wiha ji ber pirsgirêkên civakî Kurdan ji neçarî koç kirin. Mînaka ber bi çav a vê yekê koça ber bi Anatoliya Navîn bi taybetî Konya ye. Wekî din em dibînin ku di sedsala 19'an de koçberiyek rû dide. Ev yek bi du rengî pêk hat. Ya yekemîn; di çarçoveya polîtîkayekê de piştî raperînan hin malbat anîn Stenbolê û bi vî rengî xwestin kontrol bikin. Li aliyê din ji ber raperînên sedsala 19'an Abdulhamît li dijî Kurdan polîtîkayeke cuda meşand, polîtîkayeke şerê taybet meşand. Ji nava Kurdan Alayên Hamîdiye hate avakirin. Her wiha mektebên eşîran hatin avakirin. Bi rêya vê yekê xwestin nokerî di nava Kurdan de bê afirandin, bi kesayetên xwedî zîhniyeta dewletê Kurdistanê kontrol bikin. Hin Kurd bi vî rengî birin li Stenbolê bi cih kirin.

 Wekî din rastiyeke Seyît Abdulkadîr heye ku di nava meclîsa Osmanî de hebû, serokatî jî jê re kir. Lewma Stenbolê bi taybetî ji sedsala 19'an û pê ve bû deverek ku Kurd lê bi cih bûn û navendeke Kurdan. Piştî ku Abdulhamît ji desthilatdariyê hate xistin û serdema Meşrûiyetê ya Duyemîn dest pê kir, Kurd tevlî rêxistinbûna siyasî û civakî bûn. Stenbol ew bajar e ku Tealiya Kurd û Cemiyeta Hêvî ya Kurd lê ava bûye. Kurd li Stenbolê bûn hêzeke fikrî."

SEDEMA KOÇA KURDAN A BER BI STENBOLÊ BI GIRANÎ POLÎTÎK E

Karasû diyar kir, salên 1960 û 70'î ew sal in ku hem Kurdên Elewî hem jî yên Sûnî koçî Stenbolê kirin û got, "Bi taybetî di çarçoveya Plana Şark Islahat de ji bo rojavayê Firatê bê Kurd bê hiştin polîtîkaya Tirkkirina Kurdên Elewî hate meşandin. Ji bo nifûsa Kurdan bê kêmkirin û etnîsîteya Tirk li rojavayê Firatê bê serdestkirin, Kurdên Elewî koçberî metropolên Tirkiyeyê bi taybetî Stenbolê kirin. Şaş e ku koçberî tenê ji ber sedemên aborî bê nirxandin. Eger li Sêwas, Meletî û Mereşê lêkolîn bê kirin wê ev rastî bê dîtin. Wê bê dîtin ku Tirkên li wan deveran koç nekirine, gundên Tirkan li şûna xwe man e, lê gundên Kurdan ku ji aliyê aborî, çandîn û sewalkariyê ve berhemdar in hatine koçberkirin."

Karasû anî ziman, bi pêşketina kapîtalîzmê li Tirkiyeyê re Kurdên Sûnî jî weke hêza kar a bi erzanî koçberî metropolên Tirkiyeyê hatin kirin û diyar kir, "Di vir de jî sedemên bingehîn sedemên siyasî ne. Bi taybetî ji bo armancên siyasî ji herêma Serhedê koçberî hatiye kirin ku piraniya nifûsa xwe Kurdên sûnî ne. Mîna Sêwasiyan mirovên ji Serhedê jî li Stenbolê xwedî nifûseke zêde ye ku ev yek encama pêkanînên Plana Şark Islahat e. Divê ve rastî bê dîtin. Tevî ku herêma Serhedê ji aliyê çandinî û sewalkariyê ve xwedî derfetên girîng e Kurd ji wê deverê hatin koçberkirin. Tirk an jî mirovên ji etnîkeke din nehatin koçberkirin. Ji Amed, Sêrt, Colemêrg, Mêrdîn û deverên din ji ber sedemên aboriyê koçberî rû da be jî lê belê sedema bingehîn a koçberiyê sedema polîtîk e. Vê rewşê pêkhateya nifûsa Stenbolê guhertiye. Kurd, bi Elewî û Sûniyê xwe li Stenbolê xwedî nifûseke girîng in.

