Hozat: Eger Kurd vê demê nebin wê kengî bibin yek?

Hozat bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, "Desthilatdariya qirker a AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemûyan ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Ya ku rêxistinên Kurd divê bike jî ew e ku bi yekîtiya neteweyî bersivê bide van êrişên qirker."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bersiv da pirsên ANF'ê.

Hozat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîd parçeyekî polîtîkayên qirkirinê ye ku li dijî gelê Kurd tên meşandin.

Hozat got, "Êrişa herî mezin a faşîst li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo zêdeyî 21 sal in di nava sîstemeke metirsîdar a êşkenceyê de ye. Di şexsê Rêber Apo de hewl didin gel û mirovên berxwedêr teslîm bigirin. Rêber Apo bi salan e li dijî van kiryarên qirker ên li derveyî siyasetê, li derveyî hiqûq, wijdan û exlaqê bi rengekî bêhempa li ber xwe dide. Dixwaze ku her kes li dijî faşîzma qirker têbikoşe.

'FAŞÎZMA KU LI ÎMRALIYÊ DIMEŞÎNIN BELAV DIBE'

Sedemeke bingehîn a faşîzma ku li dijî jinan û civaka Tirkiyeyê tê meşandin tecrîda li Îmraliyê ye. Polîtîkayên înkar û tasfiyeyê yên li ser civaka Kurd bi rengekî berbiçav li Îmraliyê tê meşandin. Tecrîda li Îmraliyê, zext û şerê psîkolojîk şerê li dijî gelê Kurd e. Faşîzm jî li ser înkarkirina Kurdan û polîtîkayên tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan tê meşandin. Polîtîkayên faşîzmê bi rengekî şênber di rastiya tecrîda li Îmraliyê de berbiçav dibin û li Tirkiyeyê belav dibin. Qanûnên Îmraliyê êdî veguheriye polîtîka û pêkanîneke giştî. Gotina 'Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina Kurdan, hêzên demokrasiyê, jinan, gelan û mirovahiyê ye' êdî hîn bêhtir bi wate bûye.

'BANDORA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3'EMÎN

Şerê Cîhanê yê 3'emîn ku navenda xwe Rojhilata Navîn e ketiye qonaxeke nû, lê belê qonaxa dawî. Di vê qonaxê de dewletên netewe û hevsengiyên hêza siyasî ji nû ve dîzayn dibin. Li ser bingeha berjewendiyên sermayeya global ji nû ve dîzayn dibin. Şerê Cîhanê yê 3'emîn ku bi Şerê Kendavê yê 1990-91'ê dest pê kir û bi Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an kûr bû, sîstemên netewe dewlet ên li herêmê bi giranî parçe kir. Rewşa heyî ya Iraq û Sûriyeyê encameke vî şerî ye. Şerê navxweyî û kaosa li Efganistan, Misir, Lîbya, Tûnis, Yemen, Sûdan û gelek deverên din encama vê yekê ye. Li aliyê din li Tirkiye û Îranê krîza kûr û kaos jî pêwendiya xwe bi Şerê Cîhanê yê 3'emîn re heye."

'SÎSTEMEKE NÛ YA MÊTINGERIYA NOKER TÊ AVAKIRIN'

Hozat diyar kir ku li her devera herêmê gel li dijî sîstema netewe dewlet a faşîst û kiryarên wê bi rengekî mezin serî hil didin û got, "Gel êdî sîstema netewe dewlet a faşîst qebûl nakin û bi tundî li ber radibin. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst jî di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de hewl didin bi destê hêzên noker û paşverû yên li herêmê dînamîkên civakî yên demokratîk tasfiye bikin û sîstemeke mêtinger û noker a nû ya ku xizmetê ji modernîteya kapîtalîst re dike li herêmê ava bikin.

KRÎZA KÛR A MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST

Rastiyeke ku sîstema modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke kûr û pêvajoya hilweşînê de ye. Şewba global yek ji mînakên balkêş ên vê krîzê û hilweşîna wê ye. Ev sîstema hov a li dijî civakê, jinan û xwezayê, welê li gerstêrka me kir ku êdî jiyan lê nepêkane, hevsengiya xwezayî xera kir. Tiştekî bi navê hevsengiya ekolojîk êdî nemaye. Ji xerabûna hevsengiya ekolojîk wêdetir êdî hevsengiya ekolojîk a gerstêrka me hilweşiya ye."

