Ji bo hevserokatiya Partiya Çep 2 jin hatin hilbijartin

Partiya Çep a Elman, kongreya xwe bi rengekî onlîne pêk anî û hevserokên xwe hilbijart. Du jinên ku ji bo hevserokatiyê ketin pêşbirkê; Janîne Wîssler û Sûsanne Hennîg-Wellsow dengê herî zêde wergirtin û bi vî rengî mohra xwe danîn binê gaveke nû.

Ji partiyên muxalefetê yên Elman, Partiya Çep (Dîe Lînke) kongreya xwe ya ku ji ber şewbê du caran taloq kir, bi rengekî dîjîtal pêk anî. Di kongreya du rojan de, roja dawî ji bo hevserokatî û kadroyên rêveberiya nû hilbijartin hate kirin. Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger ku 8 sal in hevserokê partiyê bûn, vê carê nebûn namzet. Ji bo hevserokatiyê du jin û du mêr bû namzet.

Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Hessenê Janîne Wîssler ji sedî 84 ê dengê delegeyan, Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Thurîngenê Sûsanne Hennîg-Wellsow jî ji sedî 70 ê dengê delegeyan standin û bûn hevserokên nû yên Partiya Çep. Hennîg-Wellsow bi helwesta xwe ya tund a li dijî rêveberê AfD'ê yê rastgir ku hewl dabû serokwezaretiyê ji destê Partiya Çep werbigire, bal kişandibû.

'EM Ê BIBIN HEVPARÊ HIKUMETA NÛ YA FEDERAL'

Encamên hilbijartina kongreyê, wê bi dengên delegeyan ên bi rêya postayê şandine misoger bibe. Hennîg-Wellsow piştî hilbijartinê spasiya delegeyan kir û diyar kir ku hevserokatiya du jinan ji bo partiyê wê jinan teşwîq bike ku ji bo mafên xwe tevlî nava partiyê bibin.

Hennîg-Wellsow ji bo partiya Serokwezîr Angela Merkel û hevparê wê û got, "Em ê CDU û CSU ji hikumetê bixin" û soz dan ku di hilbijaritnên federal ên meha Îlonê de wê bibin hevparê desthilatdariyê. Hennîg-Wellsow destnîşan kir ku hikumetek bi Partiya Çep wê gelek tiştan bide Elmanyayê û soz dan ku bi taybetî wê sîstema tenduristiyê baş bikin, wekheviya jin û mêr xurt bikin û dawî li bazirganiya çekan bînin.

Janîne Wîssler jî got, "Jiyana li nava civakeke bi çînî hîn bêhtir dibe sedema krîzan" û diyar kir ku di vê demê de dewlemend bêhtir dewlemend bûne. Wîssler diyar kir ku Partiya Çep ji bo dawî li newekheviya nava civakê bîne wê tavilê bernameyeke reformê ya şênber amade bike.

'NATO LI DIJÎ KURDAN DI BIN XIZMETA TIRKIYEYÊ DE YE'

Ji hevserokên nû Janîne Wîssler ji malpera înternetê ya rojnameya Frankfûrter Rûndschaû re beriya hilbijartina hevserokatiyê axivî bû û bal kişandibû ser piştgiriya Elmanya û welatên rojavayî ji bo rejîma Erdogan û gotibû, "NATO êdî ne çareserî ye, ew bûye parçeyek ji pirsgirêkan. Her tim tê gotin ku NATO civateke ji nirxan e. Lê belê endamê NATO'yê Tirkiye ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, li welatê xwe û li Sûriyeyê li dijî Kurdan şer dike, zextê li muxalîfan dike. Divê NATO ji hev bê xistin. Li şûna wê jî sîstemeke ewlekariyê ya kolektîf bê avakirin."