STENBOL BAJARÊ HERÎ MEZIN Ê KURDAN E

Dibêjin ku Stenbolê bajarê herî mezin ê Kurdan e. Ev rast e. Di vir de mebest ne tenê Kurdên Sûnî ne, divê mirov Kurdên Elewî jî bibînin. Mînak; tê gotin ku piraniya nifûsa Stenbolê ji Sêwasê ne. Ji Sêwasiyên koçî Stenbolê kirine jî 80 ji sedî Kurdên Elewî ne, ji wan 15 ji sedî Tirkên Elewî ne û 5 ji sedî jî Kurdên Sûnî ne. Rastiyeke wiha heye. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku nifûsa Kurdan a li Stenbolê di kîjan astê de ye. Di rêza duyemîn de jî Qersî hene, piraniya wan jî Kurdên Sûnî ne.

Piştî salên 1980'î bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re ji ber zext û zordariya giran û şerê qirêj ê salên 90'î ji Amed, Riha, Mêrdîn, Colemêrg, Sêrt, Wan, ji her devera Kurdistanê koçberiyeke zêde ber bi Stenbolê ve rû da."

KURD LI STENBOLÊ XWEDÎ HÊZEKE XURT A ABORÎ, SIYASÎ Û ÇANDÎ NE; STENBOL ÊDÎ BÊYÎ KURDAN NABE

Karasû destnîşan kir ku ji ber van sedeman hemûyan Stenbol veguheriye bajarekî ku diyalektîka Tirkiye-Kurdistanê bi xurtî lê pêk hatiye û got, "Kurd li vê derê bûne hêzeke aborî, siyasî çandî. Ji aliyê civakî ve xwedî nifûseke girîng in. Lewma Stenbol bêyî Kurdan nabe, nabe ku rastiya Kurdan ji nedîtî ve bê. Êdî li Stenbolê di mijarên jiyana aborî, civakî, çandî û siyasî ya Stenbolê de Kurd teqez di nava hevsengiyan de hene û divê hebûna Kurdan bê dîtin.

Stenbol beşeke girîng a têkoşîna azadiyê ya Kurd e. Qadeke têkoşîna azadiyê ya Kurdan êdî Stenbol e, metropol in. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de dinirxîne. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê Stenbol gelekî girîng e. Lewma Stenbol ji bo Kurdan ne tenê devereke ku koçberî wê derê bûne û tenê li wir dixebitin. Êdî veguheriye qadeke bingehîn a têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd. Divê têkiliya Kurdan a bi Stenbolê re bi vî rengî bê nirxandin."

POTANSIYELA HDP'Ê YA LI STENBOLÊ GELEKÎ XURT E

Der barê potansiyela HDP'ê de ya li Stenbolê, ku di hilbijartinê de zêdeyî milyonek 200 hezar deng wergirtibû Karasû got, "Potansiyela HDP'ê ya li Stenbolê gelekî xurt e. Rêjeya dengê xwe yê heyî dikare  bi sê qatî zêde bike. Bêguman eşkere ye ku dengê Kurdan girîng e. HDP li Stenbolê bi giranî dengan ji Kurdan werdigirin. Bêguman di nava Kurdan de Kurdên Elewî jî hene. Lê belê divê HDP li Stenbolê hîn bêhtir dengan werbigire. Taybetmendiyeke din a Stenbolê ew e ku HDP bi rêya Kurdên Elewî dikare xwe bigihîne Tirkên Elewî. Ji ber ku Tirkên Elewî jî di asteke girîng de koçî metropolên Tirkiyeyê kirin."