Besê Hozat destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û bûyerên li tevahiya cîhanê diqewimin nabe ku ji hev cuda bên nirxandin û diyar kir, ku komploya navneteweyî ji xwe li dijî rastiya pêkanîna sîstem û zîhniyeteke nû ya siyasî hate kirin.

'PARADÎGMAYA KU DAWÎ LI ŞER Û ŞEWBÊ BÎNE'

Hozat diyar kir ku projeya sîstema kondederal a demokratîk û paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk, demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî wê taybetmendiya çareseriyê ye ku dawî li Şerê Cîhanê yê 3'emîn bîne û nehêle ku careke din şerên bi vî rengî rû bidin û şewba global (mîna pandemiya vîrûsa koronayê) rû bidin. Hozat got, "Bicihbûna vê paradîgma û sîstema civaka demokratîk li herêmê û cîhanê tê wateya jiyana demokratîk, azad û aştiyane ya civakan li herêmê û cîhanê bi rengekî dostane bi xwezayê re.

SÎSTEMA KONFEDERAL A DEMOKRATÎK Û JIN

Sîstema konfederal a demokratîk qadeke berfireh a wekhevî, azadî û demokrasiyê pêşkêşî jinan dike. Yekane sîstema ku jin lê bi rengekî azad û wekhev tê temsîlkirin, sîstema konfederal a demokratîk e. Sedema bingehîn a ku jin tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda li dijî xwe dibîne û bi vî rengî dinirxîne ev e."

'PÊWENDIYA XWE YEKSER BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ HEYE'

Hozat destnîşan kir ku ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwendiya xwe yekser bi têkoşîna azadiya jinê heye û got, "Rakirina tecrîda li Îmraliyê wê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a jinê xurt bike, wê bike ku hişmendiya azadiya jinê bibe hişmendiya azadiya civakê. Wê bandoreke mezin li bidawîkirina tundiya li dijî jinê bike. Gelekî girîng e ku jin têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin."

'ERDOGAN TI NIRXÊ EXLAQÎ NAS NAKE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser nêzîkatiya rejîma AKP-MHP'ê ya di vê dema şewbê de û got, "Dîktator Erdogan yekî xwedî zîhniyeteke namerd e ku her krîzê dixwaze ji bo mayindekirina rejîma faşîst bike firsend, xwe ji her krîz û şerî xwedî dike. Erdogan ji ber ku ti nirxên exlaqî û wijdanî nas nake, hewl dide şewba global ji bo teslîmgirtina civakê, bêdengkirin û tepisandina mûxalefeta civakî weke firsendê bi kar bîne."

Hozat diyar kir ku bi mirinê hewl didin civakê terbiye bikin, bi vî rengî dîl bigirin û got, "Ji bo îradeya hêzên demokrasiyê û civakê bişikînin û teslîm bigirin, nerazîbûna herî biçûk û rexneya li dijî desthilatdariyê jî weke pirsgirêka mayindebûnê dîtin. Bi vî rengî êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan giran kirin, êriş birin ser Kurdan, HDP'ê û hêzên mûxalîf."

'TÊKOŞÎN DIVÊ LI HER QADÊ BÊ XURTKIRIN'

Hozat destnîşan kir ku li gel van hemû hewldanan jî desthilatdariya AKP-MHP nikare pêşî li têkçûn û serberjêriya xwe bigirin û ji bo vê yekê jî bal kişand ser helwesta mûxalefetê.

Hozat got, "Bi rengekî eşkere hate dîtin ku dijberiya faşîzmê ya teorîk a dûrî pratîk û têkoşînê encamê bi xwe re nîne. Eger gotina mezin veneguhere çalakiya mezin, eger neherike kolan û adan, hingî qîmetê wê gotinê namîne û faşîzm hukmê xwe didomîne. Ji ber vê yekê divê mûxalefeta demokratîk biherike kolanan, qadan. Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li kolanan û qadan bê meşandin. Kolan bi kolan, qad bi qad divê têkoşîna civakî bê xurtkirin. Hêzên demokrasiyê divê bi gel re û li pêşiya gel têbikoşin. Her kolan, her qad divê ji bo hêzên demokrasiyê bibe qada siyasetê. Ji xwe kolan û qad ew deverên xweser ên siyaseta demokratîk in. Siyaseta demokratîk li kolan û qadan dibe xwedî wate. Siyaseteke dûrî têkoşîna li kolan û qadan nikare bibe xwedî karakterekî demokratîk. Bi navê jinan, kedkaran, gelan siyaset li kolanan û qadan tê meşandin. Kolan û qad ew dever in ku demokrasî, azadî û edalet lê şîn dibin."

