Hunermendên Êzidî kongreya xwe ya 5. li dar dixin
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî, kongreya xwe ya 5. bi dirûşma "Xweseriya Şengalê parastina çanda Êzîdxaneyê ye" li dar dixin.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî, kongreya xwe ya 5. bi dirûşma "Xweseriya Şengalê parastina çanda Êzîdxaneyê ye" li dar dixin.
Kongre wê 3'ê Cotmehê saet di 10:00'an de li navenda Êzidiyan a li bajarê Lohne yê Elmanyayê dest pê bike.
Ji Ewropa, Rûsya, Rojava û Şengalê wê hunermend tevlî kongreyê bibin.
Platformê bang li hemû hunermendên Kurdên Êzidî kir, ku tevlî kongreyê bibin.