Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî şand Rojhilatê Kurdistanê

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê  ên ku jî ber lehîyê zerar ditîbûn re alîkarî şand

Heyva Sor a Kurdistanê, li ser alîkariya ku bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re kir daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê; Heyva Sor a Kurdistanê ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê re yê ku jî ber lehiyê zerar dîtin wek gava pêşin 250 hezar euro alîkariya madî şandiye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber barana zêde ku 19'ê Adarê dest pê kir û nêzî du hefteyan dewam kir lehî rabû bû. Bi rabûna lehiyê gelek bajar, navçe û gund bin avê de ma bûn. Ji ber dijwariya lehiyê, bêhtirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bibûn.

Hate gotin, bi deh hezaran xanî û avahî jî wêran bûn, û niha bi sed hezaran mirov li Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke metirsîdar de ne, lewma ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.

Li gorî daxuyaniyê, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bicîhanîna pêdiviyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê  yên ku ji ber lehiyê zerar dîtine alîkarî şandiye. Ev alîkarî wê ji aliyê komîtêyên  Heyva Sor ve li mexdûrên lehiyê were belavkirin.

Di daxuyanîyê de tê gotin; Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê 4'ê Nîsanê kampanyeke alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya dewam dike.

Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyan hemûyan û dostên wan kir ku destekê bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bigihînin malbatên muhtac.