ÊRIŞA TAYBET A LI DIJÎ GIRTIYÊN KURD

Hozat bi dewamî bal kişand ser polîtîka û êrişkariya dewleta Tirk a li dijî girtiyên siyasî û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di pêvajoya şewbê de zext û tundiya li dijî girtiyên şoreşger zêde kir. Girtî li zindanan hişt û mehkûmî mirinê kir, bi vî rengî komkujiyek li girtiyan ferz kir. Ji xwe weke Sabrî Kaya gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan."

Hozat destnîşan kir ku eşkere ye li dijî girtiyên Kurd êrişeke taybet heye û got, "Bi hezaran girtî hene, lê belê li ber xwe didin, îrade û baweriya xwe bi rengekî xurt nîşan didin û dibin nirxê moralê ji bo civakê. Sedema bingehîn a zextê jî ev e. Ev girtî rûmeta gelê Kurd in. Dijmin dikare zextê bike, lê belê divê gelê me û hêzên demokrasiyê xwedî li girtiyan derkevin. Eger ev têkoşîn didome di vir de sekna wan xwedî pareke mezin e. Ji xwe bi berxwedana 2019'an nîşan dan ku hêzeke çawa ya şoreşger in û dilsoziya xwe ya bi gel re nîşan dan. Lewma xwedîderketina li girtiyan divê ne car carna be, divê her timî be. Ev girtiyên ku temenê xwe dane gelê xwe, mafê wan e ku bi her rengî xwedî li wan bê derketin."

Hozat destnîşan kir ku girtiyên jin jî mîna gerîlayên jin rûmeta gelê Kurd in û got, "Gelê me, rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokrasiyê divê hîn bi xurtî xwedî li zindanan derkevin. Xwedîderketina li wan xwedîderketina li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelekî ye."

'BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ WÊ BIDOME'

Hozat bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî mêtingeriya dewleta Tirk û got, "Li hemû herêmên Kurdistanê gerîla çalakiyên mezin li dijî dewleta Tirk dikin. Ji xwe bi salan e mêtingeriya qirker nikare li dijî gerıla şer bike. Şerê li dijî gerîla tenê êrişên bi hewayî ye. Bi teknîka êrişa hewayî ya ji hêzên derve wergirtî propagandaya wê dike ku wê li hemberî gerîla encamê werbigire. Lê belê gerîla ji her alî ve xwe nû dikin, li dijî şerê teknîk û îstîxbaratê yê dewleta mêtinger qirker, rêbaza xwe ya şer afirand. Bi vî rengî êriş bi giranî têk bir û bi teknîk û rêbaza nû derban lê dixin. Gerîla hêzeke fedayî ye. Dema ku rêbaza xwe destnîşan kir, ti hêz nikare li pêşiya wan bisekine. Mîna doh gerîla îro jî û wê sibe jî li dijî mêtingeriya qirker berxwedana xwe bidomîne."

'ÇALAKIYÊN LI BAJARAN TIRSEKE MEZIN BERDAN NAVA FAŞÎZMÊ'

Hozat têkildarî çalakiyên dema dawî yên milîsên HBDH'ê û YPS'ê jî got, "Çalakiyên wan ên li bajaran gelekî hêja ne. Ji dil pîroz dikim, serketinê ji wan re dixwazim. Çalakiyên li bajaran tirseke mezin berda dilê faşîzma AKP-MHP'ê. Ji bo gelê me û gelên Tirkiyeyê bûn cihê kêfxweşiyeke mezin."

'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATIYE DAGIRKIRIN'

Besê Hozat li ser aloziya li Zînî Wertê jî got, "Dewleta Tirk hewl dide Başûr bi temamî bike wîlayeteke xwe ya mêtinger a Tirkiyeyê. Ji xwe heta astekê ev yek bi ser xistiye. Li Başûr zêdeyî 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. Her wiha bi dehan navendên MÎT'ê hene. MÎT di her astê de karê xwe bi rengekî berfireh dimeşîne. Bi rengekî serbest û xwedî derfet li Başûr tevdigere. Piraniya ÎHA û SÎHA'yên li qadên gerîla keşfê û bombardûmanê dikin, ji Başûr radibin. Li Başûr ji bo balafirên keşfê cihekî taybet, pîstên taybet çêkirine. Li gelek qereqolên PDK'ê yên nêzî qadên gerîla endamên MÎT'ê û efserên taybet hene. Ya rast Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirk de ye.

