'Heta ku gerîla hebin dijmin nikare li qadên me bi cih bibe' NÛ BÛ

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li dewleta Tirk dixin û got, "Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe bi hêsanî li qadên me bi cih bibe. Bixwaze bi pêş ve bê, wê li berxwedaneke mezin rast bê."

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz têkilî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla axivî. Gerîla Berfîn Rêbaz got, ''Em bi giyanê şehîdên Gulanê pêvajoyê pêşwazî dikin. Dijmin bi rêbazên hovaneke êrîşê tîne ser qadên gerîla. Her kes vê dibîne û bi vê dizane. Li Metîna, Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn û Qadên Parastinê yên Medyayê berxwedan didome. Li herêma Derarê ya Metîna berxwedaneke mezin heye.

Dijmin tê, êriş dike, her kes vê dibîne û haya xwe ji van êrişên hovane heye. Lê belê berxwedana heyî hemû êrişên dijmin li bin dixîne. Her kes vê dibîne û ev di çapemeniyê de jî tê weşandin. Rastiya heyî tê dîtin. Bêguman dijmin di çapemeniya xwe de dinepixîne, îdîa dike ku hinek cih girtiye. Lê ne wisa ye. Berxwedana ku tê meşandin derbên giran ji aliyê aborî û leşkerî ve li dijmin dixe. Ev yek dijmin pûç dike.

Ji xwe dewleta Tirk niha pûç bûye. Di warê aborî de jî di warê leşkerî de jî di warê siyasî de jî pûç bûye. Bi êrişên xwe yên bi taybetî li ser xeta sînor dixwaze siyaseta xwe dewam bike, polîtîkaya xwe bimeşîne. Lê belê nikare vê bike. Bi berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê çokê dijmin dişikê. Lewma em dixwazin vê bêjin; dijmin çi dike bila bike nikare qadên me bi hêsanî bigire. Bixwaze bi pêş ve bê, wê li berxwedanekê rast bê. Em ê qîma xwe tenê bi berxwedanê nînin, em ê bi ser bikevin.

Weke gerîlayên HPG û YJA Starê me bi Cenga Xabûrê pêvajo pêşwazî kir. Cenga Xabûrê wê ji leşkerên Tirk re li xaka Kurdistanê bibe goristan. Cenga Xabûrê serketin daniye pêşiya xwe, wê bi ser bikeve.

Weke jineke Başûr dixwazim çend tiştan bêjim. Di nava PKK'ê de berxwedan, xweragirî û serketin ji bo gerîla armanc e. Weke şoreşgeke Başûr bi taybetî weke gerîlayeke YJA Starê bang li gelê Başûr hemûyan dikim; dijmin û dostê xwe hîn baştir binase. Bi taybetî desthilatdariya Barzanî divê baş bê naskirin. Eger îro dewleta Tirk êrişê dibe ser herêmên sînor, ev yek bi destûra desthilatdariya Barzanî dibe. Eger ew nehêle, dewleta Tirk nikare bi hêsanî êrişî herêmên sînor bike. Belê gerîla li ber xwe dide, lê belê gel jî bi çalakî û nerazîbûna xwe divê ji vê berxwedanê re bibe alîkar. Lewma divê gelê Başûr van tiştan bibîne, di nava çalakiyan de be, di nava nerazîbûnê de be li hemberî van êrişan. Bang li gelê Başûr bi taybetî jî jinên Başûr dikim, ku çalakiyan bikin. Êdî azadî ji bo me girîng e. Azadî ji bo gelê Kurd bûye mîna nan û av. Pêwîste gelê Kurd bi taybetî gelê Başûr bide dû azadiya xwe. Eger vê neke, wê dewleta Tirk û hemû dijminên Kurd wê karibin wan bi hêsanî bindest bikin û xaka wan dagir bikin. Em jî nahêlin xaka me bê dagirkirin. Gelê Başûr divê bi vê çarçoveyê tevbigere. Eger gelê Kurd bi taybetî gelê Başûr nerazîbûnê nîşanî van êrişan bide bawer dikim ku dewleta Tirk wê qet nikaribe bi hêsanî êrişî gelê Kurd bike. Êrişên dewleta Tirkiyeyê ne tenê li dijî PKK'ê ye li dijî tevahiya gelê Kurd e. Li dijî gelê Başûr e, divê gelê Başûr vê baş bibîne û baş zanibe. Lewma divê gelê Başûr nêzîkatiyekê nîşan bide. Di dawiyê de dixwazim vê bêjim; berxwedana gel û gerîla divê bibe yek. Ev yek pêk were wê serketin misoger be. Em bi vê armancê û biryardariyê Cenga Xabûrê pêşwazî dikin. Di dawiyê de dibêjim, serketin a gelê Kurd e, serketin a gerîla ye. ''