IHR: Hêzên Îranê herî kêm 83 kes qetil kirin

Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Îranê, ji 16'ê Îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî û vir ve di xwepêşandanên şermezarkirinê de li tevahiya welêt herî kêm 83 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Çalakiyên şermezarkirin ku piştî Jîna Emînî ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hate qetilkirin destpê kirin, li gel zexta giran û qutkirina înternetê jî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.

Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR) piştî ku Jîna Emînî 16'ê Îlonê ji aliyê polîsan ve bi êşkenceyê hate qetilkirin, li tevahiya welêt xwepêşandanên şermezarkirinê destpê kirin û li van xwepêşandanan herî kêm 83 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin.

Di daxuyaniya saziyê de hejmara kesên hatin qetilkirin li gorî bajaran wiha ye: Mazandaran 26, Gîlan 11, Azerbaycan a Rojava 11, Kirmaşan 6, Sine 6, Elbûrz 5, Tehran 4, Kûhgiloye û Bûyar Ehmed 2, Îsfahan 2, Xoraxana Rezewî 2, Zencan 2, Qezvîn 2, Sîmnan 1, Kazvîn 1, Îlam 1, Azerbaycan a Rojhilat 1.

Saziyê diyar kir ku heta niha bi hezaran çalakger hatine girtin û pêla girtinê hîn jî dewam dike.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê zext û zordarî şermezar kir û ji bo rawestandina kuştina xwepêşandêran careke din bal kişand ser girîngiya civaka navneteweyî. Rêveberê IHR'ê Mahmood Amîry-Moghaddam got, "Bikaranîna fîşekên rastî li dijî xwepêşandêran sûcekî navneteweyî ye û erka civaka navneteweyî ye ku vî sûcî bisekinîne."