HPG'ê li Xakurkê çalakî pêk anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîlayên wan li Xakurkê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 18'ê Çileyê saet di 12:30'î de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş ê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin. Derbên giran li kozik û stargerhên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 17'ê Çileyê de piştî nîvro hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li herêma Xakurkê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de gelek leşker mirin û birîndar bûn, lê hejmar nehate zelalkirin.

Êvara 15'ê Çileyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora çemê Lolanê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."