HRE: 3 dagirker hatin kuştin, wesayitek hate rûxandin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Efrînê û derdora wê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wan çalakî hatine kirin. Li gorî daxuyaniyê di çalakiyan de 3 çete hatin kuştin û wesayitek jî hate rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên 13 û 15'ê Çileyê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me li herêma Efrîn û herêmên li derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 13 û 15 Çileyê de çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me, roja 13 Çileyê li derdora gundê Kil Cibrîn ê bi ser herêma Ezazê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Roja 15 Çileyê li derdora gundê Vîlla Qadî yê ser bi navçeya Şera, piştî şopandinekî komên çete yên dagirker, yekîneyên me çalakiyek bi bandor li dijî seyareyekî ku çete tê de ne li dar xistin. Di encamê de seyare hate rûxandin, 2 çeteyên ku tê de bûn hatin kuştin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarxa yên bi ser navçeya Şera bi obus û hawanan bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de tevgera balafirên keşfê yên artêşa dagirker li ser herêmê didome."