‘Heta dawiyê em şopdarê şehîdên xwe ne’

Xoxê Cindo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser civaka Êzidî û got: “Hemû fermanên ku hatine serê gelê Êzidî destê Dewleta Tirk a dagirker tê de hebû û Fermana 2014’an jî yek ji van bû. Dewleta Tirk dixwaze Êzidî weke berî 2014'an bin.

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindo û Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Fehîme Silêman li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser civaka Êzidî û Şengalê ji Radyoya Dengê Çira Şengal re axivîn.

‘KEÇ Û XORTÊN ME CIVAK Û XAKA XWE DIPARÊZIN’

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindo û got, “ Dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên Iraqê li Şengal bûn, hêzên Pêşmergeyan li Şengal bûn. Lê dîsa jî em di nava Çeteyên DAÎŞ'ê de bê xwedan man û em nehatin parastin. Wê demê me dît ku çawa em nehatin parastin. Pêwistî bi hêzeke parastinê hebû, ew hêz jî ancax bi hêza ku ji zarokên Êzidxanê gengaz bû. Zarokên vî gelî ancax xaka xwe û civaka xwe biparastana. Ji 3’ê Tebaxa 2014’an ve hêza me, ji zarokên Êzidîxanê pêk tê. Ji wê demê de berxwedaniya xwe dikin, gelê xwe ji êrîşan diparêzin. Ev şervanên me neçûne şerê Erdogan nekirine; li hember DAÎŞ’ê şer kirine û bi sedan keç û zarokên ku bûne qurbaniyên fermanê, xelas kirine. Lê Erdogan vê naxwaze, dixwaze her tim ev gel li bin desthilatdariya wî bijî.”

‘DI HEMÛ QIRKIRINÊN BI SERÊ ÊZIDIYAN DE HATÎ DESTÊ DEWLETA TIRK HEYE’

Cindo bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Bi hinceta ku PKK li Şengalê ye êrîşî me dike. Herî dawî êrîşî gundê Digurê yê girêdayî nehiya Sinûnê, li Bargehên Yekeniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir. Şervan û Fermandarê me Zerdeşt Şengalî û sê hevrêyên wî kirin hedef û di encama vê êrîşê de şehîd bûn. Hemû cîhan dizane ku van şervanan tinê ax û gelê xwe parastine. Dewleta Tirk jî vê dizanê, gava Êzidî bibin xwedî hêzeke mezin û berxwedaniya xwe bikin ew ê nikaribe rehet feramanan bînê ser gelê Êzidî. Lewma jî, ji hebûna gelê Êzidî aciz e û dixwaze Êzidiyan tine bike. Hemû fermanên ku hatine serê gelê Êzidî destê Dewleta Tirk a dagirker tê de hebû û Fermana 2014’an jî yek ji van bû. Lê Erdogan bi van fermanan jî nesekinî û têr nebû. Dawiya sala 2019’an sê caran êrîşî Şengalê kir. Di 15’ê Çileya 2020’ î dîsa êrîşek pêk anî. Dewleta Tirk dixwaze Êzidî weke beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’ an bin da ku ferman û êrîşên xwe berdewem bike. Lê em ne ew kesên berê ne ku rê ji deweleta Tirk re vekin û bê axa me dagir bike. Heta ku em hebin em ê wê zilma Dewleta Tirk a faşist qebûl nekin. Îro em xwedî hêz in, xwedî şervan û fermandar in; em ê roja xwe ya dawî axa xwe biparêzin û berxwedaniya xwe dewam bikin.”

Cindo li ser bêdengiya hikûmeta Iraqê jî wiha axivî: “Eger dewleta Iraqê li hember van êrîşên dewleta Tirk a dagirker nebe xwedî helwest, nikaribê parastina axa xwe bike û li hemberî van êrîşan bêdeng be, pêwistiya me bi ti hêza wisa nîn e.”

‘ÊRÎŞ NE JI BO YBŞ'Ê BI ARMANCA TINEKIRINA ÊZIDAYAN TÊN KIRIN’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Fehîme Silêman jî di derbarê êrîşên qirkere ên dewleta Tirk a dagirker de axivî û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Êrîşên Dewleta Tirk ne tenê li ser şervanên YBŞ’ê, li ser hemû civaka Êzidî ye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Êzidî ji civaka wan dûr bixe û nehêle li ser axa xwe bi azadî bijîn. Piştî fermana 2014’an gelê Şengalê sazî û dezgehên xwe ava kirin, xwe rêxistin kirin da ku di rojên reş de bê parastin nemîne.”

Silêman, bal kişand ser bêdengiya hikûmete Iraqê û wiha pêde çû: “Di fermana 2014’ an de hêzên pêşmerge û hikûmeta Iraqê li Şengalê bûn. Lê em nehatin parastin. Bi hezaran keç, dayik û zarokên me hatin qetilkirin û tecewiz li wan hat kirin. Niha jî Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Yekeniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dike û li hember van êrîşan dewleta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bêdeng in û ne xwedî helwest in. Divê hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyariya xwe rabe û xwedî li gelê Şengalê derkeve.”

‘DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ LI HER DERÊ CÎHANÊ RABE SER PIYAN Û HESABÊ QIRKIRNÊ BIPIRSE’

Silêman di dawiya axiftina xwe de bang li hemû gelê Êzidî kir û xwest ku civaka li kû dera cîhanê be rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Silêman got; “Divê em wekî gelê Êzidî dost û dijminê xwe baş nas bikin û li hemberî hemû êrîşên li ser civaka me bibin xwedî yek helwest. Eger civaka Êzidî bi baldarî tevnegere, hêza xwe xurt neke û li şervanên YBŞ, YJŞ’ ê xwedî dernekevin, em ê her tim bi metirsiya fermanan re rû bi rû bimînin. Dewleta Tirk a dagirker fermandarê me Zerdeşt Şengalî û her sê hevrêyên wî şehîd kirin, lê îro bi sedan keç û xortên Êzidî çeka wan rakirine û li pey şopa wan in. Em weke dayikên Şengalê jî dibêjin ku em ê heta dawiyê li pişt şervanên xwe bin. Em ê sozdarê wan bin û li pey doza şehîdên xwe bin. Eger em li ber xwe nedin û li şervanên xwe nebin xwedî em ê nikaribin li ser axa xwe jî azad bijîn. Lewma jî divê em heta dawiyê dest ji berxwedana xwe û hêzên xwe bernedin."