HPG: Li Xakûrkê 5 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrkê li dijî artêşa Tirk rêzeçalakî li dar xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de qasî hate tespît kirin 5 leşker hatine kuştin û gelek çek hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Xakûrkê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin; “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 21’ê Gulanê li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastina Medyayê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxist. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet di 13:30’an de li dijî dagirkerên ku li Tepê Lêlîkanê bi cih bûbûn bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi giranî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Saet di 16:30’an de hêzên me cara duyemîn li Tepê Lêlîkanê çalakiyek din li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Hêzên me li gir du çeper, radarek, çeka A4 a giran, çekek BKC otomatîk û çekek bombeavêj îmha kir. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê bir û bi balafirên şer herêma Şehîd Şervan, derdora çemê Lolanê, neqeba Lêlikan û Êlîdirêj bombe kir. Yekîneya me ya ku çalakî li dar xist bi silametî gihiştine baregehên xwe.

Dîsan saet di 17:00’an de hêzên me li neqeba Elidirêj komeke leşker ku xistin bin kontrola xwe û li dijî komê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bir.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 21’ê Gulanê saet di 16:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Tepe Hakkarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa hewayî pêk anî. Di vê êrîşê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”