'Hîn ji destpêkê ve me zanîbûn ku em ê bi ser bikevin'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avabûna tevgera PKK'ê dişibîne kombûna li hev a 12 hawariyên Îsa û ji bo sira PKK'ê wiha dibêje, "Nade pey xeyalên erzan. Soza prestîj û berjewendiyeke şexsî nade ti endamên xwe."

22 ciwanên ku di 26 û 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê li malekê bi rengekî veşartî li hev civiyan, wê ne tenê dest bi guhertina Kurdistanê bikira, di heman demê de wê bibûna sedema guhertinên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn bihejînin. Van ciwanan dema ku biryar dan bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) partiyekê ava bikin, hîmên herî girîng ên têkoşînê jî danîn. Şoreşek hatibû ber derî û rêveçûna serberjêrî ya Kurdistanê biguherta.

Piraniya van ciwanên ku navê wan wê weke damezrînerên PKK'ê di dîrokê de bihata nivîsandin, li paytexta Tirkiye Enqereyê, li zanîngehan dixwendin. Hejmara wan ne zêdeyî hejmara tiliyên destekî bû. Yê ku mîna miqnatisekê ew anîn gel hev Abdullah Ocalan bû... Ji ber vê yekê demeke dirêj wê li nava gelê Kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê bi navê wî, yanî weke Apoyî bihatibûna naskirin. Tespîta destpêkê ya vê tevgerê wiha bû: 'Kurdistan mêtingeh e'.

Di cîhana du aliyên dijber de, ji ber ku salên herî germ ên şerê sar bû, krîzên aborî û siyasî serdest bûn. Di nîvê duyemîn ê salên 1970'î de li Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve kaos hebû. Piştî wê dema ku li Bakurê Kurdistanê bi destpêka salên 1930'î re hebûna Kurdan jî nedihate dîtin û heta dawiya salên 1960'î dewam kir, ku weke 'dema mirinê' cihê xwe di dîroka nêz a Kurdan de girt, Kurdan xwe hinekî livandibe jî rewşeke mezin a nediyar, valahî, tirs û bêbawerî hebû. Parçeyên din ên Kurdistanê jî ji hev qut bûn, civaka Kurd parçebûyî bû, bi taybetî piştî têkçûna mezin a tevgera li Başûrê Kurdistanê ya sala 1975'an li hemû parçeyan xewn û xeyal ji kestî bûn.

'PKK SENTEZA ROJHILAT-ROJAVA YE'

Li gundekî biçûk ê Kurdistanê, li Fîsê ku heta wê demê navê xwe jî nehatibû bihîstin, komek bi pêşengiya Abdullah Ocalan li dijî vê tarîtiya li Kurdistanê ketibû nava liv û tevgerê. Wezîfeyên zehmet, rojên ji êgir li benda wan bû. Ocalan di parastina xwe ya bi navê "Parêznameyên DMME'yê-Ji Dewleta Rahîp a Sumeran ber bi Komara Gel ve" ku li Îmraliyê nivîsî û sala 2001'ê hate weşandin, wiha qala pêngava destpêkê ya PKK'ê û modela wê ya rizgariyê dike:

"Bandora şovenîzma civakî ya çep a Tirkiyeyê ya li ser pirsgirêka Kurd, her wiha bandora xurt a neteweperestiya kevnare û bûrjûva ya Kurd şert û mercên destpêkê girantir dikir. Li gel şaşitî û kêmasiyên van mercên îdeolojîk û pratîkî, valahaiya mezin a ku hebûn û pirsgirêka Kurd tê de bû, bû sedem ku hin hewldanên biçûk jî avabûneke xurt û pêşketinê biafirîne. Hêza avabûn û pêşketinê xwe nedispart hostatî yan jî avaniyeke pêşketî ya rêxistinî. Xwediyê pirsgirêkê tune bû. Xwedîderketin, hewldana kêm lê cewherî, karîbû teqîna pêwîst pêk bîne. Ji vî alî ve dişibe tevgerên pêxemberan.

Tê zanîn ku Îsa bi zorê 12 hawariyên xwe li hev kom kiriye. Li derdora wan xizan hebûn ku li benda mûcîzeyê bûn. Li gel vê yekê jî mezintirîn tevgera îrade û baweriyê ya dîrokê pêk hat. PKK herî zêde dişibe tevgera van hawariyan ku ev jî ji ber rewş û taybetmendiya Rojhilata Navîn e. Avaniyên rêxistinî yên hemdem ên rojavayî ji bo Rojhilata Navîn nikaribin bibin model. Cudahiya nasnameya çandî û dîroka xwe, wê bandorê li avaniya xwe ya çalakiyê û rêxistinê jî bike. Dikare bê gotin ku PKK di vê wateyê de senteza nasnameya Rojhilata Navîn a klasîk û avahiya sosyalîst a nîv modern e. Bi gotineke din, nîşaneya senteza Rojhilat-Rojava ye. Hêza xwe jî lawaziya xwe jî ji vê sentezê werdigire."

Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan her wiha balê dikişîne aliyê herî cidî yê PKK'ê yê di senteza Rojhilat-Rojava de. Ocalan diyar dike ku PKK bi ti navendeke dogmatîk ve girêdayî nîne û wiha qala sira eleqeyê ku PKK'ê di nava civaka Kurd de bi dest xistiye dike: "Nade pey xeyalên erzan. Mirovên durust û wêrek ji xwe re dike esas. Soza prestîj an jî berjewendiyên şexsî nade ti endamekî xwe. Xwedî helwesteke welê ye ku deriyên xwe li rastiyê, edaletê, be dewiyê vedike, azad dike. Di nava jiyanê de wekheviyê û kedê ji xwe re dike esas. Her ku bi pêş ve çû, her ku civakê ev taybetmendiyên wê bi çavên xwe dît, wê bêhtir xwedî li rêxistinbûnê derkeve. Ji gotinên wan bêhtir şêweyê jiyana wan wê balê bikişîne. Ya ku bû sedema pêşketina destpêkê û karakterê wê afirand, ev taybetmendî ye."

'EM JI RASTIYA XWE PIŞTRAST BÛN'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baweriya xwe ya bi têkoşînê jî wiha vedibêje: "Dema ku me PKK weke rêxistineke rizgarîxwaziya neteweyî ya hemdem pênase kir û bi vî rengî dest bi têkoşînê kir, mîna ku ji Quranê bawer bike me ji rastiyên xwe bawer dikir û me zanîbû ku em ê bi ser bikevin." Li gorî wî, PKK bi taybetmendiyên xwe yên bingehîn ên ku mohra xwe li sedsala 20'an xist, dikare weke pêleke pratîk-polîtîk bê nirxandin ku xwe dispêre nirxandina sosyalîzma zanistî û ya rewşa li Kurdistanê. Rêberê Gelê Kurd her wiha destnîşan dike ku ji bo pêşketên PKK'ê afirandiye bi rengekî rast bê şîrovekirin, divê rastiya sedsala 20'an bi awayekî rast bê nirxandin û wiha dewam dike: "Hebûn û pirsgirêka Kurd pêwendiya xwe bi wesf û çarçoveya çalereşa li dora xwe ve girêdayî ye. Eger bi tena serê xwe hin pîvanên neşênber, li ser bingeha teşeya cihêkarî û tundiyê bê nirxandin, wê şîroveyên subjektîf û alîgiriyê biafirîne."

LI BENDÊ BÛN KU ZÛ BIQEDE

Tevgera PKK'ê heman piştî damezrandinê wê di ast û serdemên metirsîdar de derbas bibûya. Destpêkê cûntaya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir ku gelek kadroyên pêşeng ên tevgerê dîl bên girtin û êşkence û hovîtî li wan bê kirin, piştre jî Şoreşa Îslamî ya Îranê ku wê hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherta û Şerê Iraq-Îranê ku wê du parçeyên Kurdistanê bigirta nava xwe. PKK'ê çawa karîbû ku xwe ji nava vê rewşa tengav rizgar bikira, li ser piyan bima, mezin bibûya û bi vî rengî veguheriya rêxistineke ku bandorê li Rojhilata Navîn bike. Rêberê Gelê Kurd di parêznameyên xwe de vê rewşê wiha vedibêje:

"Piştî ku tevger mezin bû, pirsgirêkên cidî yên pratîkî û rêveberiyê rû dan, kêmasî der bûn. Di rewşeke wiha de zext û zordariya hêzên sîstemê, ji bo qewînkirina pola mîna dayina avê bû. Derketina derve ya tê zanîn, hem di dîroka Tirkiye-Anatoliyê de, hem di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn de bû sedema qonaxeke nû. Di demekê de ku hevsengiyên cîhanê di nava şerekî dijwar de bûn, şert û mercên Sûriye, Filistîn, Îsraîl û Lubnanê derfetên pêşketinê pêşkêş dikirin. Piştre Şoreşa Îranê û Şerê Îran-Iraqê rewş û atmosfer bêhtir guncav dikir.  Şert û mercên darbeya 12'ê Îlonê yên li Tirkiyeyê, pêşwazîkirina darbeyê li derve dibû avantaj. Dihate hêvîkirin ku avabûna tevgerê di demeke kurt de encama tunebûnê bi xwe re bîne yan jî di şert û mercên cuda de weke rêxistineke sînorkirî bimîne. Di rewşeke wiha de pêvajoya 15'ê Tebaxê dest pê kir. Ev pêvajo pêngaveke welê bû ku zêde neplankirî bû, bi giranî ji ber xwe ve bi pêş ket. Li gel vê yekê jî encamên xwe mezin bû. Pêvajoyeke pêşketinê ya nû bi xwe re anî ku di serî de Rêbertî û endamên PKK'ê kesî texmîn nedikir."