Hunermendan vê carê ji bo girtiyan stran gotin

46 hunermendên Kurd vê carê jî ji bo zindaniyan sirûda ‘Zindana Diyarbekir’ gotin.

Nêzî 46 hunermendên ku organîzasyona MED Muzîk TV hatin ba hev û ji bo piştevaniya bi Îtalya ku ji ber şewbê herî zêde kes mirin bi sirûda Çaw Bella piştevanî dabûn.

Projeya ku hê dewam dike 46 muzîsyenên Kurd strana ‘Zindana Diyarbekir’ a yek ji stranên sembola berxwedana Kurdistanê ye gotin.

‘DENGÊ GEL BILIND DIKIN’

Koordînatorê MED Muzîk TV Merdan Zirav diyar kir ku armanca wan ji bo piştevanîkirina daxwazên gel û zindanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Zirav bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye û got: “Ji ber şewba vîrûsa Korona jiyana bi deh hezaran girtiyên siyasî di xeteriyê de ye. Hem gel û hem jî gel dixwawzin demildest girtî bên berdan. Em hunermendên Kurd dixwazin vê daxwaza gel xurt bilind bikin.”

Zirav bal kişand ser xebatên wiha û got: “Di vê demê de ku ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekbûn û bi hevrebûnê heye. Xebata li pêşiya me jî wê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.”

NAVÊ MUZÎKJEN Û SOLÎSAN

Di projeyê de 17 muzîkjen û 29 solîst cih digirin. NAvên muzîkjen û solîstan wiha ne: “Xemgîn Bîrhat, Vîyan Awazê Çiya, Nesrîn, Cömerd, Önder Deniz, Xanemîr, Zozan Zûdem, Yeşim İncedursun, Bengî Agirî, Tîtal, Xelîl Xemgîn, Tülay, Seher Stran, Roj, Nuarîn, Arya Şahin, Fehed Şengalî, Serhat Awazê Çiya, Ali Gecimli, Jîyan Arjîn, Rojînda, Deniz Deman, Sîpan Xelat, Farqîn Azad, Ronî Erez, Zeyno Durar, Nûdem, Berfîn Mamedova ve Berbag

Mordem Awazê Çiya, Ciwan Ayaz, Delîl Awazê Çiya, Hogir Göregen, Nurullah, Memet Taş, Sultan, Lewend Yûsiv, Hozan Derwîş, Merdan Zirav, Mazlum Rewşen, Murat Bakrak, Nure Dilovan, Sefkan, Emrah Öztürk, Memo Yapıştıran, ve Dilvan Ronî

Arrangement, Mix, Video Montage: Merdan Zirav.

#AzadîjiboOcalan #AzadîHemûGirtiyênSiyasî

#FreeOcalan #FreeThemAll #FreeThemAllPoliticalPrisoners

Ev klîp li ser tevnên civakî û dîsa hesabê Youtabe yê MED Muzîk TV hatiye parvekirin.