HPG: Berxwedana me bi ruhê fedaî yê Apoyî didome

HPG’ê diyar kir gerîla wekî tîmên gerok û li tunelên şer li ber xwe didin û got “Di 7 çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin. 3 çeper û çekeke A-4 jî hate îmhakirin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got “Tîmên me yên gerok û hevrêyên me li tunelên şer li ber xwe didin û bi ruhê fedaî yê Apoyî berxwedana xwe didomînin. Hevrêyên me bi îradeyeke mezin, mînakeke bêhempa ya berxwedanê nîşan didin û di heman demê de derbên xurt li dijmin didin.

Di 7 çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de 3 çeper û çekeke A-4 hatiye îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 11 caran bi balefirên şer, 44 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kiriye.

Çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 28’ê Îlonê saet di 17.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qad Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper û çekeke A-4 hate îmhakirin, 2 dagirker jî hatine cezakirin.

Di 28’ê Îlonê de saet di 19.40’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sacayê dane.

Di 28’ê Îlonê de saet di 22.00 û 00.00’an de dagirkeran dema ku xwestine li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê pergala kameraya mobese bi cih bikin, bi çekên ferdî li wan hate xistin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 06.20’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xistine bin kontrola xwe û bi sûîkastê li dagirkeran dane. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 28’ê Îlonê de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de çeperek hatiye îmhakirin, 2 dagirker jî hatine cezakirin. Dagirkeran hewl dane saet di 10.30’an de mudaxeleyî qada çalakiyê bikin, bi çekên giran dîsa li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 27’ê Îlonê de hêzên me yekîneyeke veşartî ya dagirkeran a li Girê Şehîd Piling a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji xistin bin kontrola xwe. Hêzên me piştî ku ev dagirker xistin bin kontrola we saet di 09.00’an de bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatine cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kirine;

Di 28’ê Îlonê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê û çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 13 caran hatiye bombekirin.

Di 28’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde carekê hate bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 28’ê Îlonê de qada gundê Şiyê ya Garê, qadên Golka, Girê Çarçel û Gundê Şêlazê ya Metînayê û Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 11 caran bi balefirên şer hatiye bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de qadên berxwedanê yên Çemço, Kurojahro, Şikefta Birîndara, Saca, Karker, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê bi helîkopterên êrîşê 44 caran hatiye bombekirin.

Di 27 û 28’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî û Girê FM bi obus û hawanan bi dehan caran hatine bombekirin.

Di 28’ê Îlonê de li ser Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca û Girê Cûdî dron geriyane.”