Karasû bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo HDP'ê gotiye, 'dikare li gelemperiya Tirkiyeyê 30 ji sedî yê dengan werbigire' û got, "Lê belê dema mijar Stenbol be divê karibe xwe bigihîne 60 ji sedî yê dengan. HDP dema ku nêzîkatiyeke polîtîk a ku bandorê li tevahiya danheviya demokratîk dike nîşan bide, wê karibe xwe bigihîne vê armancê. Piraniya mirovên ku niha deng didin CHP'ê dikarin deng bidin HDP'ê. Hîn jî beşeke girîng a Elewiyan deng didin CHP'ê. Cihê wan teqez nava HDP'ê ye."

Karasû diyar kir, Stenbol her tim bûye deverek ku xeta azadiya jinê û dînamîzma jinê lê xurt e û destnîşan kir, eger jin wê di nava jiyana demokratîk û azad de xwedî rol bin û di vê mijarê de bi dînamîzmeke demokratîk potansiyeleke jinê heye ev yek herî zêde li Stenbolê heye, divê HDP wan hembêz bike.

PIŞTÎ KU HDP JI BENDA HILBIJARTINÊ DERBAS BÛ, YEKSER BÛ HEDEFA AKP'Ê

Karasû der barê stratejiya HDP'ê ya hilbijartinên 31'ê Adarê de ku li Kurdistanê ji bo qezençkirina şaredariyan li metropolên Tirkiyeyê jî ji bo têkbirina AKP-MHP'ê nêzî hilbijartinê bû, nirxandineke wiha kir:

"Çavkaniya vê stratejiya HDP'ê eşkere ye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de piştî ku HDP ji benda hilbijartinê derbas bû, AKP ji desthilatdariyê kete xwarê. Bi 7'ê Hezîranê re AKP'ê HDP kir hedefa xwe. Derbasbûna HDP'ê ji bendê ji bo xwe weke rewşeke metirsîdar dît. Ji bo HDP'ê asteng û tengav bike dest bi êrîşê kir. Bi taybetî piştî ku 1'ê Mijdarê ji nû ve bû desthilatdar bi temamî dijminatî li HDP'ê kir. Ev yek di heman demê de dihat wateya dijminatiya li demokrasiyê û Kurdan. Ji xwe bajarên Kurdan şewitand, hilweşand. Piştre jî parlamenter, hevşaredarên HDP'ê xist zindanan. Hema bêjin ti ji rêveberên HDP'ê nehiştin."

Karasû destnîşan kir, AKP'ê nikarîbû xwe li hebûna HDP'ê rabigire û got, "Ya herî xwezayî ew bû ku HDP polîtîkayeke ku faşîzma AKP-MHP'ê lawaz bike bimeşîne û polîtîkaya rast jî ew bû."

Karasû diyar kir, desthilatdariya heyî ya AKP-MHP'ê desthilatdariyeke faşîst e û diyar kir, "Têkoşîna bi tena serê xwe ya li dijî vê yekê wê helwesteke apolîtîk bûya, wê bihata wateya nemeşandina polîtîkayê. Wê bihata wateya jinedîtîhatina faşîzmê. Bihata wateya nelivandina li hemberî dijminê ku dixwaze te bieciqîne. Eger HDP'ê stratejiyeke wiha nemeşandibûya wê bikete rewşa partiyeke welê ku dûrî polîtîkayê, dûrî têkoşîna azadiyê ye.

Lewma HDP'ê polîtîkayeke rast meşandiye. Mesele ne CHP an jî tiştekî din e. Mesele demokrasî ye, azadî ye û êrîşa li dijî wan e.  Ev êrîş wê çawa bê têkbirin? Wezîfeya bingehîn a vê demê lawazkirina faşîzma AKP-MHP'ê ye. Heta ku ev desthilatdarî neyê lawazkirin ne li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tê çareserkirin ne jî demokratîkbûn pêk tê. Helwesteke wiha hem mecbûrî bû, hem jî ya rast bû."

