Her roja fîlmê Bêrîtan dîrokek bû

"Her roja fîlmê Bêrîtan mîna dîrokekê bû... Fîlm gihîşt her mala ku diviyabû bigihişta. Ya rast me bi rêya vî fîlmî nirxên xwe yên dîrokî radestî civakê kirin."

Di beşa duyemîn a hevpeyvînê de derhêner Dersim Zêrevan qala detayên fîlmê Bêrîtan, meşa Halîl a ber bi Bakur ve, gotin û peymanên wî yên dawî kir.

BI LÛLEYA ÇEKÊ GOT 'EV DER' E Û...

Dixwazî qala dema kişandina fîlmê Bêrîtan bike?

Her roja fîlmê Bêrîtan mîna dîrokekê bû. Tîma ku em bi hev re xebitîn gelekî bi daxwaz û dilsoz bû. Mesela, cenazeyê Bêrîtan di dema kişandina fîlm de hate dîtin ku ev yek bûyereke mezin bû. Lê belê tesadûf nebû.

Ew bûyer çawa qewimî?

Hevalan ji xwe demeke dirêj lê digeriyan. Herêm dihate zanîn, lê belê lokasyona wê nedihate tespîtkirin. Weke min got, bi dîtina min tesadûf nebû. Em di nîvê kişandina fîlm de bûn, hevalê ku ew veşart û niha birîndar e got ku ew dikare cihê wê nîşan bide. Di dema kişandina fîlm de Halîl ji aliyekî ve cihê gorê lêkolîn dikir. Dema bi yekîneyeke gerîla re bû li vî gerîlayî rast tê. Piştî rojekê me karên xwe hemû danîn aliyekî û weke komê em çûn wî cihê ku gerîla nîşan da. Bi lûleya çekê nîşan da û got 'ev der' eû bi rastî jî ew der bû. Tevî ku di ser re 13 sal derbas bûn, cografya guherî bû, lê belê yekser cih nîşan dabû.

Çima dibêjim ne tesadûf e, ji ber ku dema cenaze hate dîtin gotineke Halîl hebû ku digot: "Yên ku tu di oxira wan de şehîd bûn niha li gel te ne. Ez zanim ku te dixwest xwe nîşanî vê ekîbê bide." Bi rastî jî di demekê de xwe nîşan dabû.

Projeyeke gelekî giran bû. Di nava 11 mehan de me temam kir. Fîlmê Bêrîtan di rastiyê de dîroka rastî ya Halîl bû. Ast gelekî bilind kir û pîvan diyar kir. Bi fîlmê Bêrîtan re weke ku bêje "Eger hûn ê ji bo vî gelî fîlm çêbikin pîvan diyar e."

'ÇI RÛYEKÎ BEDEW'

Dîmenê kolandina gora Bêrîtan ê wê kêliyê bû? Cara duyemîn, yanî ji bo fîlm nehate kolandin? Hûn dikarin qala wê kêliyê bikin?

Halîl bi qîrîna 'min dît, min dît' dihat. Weke ku yekî salên dûr û dirêj winda kiriye bi saxî dîtiye. Bi wê hestê diqîriya. Nepêkane ku wê kêliyê ji bîr bikim.

Piştre kom hemû bi lûleyên çekê, bi hesasiyeteke arkeologan xebitî. Heta ku heta ku cenaze hate derxistin. Sê cenaze hebûn. Mêrek û du jin bûn. Tişta balkêş ew bû ku bêyî rûyê wan veke me zanîbû kîjan Bêrîtan e. Li aliyê çepê bû û devê wê vekirî bû. Li mirovekî ku diqîrin bifikirin. Li ser piştê bû, berê wê li jor bû, rûyê her du hevalên din li wê bûn.

Paçek bi ser rûyê wê ve kiribûn. Bedewiya wê di binê paç de jî dihate dîtin. Ji xwe Halîl jî nivîsek "Çi rûyekî bedew" nivîsî bû. Min gotibû ku me hîs kiribû. Dema ku me vekir ji xwe me fêhm kir. Stu, mil û lingên wê şikestibûn. Her du gerîlayên din bi fîşekê şehîd bûbûn. Bi qasî ku me ji kincên wê fêhm kir fîşekek tenê li milê Bêrîtan ketibû.

Ji kincên wê û deformasyona bedena wê we fêhm kir ku Bêrîtan e...

Ne tenê ji eşyayan. Her du milên Bêrîtan hatibûn girêdan. Dibe ku ji ber ku gelekî şikestibû bi wî rengî kiribûn. Pêşmerge sê cenazeyên gerîla dide gerîlayan. Di nava wan de gotibûn 'gerîlaya xwe ji çiyê avêt ev e'. Bi cîhazê em bi Ş. Nûda re axivîbûn. Gotibû, 'Şûtikek reş û şalek wê heye. Min dabû wê." Piştre ew jî hat û lê nihêrî. Şûtika reş bi milên wê ve girêdabûn. Eynik û sêyê wê şikestibûn. Dibe ku bi ser ve ketibû.

