Hunermendên Kurd li Berlîn û Essenê çalakî kirin

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de komek ji hunermendên Kurd li bajarên Berlîn û Essenê ya Elmanya çalakî li dar xistin.

Rêzeçalakiyên ku li bajarên Berlîn û Essen a Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji aliyê kolektîfên hunermendên Kurd ên li Ewropayê hatin lidarxistin, didomin.

Hunermendên Kurd ku li her du bajaran hatin cem hev bi pêkanîna çalakiyan re bang li hemû gelê Kurd kirin ku tevlî pêngavê bibin û hate xwestin ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were anîn.

Di çalakiyan de danezan hatin xwendin. Di danezanan de bal hatibû kişandin li ser guh û hurmet nedayîna dewleta Tirk û hêzên hegemon a ji daxwazên gelê Kurd û hatiye gotin li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan qirkirin tê ferzkirin.

Di beşekî din a danezanan de hatiye ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rêbereke ku bi israr yasayên konfedaralîzma demokratîk, civaka ekolojîk û azadiya jinê diparêze û ji bo pirsgirêkên di navbera komên etnîkî û olan de tezên çareseriyê pêş dixe ye. Her wiha ew hizra wî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango ji jiyana nû ya li Rojava hatî afirandin re bûye çavkaniya îlhamê.

Danezan wiha didome: “Em hunermendên Kurd dibêjin ku cîhana ku di hunerê de tê dîtin tenê cîhanekî yek rehendî ya tarî nîne. Huner jiyaneke duyem dide cîhanê. Li hemberî hemû nebaşiyan ya bikare jiyanekî baş û xweşik be encax huner dikare bi afirîne.

Niha em li hemberî nêzîkatiya trajîk ya ku gelê Kurd û Rêberê wê tune dihesibîne bi rengekî bê tirs wêrekiya rû bi rûbûyînê nîşan didîn.”

Di dewama danezanê de hatiye bi bîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji sala 1999’an ve 22 sal in li Tirkiyeyê di giravekê bi tena xwe û di hûcreyekê de tê ragirtin. Tevî ku CPT’yê nirxandin û belgeyên dibêje ku êşkence tê kirin pêşkêşkir jî dawî li wê êşkencê nayê anîn.

Danezan bi wan gotinan bi dawî dibe: “Bîlançoya texrîbatên şerên ku ji Kafkasya heta bi Efrîqa û Ewropayê li cîhanê diqewimin bi xwe re anî pir zêde ye. Eger ku em dixwazîn ev şer raweste, binpêkirinên mafan were çareserkirin û bi rengekî azad û wekhev bijîn, pêwîst e ku rêberê gelê Kurd yê bêparêzer bigihîje azadiya xwe.

Banga me hişyarbûne, banga me parastina mafê mirovan e. Banga me wekhevî ye. Banga me edalet e. Banga me qewitandina hişmendiya terorîstên DAÎŞ’ê ya li tevahiya cîhanê ye. Ji bo wê yekê dibêjîn ku tecrîd, êşkence û şertên Îmraliyê bi dawî bibe, ji Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu.”