HPG: Operasyonên dagirkeran bêencam bi dawî bûn

Artêşa Tirk a dagirker ku li gelek herêman li dijî gerîla dest bi operasyonê kir, bi rengekî bêencam neçar ma vekişe.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di 15'ê Îlonê saet 23:00 de li Zozanê Ava Berxa yê navçeya Xîzanê ya Bedlisê, hêzên me li kemîna dijmin rast hatin û li vir şer qewimî. Hejmara leşkerên dijmin ên di vî şerî de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Piştî ku hêzên me bi serketî ji kemînê derketin, artêşa Tirk a dagirker roja 16'ê Îlonê saet di 06:00 de leşkerên xwe danî herêmê û dest bi operasyonê kir. Operasyonê heta 21'ê Îlonê dewam kir û bi rengekî bêencam bi dawî bû.

Roja 21'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi helîkopteran bombe li qada Navsera Cûdî ya herêma Cûdî barand, bi helîkopteran leşker danîn herêmê û dest bi operasyonê kir. Operasyon 22'ê Îlonê êvarê bêencam bi dawî bû.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êriş birin ser qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

14'ê Îlonê saet di navbera 20:00-21:00 de derdora maleke li gundê Rusê yê li herêma Heftanînê û qada navbera gundên Rusê û Şudinê û Sulavê hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên gundiyan bû.

22'ê Îlonê saet di 12:00 de qada Xantûrê ya herêma Heftanînê destpêkê bi obusan, piştre jî bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê şewat li herêmê derket û hîn jî dewam dewam dike."