Jinan dagirkeriya Tirk a li Rojava protesto kirin

Li bajarê Berlîn, Oldenbûrg, Achîm, Celle û Bîelefeld ên Elmanyayê jin bi pêşengtiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) li dijî dagirkeriya Tirk û êrîşên li Şengalê daketin qadanû dagirkerî protesto kirin.

Jinên Kurd û dostên wan ên li bajar Berlîn, Oldenbûrg, Achîm, Celle û Bîelefeld ên Elmanyayê daketin qadan bi çalakiyên kirin, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê protesto kirin.

Di çalakiyê de ku jinan gelek belavok belavkirin, raya giştî eleqeyek mezin nîşan dan. Her wiha di çalakiyê de ji bo Rojava alîkarî hate berhevkirin.