Heyeta CPT serdana Tirkiye kiriye, lê neçûye Îmralî

CPT di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiye kiriye, li girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kiriye. Têkildarî pêşniyarên têkildarî Îmarlî bê ka hatine pêkanîn an ne, bi rayedaran re civiyane.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) di navbera dîrokên 11-25’an de çûye Tirkiye û li gelek girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kiriye. Ne çûye Îmralî, têkildarî bê ka pêşniyarên wan pêk hatine yan ne bi rayedaran re civiyane.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser nêzîkatiyên kesên tên destgîrkirin, rewşa girtiyan nîqaş hatiye kirin. Bi taybet rewşa jin, zarokên û kesên bi cezayê heta heta hatine mehkûmkirin lêkolîn kirine.

Di daxuyaniyê de bal kişandiye ku di serdanê de pêşniyarên heyetê yên berê kiriye, ji rayedarên Tirk hate pirsîn ku pêk tînin yan ne, hatiye pirsîn.

Her wiha Serokê Mafê Mirovan a Tirk û Saziya Wekheviyê Suleyman Arslan, bi sifetê Serokê Mekanîzmeya Pêşîgirtina Netewî ya di çarçoveya Protokola Îhtiyarî ya Peymana Têkoşîna bi Êşkenceya Neteweyên Yekbûyî (UOM) re bi nûnerên saziyên civaka sivîl ku li qadên xebatê ku CPT têkildar dibe re civiya. Di dawiya serdanê de heyetê çavdêriyên xwe yên ewil bi meqamên Tirk re parve kir.

Di nava heyeta CPT’ê de weke serok Serokê CPT’ê Mykola Gantovskyy, Alîkara Serokê CPT’ê Therese Rytter, Ajordje Alempîjevîc, Nîco Hîrsch, Jûlîa Kozam, Ceyhûn Qaracayev, Hans  Wolff, Serokê Beşê Hûgh Chetwynd û ji Sekreterên CPT’ê Elvîn Aliyve cih girtin.

Heyetê serdana li gel serdana qereqolên li Amed, Enqere, Stenbol, Ataşehîr, Bagcilar, Yenîbosna, Umraniye, Gayrettepe, Maltepe, Kuçukyali, Kayserî serdana Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Amed, Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, Girtîgehên Tîpa L Hejmara 1,2 a Maltepe ya Stenbol, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîs, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Kayserî û Girtîgeha Jinan a Kayserî kirin.