HPG'ê şehîdên Dersimê bi hurmet bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên ku 2018'an li Dersimê şehîd bûbûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku 2018'an li Dersimê şehîd bûbûn ragihand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

''Navbeyna 28-29'ê Îlona 2018'an li navçeya Mazgirê ya Dersimê, piştî ku artêşa TC'ê ya dagirker operasyon dabû destpêkirin, şer derketibû û 3 hevalên me şehîd bûbûn. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me ku bi lehengî şer kiribûn û şehîd bûbûn wiha ne:

Nasnav: Armanc Taylan

Nav Paşnav: Mustafa Bozyil

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Husna – Azîz

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon l 2018 / Dersim

Nasnav: Cesur Alî

Nav Paşnav: Alî Bagriyanik

Cihê Bûyinê: Dersim

Anne - Baba Adı: Sevîm - Mustafa

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon 2018 / Dersim

Nasnav: Cudî Zerdeşt

Nav Paşnav: Şervan Yaman

Cihê Bûyinê: Colemêrg

Navê Dê û Bav: Halime – Ömer

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon 2018 / Dersim

Hevrêyên me ye Armanc, Cesûr û Cûdî li nav derdoreke welatparêz çêbûbûn û hê bi ciwanî Têkoşîna Azadiyê nas kirin. Hevrêyên me bi dirûşma Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad tevlî nav refên têkoşînê bûbûn. Ciwanên bi giyanê lehengî yên ku gelê me gihandine, di şerê dijî dewleta TC'ê ya dagirker de cih girtine û ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd serfiraz bibe heta hilma xwe ya dawî li ber xwe dane. Em gerîlayên azadiyê yên Kurditanê di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd em dibêjin serê hemû gelê me yê welaparêz sax be û em soz didin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin.''