Dixwazim vê bêjim; em 18 kes di nava sê rojan de di bin wê germahiyê de xebitîn. Em hemû bûbûn mîna kesekî. Ji aliyê wijdanî ve em rehet bûbûn. Di nava wê bêdengiyê de dengê Halîl ku gotibû 'Çi rûyekî bedew' dihate bihîstin. Ji ber wê yekê ji bîr nakim.

BÊRÎTAN BÛ FÎLMEKÎ LI MALA HER KURDÎ

Fîlmê Bêrîtan qediya, piştre çi bû?

Fîlmê Bêrîtan dibe ku bi rêya şîrketên mezin neçû her devera cîhanê, li festîvalan nekarî bê nîşandan, lê belê bû fîlmê mala her Kurdekî. Ji nava mirovan, malan, ciwanan belav bû. Û bawerim tişta ku şîrketên belavker ên li cîhanê nikare bike Kurdan ji bo Bêrîtan kirin. Bêrîtan li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û Ewropayê kete mala Kurdistaniyan û dostên wan.

Tevkariyeke mezin da tevgera azadiyê ya Kurd. Mirovên li jiyaneke azad û demokratîk digerin li dora tevgera azadiyê kom kir.

Dema ku ji Halîl re hate gotin ku fîlm bi rengê korsan belav dibe, wî jî digot, 'Ji xwe ev li Bêrîtan tê'. Bi dîtina min jî ya rast ew bû. Mînakek nenaskirina sînoran a şoreşgerî bû. Li dijî zîhniyeteke ku li her derê tevgera azadiyê ya gelê Kurd qedexe dike peyameke wiha dabû: 'Qedexe û sînor li pêşiya xwegihandina me ya li her deverê ne asteng in. Em qedexeyên we, sînorê we nas nakin."

Ya rast vî fîlmî nirxên me yên dîrokî radestî civaka me kir.

HALÎL MÎNA DERWÎŞ BÛ

Bîranîneke xwe ya bi vî rengî jî heye: Hevalekî wî ji Halîl dipirse, "Hevalê Halîl fîlm ewqasî belav bû, çiqas hatineya xwe çêbû?" Halîl jî dibêje, "Nizanim, min nepirsî jî. Ji bo me ya girîng ew nîne. Ya girîng ew e ku bigihêje her cihî." Hevalê wî dibêje, "Qet nebe ji te re kincekî gerîla amade kiribûna."

Ji ber ku Halîl hez nedikir ku kincê nû li xwe bike. Heta ku kinc biçiriya li xwe dikir. Carna me bi zorê kincê wî yê çiriyayî jê dikir. Lê nedida me, diçû li devereke bilind, li cihekî ku mirov xwe negihîne vedişart. Merasîma xatirxwestinê dikir. Ji ber ku di rêwîtiyê de bi wî re bû, ked dabû wî, ew ji germ û sermayê diparast spas dikir. Mirovekî mîna Derwîş bû.

Dirgûngeha gerîla piştî fîlm kincek ji Halîl re şand. Yanî yekane qezenca madî ya fîlm kincekî gerîla bû.

Piştî fîlmê Bêrîtan Halîl ji bo projeyeke din çû Bakur, lê beriya ku projeya xwe pêk bîne şehîd bû. Beriya biçe Bakur heta deverekê min pê re rêwîtî kir. Ji bo wî oxir bike. Ji min re got, "Eger vegerim dixwazim li fîlmên we temaşe bikim." Hestek pê re hebû ku nikaribe vegere. Mînak, senaryoyeke xwe hebû di dest de digot, "Ez bidim we, hûn çêbikin."

Ya rast karên ku piştî Halîl min kir, berpirsyariya min a wijdanî ya ji bo mîrateya wî, ya ji bo tiştên hînî min kiribû.

Bi şehadeta wî re êdî di nava gerîla de hesta "Kes wê êdî li ser me nenivîse, wêneyên me nekişîne, dîmenê me nekişîne" çêbû.

Min bi xwe xwest ku hem wesiyeta wî bi cih bîne hem jî weke evîndareke azadiyê, xwedî li her kêliya jiyanê ya gerîla, ya şoreşgeran derkevim.

Yanî ji bo min peymanek bû ku bêyî Halîl lê di heman demê de her tim bi wî re sînemayê bidomînim. Derhênerî jî hinekî bû mecbûriyet. Min nedixwest, daxwaza min a kamera hîn li pêş bû. Lê belê weke şagirta wî ji bo kevneşopiya wî bidomînim û xwedî li mîrateya wî derkevim min dest bi derhêneriyê kir.

XATIRXWESTINA JI KAMERAYÊ

Em qala projeyên te bikin..

Piştî ku ez salên dirêj li çiya man, tevî Şoreşa Rojava ez hatim cihê ku lê ji dayik bûme. Rewşeke wisa hebû, dema ku ez derhêner bûm min radihişt kamerayê. Ji ber ku tişta yekemîn diket kadraja min, gerîla bû, wekî ku bê wê nedibû. Belkî navê vî tiştî mihafezekarî be. Lê min nekarî ez bikim. Sedem bi tenê ne ev bû ku rûyê gerîlayan negirim. Têkiliya xwe bi dîtina cewhera veşartî ya di nav dilê wan de hebû. Di nav gerîlayan de ez dadiketim vê kûrahiyê û kamerayê ev didît. Belkî kamera wekî alavekê be lê ne wisa ye. Tişta veşartî derdixist holê.