GELÊ KURD WÊ DI 23'Ê HEZÎRANÊ DE JÎ BI AKP-MHP'Ê BIDE WINDAKIRIN

Karasû anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadiyê ye, pirsgirêka demokrasiyê ye, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û got, "Daxwaza gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û azadiyê, hêzên şoreşger ên gelê Kurd ew e ku pirsgirêk di nava demokrasiyê de bên çareserkirin. Armanca Kurdan hemûyan demokrasî ye, demokratîkbûn e. Rakirina astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê berpirsyariya hêzên siyasî yên gelê Kurd e.

Gelê me di vê çarçoveyê de piştgiriyeke mezin daye vê polîtîkayê. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de piştgirî daye vê polîtîkayê, di hilbijartinên 23'ê Hezîranê de jî wê piştgiriyê bide. Di hilbijartinên 23'ê Hezîranê de wê ji hilbijartinên 31'ê Adarê bêhtir piştgiriyê bide. Ne tenê Stenbol hate desteserkirin. Gelek şaredariyên HDP'ê yên navçeyan hatin desteserkirin. Bi taybetî Tûşba, Baglar şaredariyên gelek navçeyên mezin hatin desteserkirin. Li dijî desthialtdariya talanker, li dijî vê desthilatdariya ku îradeya demokratîk a gel nas nake gelê Kurd wê 23'ê Hezîranê hîn bi xurtî bi AKP-MHP'ê bide windakirin. HDP jî di vê çarçoveyê de dixebite. Hincetên me di vê çarçoveyê de eşkere û vekirî ne."

BÎNALÎ YILDIRIM LI POLÎTÎKAYA XWE YA QIRKIRINA KURDAN MIKUR HAT

Karasû got, "Li holê rastî hene, li Kurdistanê şer heye, her dever tê bombekirin, Kurdistan veguherandine welatekî qedexekirî" û diyar kir, "Her roj dibêje 'min ewqas ji wan kuşt, min li ewqasî da'. Eşkere ye ku li Efrînê çi bi gelê Kurd kirin, niha jî qirkirinê dike. Malbatên çeteyan li wir bi cih dikin. Dibêje ku wê niha jî heman polîtîkayê bimeşîne. Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglû di qenaleke televîzyonê de nîqaş kirin. Bînalî Yildirim bi rengekî vekirî got, 'Me Efrîn dagir kir, di dema serokwezaretiya min de Efrîn hate dagirkirin, me Sûriyeyî bir wê derê'. Ev yek bi rengekî vekirî mikurhatina li qirkirinê ye. Mikurhatina guhertina demografiya Efrînê ye. Mikurhatina wê yekê ye ku Kurd çawa ji cografya wan hatin derxistin û civakên cuda li şûna wan bi cih kirin. Gelo ev ne dijminatiya li Kurdan e? Bînalî Yildirim di axaftina xwe ya televîzyonê de got, wê rojhilatê Firatê paqij bike, mebesta wî paqijkirina ji Kurdan e. Dibêje, çawa ku Kurd ji Efrînê derxist û malbatên çete lê bi cih kir, wê niha jî heman polîtîkayê li rojhilatê Firatê bimeşîne. Gelo helwesta Kurdan wê li dijî vê yekê çi be? Bêyî ku li ber xwe bikeve diçe li Amedê dibêje 'Kurdistan'. Tê Stenbolê dibêje wê Kurdan ji cih û warê wan derxînin û Sûriyeyiyan li wir bi cih bikin. Bi rengekî vekirî dibêje ku polîtîkaya wan a der barê Sûriyeyê polîtîkayeke ji bo qirkirina Kurdan e. Kurd wê di 23'ê Hezîranê de mîna sîleyekê bersivê bidin Bînalî Yildirim."

