Hisên Hecî: Xwerêveberî mafê Êzidiyan e

Ji rayedarên Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidî (PADÊ) Hisên Hecî destnîşan kir ku xwerêveberî mafê Êzidiyan e.

Endamê Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidî (PADÊ) Hisên Hecî derbarê rewşa dawî ya Şengalê û komployên ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên herêmî li dijî gelê Êzidî yên li Şengalê tê bi rêvebirin , her wiha derbarê armanca civînên nûnerên Şengalê yên ku ew sê roj in bi aliyên siyasî yên Kurd re pêk tînin û daxwazên encûmena xweseriya Şengalê ji hikûmeta Iraqê ji ANF’ê re axivî.

Hisên Hecî têkildarê armanca hatina şandeya Şengalê ku ew çar roj in li bajarê Silêmanî ne û ji nûnerên rêveberiya xweser a Şengalê û PADÊ pêk tên de ragihand: “Me şandeya Şengalê ku ji nûnerên PADÊ û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk tê, pêwîst dît ku bêne bajarê Silêmanî û serdana aliyan bikîn. Bi vê çaroveyê me serdana çend aliyên siyasî wek Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran kir ku bi xweşî hatîn pêşwazîkirin. Me li ser çend xalên girîng û li ser guhertinên dawî gotûbêj kir, ji ber ku di navbera Şengal û Herêma Kurdistanê de çend xalên hevbeş hene. Me li ser wan xalan nîqaş kir û em gihîştîn encameke ku berjewendiya herdu aliyan diparêze. Di wê baweriyê de me ku em dikarin li Şengalê bi YNK'ê re çend karên hevbeş pêk bînîn, ji ber ku hilbijartin jî nêzîk bûye. Ji bilî vê hin komplo li ser Şengalê heye ku çend alî ji bo vê pêşengtiyê dikin. Weke mînak pêla bi Erebkirinê heye, ji niha ve yên Sinî ew yek pêş xistine û dixwazin bi rêya parlementerên xwe ve pêk bînin. Her kes jî dizane ku Şengal malê Êzidiyan e. Tevî ku gelê Şengalê pir komkujî dîtiye lê dîsa jî dixwazin dest tê werdin û komplo li hemberî Şengal û gelê wê pêk bînin. YNK’ê ji me re got ku çi ji destê wan bê ew ê ji bo Şengalê bikin, ji aliyê siyasî, îdarî ve wê hemahengî û xizmeta pêwîst ji bo Şengalê bikin. Di rastiyê de ne tenê îro belku berê jî YNK’ê di xema gelê Şengalê de bûye û helwesta wê erênî bûye.”

“LI ŞENGALÊ ALIYEKÊ KURDÎ BI TIRKIYÊ RE HEVKARIYÊ DIKE”

Derbarê êrîş, bombebaran û destdirêjiyên dewleta Tirk ya li ser Şengalê û bombebarankirina wê navçeyê Hecî diyar kir: “Dagirkerî û êrîşên Tirkiyê li hemberî Kurd, ne tiştekî nû ye. Ji ber ku bi sedan sal in ku ew li dijî Kurdan in û bi taybetî jî li dijî Êzidiyan e. Dubare Tirkiye destdirêjiyê li ser Şengalê dike û bi balafiran car bi car bombebaran dike. Wê yekê jî bi rêya çend aliyan pêk tîne.

