'Hunermend divê bi exlaq be, bibe pêşeng ji civakê re'

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Amed ku bi strana xwe ya bi navê 'Îmrali Sûlari -Ava Îmraliyê' tê naskirin, mînakek ji yekparebûna gerîla û hunerê ye.

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Amed sala 1998'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Amed ku bi strana xwe ya bi navê 'Îmrali Sûlari -Ava Îmraliyê' tê naskirin, mînakek ji yekparebûna gerîla û hunerê ye.

Hêvî Amed ji ANF'ê re qala çîroka xwe ya gerîla û hunerê kir.

Amed diyar kir, çiya ji bo nivîsandinê çavkaniya herî mezin e û got, "Ji bo min nivîsandina stranan pêwendiya xwe bi çavkaniyê heye. Eger hûn li çiyê ne û di nava rêxistineke mîna PKK'ê de ne, hingî çavkaniyên we bê sînor in. Wîçwîça çûkan, xumxuma çeman, meşa gerîla, rûkeniya hevrêyan û gelek tiştên din ji bo mirovan çavkanî ne. Sermeselê, min strana 'Heftanînê' li ser tehtekî di nava 5-10 deqeyan de nivîsî. Strana Îmrali Sûlari' jî dema diçûm wezîfeyekê di rê de min nivîsî."

Amed anî ziman, ya herî girîng ruh û hestê bi hunermend re ye û got, eger hunermend ne xwedî vê yekê be hingî hunera ku bike jî wê bibe jiberkirin.

Amed bal kişand ser girîngiya ahengiya kesayetiya hunermend bi exlaqê civakê re û got, "Bi dîtina min divê hunermend gelekî bi exlaq be û bibe mînak û pêşeng ji civakê re."

Amed anî ziman, ew ji dilsoziya bi şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê werdigire, bi vî rengî dinivîsîne û got, "Ji xwe gerîla mîna hunermendeke/î ji rêzê nikare rûnê û stranekê binivîsîne. Lê belê di nava gerîla de hestên gelekî xurt ên hevrêtiyê hene, ku ew jî dibe sedema teqînên gelekî bedew ên hestê mirovan. Di dilê gerîla de hezkirina Rêbertî, hevrêyên şehîd, gel, heval, çiya û Kurdistan heye. Nizanim ku ji vê yekê re huner tê gotin, ya jî efsûniya PKK'ê tê gotin."