KURD WÊ DERSEKE MEZIN BIDIN AKP'Ê

Karasû destnîşan kir, Bînalî Yildirim dibêje ku mîna li Efrînê wê li rojhilatê Firatê jî polîtîkaya qirkirinê bimeşînin û got, "Li Bakurê Kurdistanê jî hewl didin vê bikin. Li Riha, Mêrdînê jî hewl didin vê bikin. Li Şirnexê û deverên din, li her deverê bi zext û êrîşa li dijî Kurdan, bi şewitandina bajaran dixwaze Kurdan ji Kurdistanê derxînin û li şûna wan civatên din bi cih bikin. Li pêşberî desthilatdariyeke wiha gelo divê Kurd çi bikin? Bînalî Yildirim di bernameya televîzyonê de got, 'Me Efrîn dagir kir, Kurd ji wir derxist, Sûriyeyî li wir bi cih kir, eger bêm hilbijartin em ê li rojhilatê Firatê jî heman tiştî bikin'. Ev yek qirkirina Kurdan e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêguman Kurd wê helwestekê li dijî vê nîşan bidin. Ti sedem nîne ku helwesta Kurdan a li dijî desthilatdariya AKP'ê biguhere. Ji xwe Kurd deng nadin AKP'ê. Partiya Kurdan a hêzên demokrasiyê heye, HDP heye.

Di vê hilbijartinê de jî Kurd û hêzên demokrasiyê wê piştgiriyê bidin stratejiya HDP'ê û dengê xwe ji bo têkçûna AKP'ê bi kar bînin. Kurdan civakeke welê nîne ku dengê xwe bide yên dixwazin hebûna wan tine bikin. Lewma hêzên demokrasiyê jî Kurd jî wê derseke mezin bidin AKP'ê."

HILBIJARTINÊN STENBOLÊ VEGUHERIYE REFERANDÛMEKE DEMOKRASIYÊ

Karasû diyar kir ku hilbijartinên Stenbolê yên 23'ê Hezîranê veguheriye referandûmeke demokrasiyê û got, "Bi taybetî li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê, li dijî nenaskirina îradeya di hilbijartinê de derkete holê, ku ev yek hem li Kurdistanê hem li Stenbolê kirin, divê êdî bersivek bê dayin. Ya ev feraset wê bê lawazkirin û têkbirinya jî wê ev feraset bi temamî serdest bibe. Eger neyê astengkirin wê ev desthilatdarî û tifaqa wan xwe bi temamî bi cih bikin û bikevin rewşeke welê ku bi hilbijartinê neçe. Ji vî alî ve veguheriye referandûmeke demokrasiyê. Ji bo Kurdan dibe ku hilbijartina herî girîng be, lewma divê Kurd û hêzên demokrasiyê dengê bi kar bînin. Di vê hilbijartinê de ji bo demokrasiyê, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd deng ji her demê bêhtir girîng bûye û divê ti Kurd û hêzên demokrasiyê xwe ji dengdanê venegirin. Eger xwe ji dengdanê vegirin ev yek wê bibe nêzîkatiyeke bêberpirsyarî. Wê girîngiya demokrasiyê neyê dîtin. Wê girîngiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd neyê dîtin. Nêzîkatiyeke wiha wê ne tenê xemsariya li pêşberî hilbijartinê be, di heman demê de wê nedîtina girîngiya demokrasî û azadiyê be. Lewma nabe ku Kurd û hêzên demokrasiyê xwe ji dengdanê vegirin. Yên ku 31'ê Adarê çûn dengê xwe dan divê careke din dengê xwe bidin û heman helwestê nîşan bidin. Yên ku ji ber sedemên cuda nekarîn dengê xwe bidin di vê hilbijartinê de nexweş jî bin, sedemên xwe çi dibin bila bibe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd divê biçin dengê xwe bidin."