Hin ji aliyên Sinî girêdayî Tirkiyê ne û hin aliyên Kurd bi wan re hemaheng in, mixabin hin aliyên Êzidî jî li dijî Êzidiyan alîkariya wan dikin. Bi hemû awayî ti mafê Tirkiyê nîne ku ji aliyê siyasî, yasayî û erdnîgarî ve li Şengalê destwerdanê bike. Lê Tirkiye tişta ku kiriye hincet ew e ku dibêje li Şengalê PKK heye û PKK li ser erdnîgariya Tirkiyê metirsiye. Derbarê PKK’ê de dixwazim bêjim ku demekê pêwîstiya Êzidiyan pê hebû, sala 2014’an hatin Şengalê û Êzidî parastin, rizgar kirin, perwerde kirin û sîstemek pêşkêşî Êzidiyan kir ku heya niha 74 caran ferman li ser wê hatiye. Ji bo ku Êzidî xwe ji komkujiyan rizgar bikin. Ew sîstem jî rêveberiya xweser a gelê Şengalê ye ku ji bo gelê Şengalê xwe bi xwe rêve bibin û zarok, jin û ciwanên xwe biparêzin. Ezmûna me ya bi Iraq û Hikûmeta Herêmê jî hebû ku di wê demê ti ji wan parastina gelê Şengalê nekir. PKK’ê di dema xwe de erkê xwe yê mirovatiyê û exlaqî pêk anî û sala 2018’an bi li hevkirina bi Iraqê re ji Şengalê xwe vekêşand. Lê eger qala hinceta Tirkiyê bikîn, PKK li Qibris û Yewnanên nîne, li Lîbyayê nîne, ew yek tenê hincete ji ber ku Hikumet û gel jî dizanin ku Tirkiye dagirkerî dike. Iraq nikare sînorê xwe biparêze, eger îradeya Iraqê hebûya û eger serweriya xaka Iraqê hebûya, Tirkiyê vê nekariya her roj bê nav xaka Iraqê û Mexmûr û Şengal bombebaran bike.”

“LI PARLEMENTOYÊ NÛNERÊ RASTEQÎN Ê ÊZIDIYAN NÎNE!!”

Hisên Hecî balkêşand li ser amadekariyên Êzidiyan ya ji bo hilbijartina encûmena nûnerên pêşerojê yê Iraqê û got: “Sala 2018’an me di navbera partiyên Êzidî yekîtiyek avak kir da ku dengên me ji aliyen din neçe, mixabin wan partiyên girêdayî aliyên din bûn û li gorî berjewendiya wan dixebitîn, ji ber wê hevgirtinê encam negirt. Eger ku em qala vê hilbijartina niha bikîn ku Serok Wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biriyara wê daye ku 1’ê Hezîrana 2021’an pêk bê, em ji niha ve xwe ji bo wê hilbijartinê amade dikîn. Gelê me li Şengalê nîne, weke dizanîn li her cihê bin di bin bandora wan de dengê xwe didin, ji aliyê din ve jî ew e eşkere bû ku sextekarî hate kirin û hemû deng hatibûn dabeşkirin. Di wê dengdanê de mafê pêkhateyan hate xwarin, bi taybetî jî mafê Êzidiyan ku nekarîn nûnerekî xwe bişînin parlementoyê da ku xizmeta wan bike. Niha nûnerekî me heye ku ji Beşîqayê ye, lê li gorî berjeweniya Şengaliyan nêzîk nabe. Ew hêviya ku me ji wî hebû vala derket. Baweriya me bi hilbijartina nû ya pêk bê heye. Ji ber ku bi rêya karta biometrîk wê pêk were û dengê navçeyekê vê ji bo navçeyekî din neçe. Bi vî rengî jî deng belav nabin û sextekarî jî çê nebe.”

Hecî îşare bi daxwazên xwe yên ji hikûmeta Iraqê ya ji bo rêveberiya xweser ya taybet li Şengalê ji bo Êzidiyan kir û wiha pê de çû: “Em bi yekîtî û biratiyê dikarîn Şengalê ava bikîn. Pênc hêzên me yên sereke hene. Dikarîn bi wan hêzan Şengalê biparêzîn. Me tiştek li dijî dewlet û sîstema hikûmetê nekiriye, weke hemû gelan meafê me jî heye. Piştî wê komkujiyê doza me guhertin, ji doza komkujiyê weguherî doza siyasî û niha hem ji aliyê Iraqê û hem jî ji aliyê hikûmeta herêmê ve pirsgirêkan ji me re derdixînin. Ne xwe wek gelê Êzidî êş û zehmetiyên me yek in, em hemû li ser yek navê hatin komkujkirin, baweriya me yek e û daxwazên me jî heman daxwaza gelê Êzidiye. Lê hin alî nahêlin em bibin yek. Daxwaz dikîn ku hikûmeta Iraqê piştewaniya rêverberiya xweser a Şengalê bike ku niha heye û mafê me ye.”