HPG'ê li Cûdî derbeke serkeftî li artêşa Tirk da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, hêzên wan li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê derbeke serkeftî li yekîneyên artêşa Tirk dane.

HPG'ê di daxuyaniya niviskî de got, artêşa Tirk a dagiker dema ku li herêma Çiyayê Cûdî operasyoneke leşkerî kiriye, bûye hedefa hêzên gerîla.

Di daxuyaniyê de hate gotin,''31'ê Gulanê artêşa TC'ê ya dagirker li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, li qada Navsera Cûdî operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me yên YJA Sarê bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku hê li qadê berdewam dikir, 3'yê Hezîranê seat 09.10'an li dehma Deriyê Cevahîr leşker kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li yekîneya dijmin hatine xistin, tespît nebûye bê ka çend leşker di vê çalakiyê de mirin û çend birîndar bûn.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin 4'ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, ''Li Qadên Parastinê yên Medyayê, li herêma Metîna, qada Golka saet 13.00'ê, herêma Zapê, qada Şikefta Birîndara saet 19.00'an, herêma Heftanînê qada Şabanîkê jî saet 20.00'an bombe kirine.''

HPG'ê her wiha got, ''Di van bombebaranan de ti ziyan negihaye ser hêzên me.''