'BICIHKIRINA HÊZAN LI ZÎNÎ WERTÊ PARÇEYEK JI PLANA TASFIYEYÊ YE'

Bicihkirina hêzên PDK'ê yên pêşmerge li Zînî Wertê, pêwendiya xwe bi plana êrişê ya TC'ê ya dorpêçkirina Qendîlê û êrişa li ser Qendîlê ye. Parçeryek ji plana tasfiyekirina PKK'ê ye. TC ji PDK'ê dixwaze ku li dijî PKK'ê şer bike, bi rengekî çalak tevlî plana tasfiyekirina PKK'ê bibe. Piştgiriya îstîxbaratê û lojîstîkê ku PDK bi salane pêşkêş dike, têr nabîne.

Divê PDK û rêveberiya Başûr nebin parçeyek ji êrişên qirker ên dewleta Tirk. PDK di vê astê de nikare îzahata vê yekê ji gel re bike. Hişmendiya welatparêziyê ya gelê Kurd gelekî bi pêş ketiye. Gel gihîştiye wê astê ku baş zane çi xeflet e, kîjan xiyanet e, çi welatparêzî ye. Ti partiyeke Kurd nabe ku di ser hêzên dijminê Kurdan re siyasetê bike û nikare bi vî rengî li ser piyan bimîne. Ev gel wê partiyeke wiha bi heft qatî li binê erdê bixe. Vî gelî bi sedan sal in şerê azadiyê û hebûnê meşandiye, êşên herî giran ên dîrokê kişandiye. Lewma ti partî û rêxistineke Kurd nikare têkiliya xwe ya bi hêzên qirker re ji vî gelî re vebêjin. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi hêrseke mezin nerazîbûn nîşanî vê ferzkirina li Zînî Wertê da.

'AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ JÎ FERMANA DEWLETA TIRK E'

Gelê me heman hestiyariyê ji bo Mexmûrê jî nîşan dide. Ambargoya li ser Mexmûrê salekê li pey xwe dihêle. Ambargoya li ser Mexmûrê li ser daxwaza desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya qirker tê kirin. Gelê Mexmûrê ji ber ku li dijî dewleta Tirk têkoşîna azadî û rûmetê dimeşîne, ji ber ku serî natewîne tên cezakirin. Hewl dide ku gelê me teslîm bigire û kampê belav bike. Gelê Mexmûrê û Kurdên bi rûmet vê bêrûmetiya lê tê ferzkirin qebûl nake. Ji birçîbûna, ji nexweşiyê bimire jî wê dest ji jiyana bi rûmet bernede. Ambargoya li ser Mexmûrê jî di encama têkiliyên navbera PDK û Tirkiyeyê de tê meşandin.

'DAXWAZA YEKÎTIYÊ YA GELÊ ME, DAXWAZA ME YE'

Têkoşîna azadiyê ya Kurd ku bi dehan salan dewam kir, di nava Kurdan de hişmendiyeke mezin a neteweyî afirand. Gelê me dixwaze ku partiyên siyasî yên Kurd li hev kom bibin û kongreya neteweyî pêk bînin, stratejiyeke neteweyî diyar bikin û li gorî wê siyasetê bikin. Ev daxwaza gelê me di heman demê de daxwaza me ye. Ev pêvajo pêvajoyeke welê ye ku divê kongreya neteweyî bê lidarxistin, yekîtî bê afirandin û destketî bên misogerkirin. Desthilatdariya qirker a AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemûyan ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Ya ku rêxistinên Kurd divê bike jî ew e ku bi helwesta yekîtiya neteweyî bersivê bide van êrişên qirker. Di vê demê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên berê tên hilweşandin û hevsengî û statukoyên nû tên avakirin, eger Kurd wê nebin yek hingî wê kengî bibin yek? Di vê demê de pêkneanîna yekîtiyê wê bibe bêberpirsyariyeke dîrokî.