Min bi dest û dilê Xelîl dest bi kamerayê kiribû û êdî min ji xwe bawer dikir. Ji ber dijwarbûna şertan derhênerî pêk hat. Şehadet û wasiyeta wî hebû. Lê dema ku ez li pişt xwe dinihêrim, dibînim ku qada herî ku lê xurt im kamera ye.

Te karibû valahiya ji ber Xelîl dagire yan jî tê dagirtin?

Dema Xelîl hebû, pişta me hemûyan zexm bû. Kêşe zû çareser dibûn. Bêçaretî tunebû. Me tu carî nexistibû bîra xwe ku ew ê rojekê tune be. Em ne amade bûn. Demeke dirêj em di bin vî barî de eciqîn. Psîkolojiya wê giran bû. Me ji xwe dipirsî em ê careke din karibin sînemayê bikin an na. Heke me nekaribûya bikira,bi vî ezabê wijdan em ê çawa bijiyan? Tişta ku wî hînî me kiribû. Me bikira jî divê me ji ku dest pê bikira? Demeke dirêj van tiştan bandor li me kir.

Tişta ku wî ji me re hiştibû bi qasî çiyayan bû. Mesele çêkirina fîlmê gerîlayên kûrye wasiyet û daxwaza wî bû. Ew qehremanên ku gerîlayan ji cihekî dibin cihekî din, divê bihata vegotin. Projeya wî bû. Me piçekî li hev saz kir. Wî gelek materyal li pişt xwe hiştibû, nivîs, mijar, bîranîn.. Tişta ku dihişt em pêş xwe bibînin jî Ew bû. Me cesaretê xwe ji wî stend.

RÊWIYÊN ŞAD

Di sala 2010’an de me dest bi fîlmê Rêwiyên Şad kir. Gelekî zehmet bû. Bandora şehadeta wî li ser me gelek bû. Zehmet bû ku em bêyî wî dest bi karekî bikin.. Ligel vî tiştî jî me bi awayekî serkeftî qedand. Ji ber sedemên cihê, me ew fîlm zêde neda weşandin.

Derhêneriya pêşîn?

Belgefîlma ‘Jiyana min her tim şer bû’ ya li ser têkoşîna Sakîne Cansiz, tecrubeya min a pêşîn a derhêneriyê bû. Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Ewropayê rêxistinkirina wê hatibû kirin. Koma me li hev civiyabû. Hemû xebatkar, derhêner, çêker, kameraman û kedkarên din, peywira wan bi qasî hev bû. Cewhera xebatê, xebata hevpar a koma jinan bû.

Ew fîlm jî wekî jiyana wê bi dijwarî dest pê kir. Rewşeke aloz hebû. Hewldana me ev bû ku em heqê têkoşîna şoreşgereke jin bidin a ku ji bo gelê Kurd wekî dîrokekê ye.

Begefîlm ne zehmet bû? Şaxeke din e ji ber ku..

Fîlmê tê sazkirin nêzî tişta xeyalê min bû. Biryar hebû ku ya Sarayê belgefîlm be. Ji ber wê jî em tengijîn. Ji ber ku belgefîlm şaxeke cihê ye. A rast nîvbelgefîlm e, mirov dikare wisa şîrove bike. Him fîlm e him jî belgefîlm.

Mijara wê giran bû. Dema em qala şoreşgereke wisa bikin nabe ku mirov têk biçe. Zextên wê yê derûnî gelekî giran bû. Komê hemû hêza xwe seferber kir û me xwest em xebateke layîqî wê bikin.

Çima dijwar bû? Ji ber ku di serê hemû kesan da Saraya wan hebû. Bîranînên wan ên cihê hebû û wan ji aliyê ve xwe ew nirxandibûn. Lê Saraya dibe ku ji hemû Sarayên din cihê bûya. Jiyaneke berfireh li pêşberî me hebû. Şoreşgereke jin a dîrokî! Tiştên ku ew ê di fîlm de hilneyên. Tişta ku ji destê me hat, me danî holê.

‘SARAYÊ EZ JI NÛ VE AFIRAND^’

Dema tu îro li pişt xwe binihêrî, tiştên ku tu bibêjî xwezî hene?

Heke min bi aqilê xwe yê niha çêbikira wê cihê bûya. Dema ez fîlmê me dinirxînim ez baweriyê vî tiştî tînim, ez ji hemûyan zêdetir xwe rexne dikim û dikarim şaşiyên xwe bibînim.

Sara gelekî cihê bû divê ez vî tiştî dîsa bibêjim. Tecrubeyên wê ez ji nû ve afirand. Rik, têkoşîn û serhildana wê. Mirov di her fîlmekî de hin taybetiyên qehreman werdigire. Firsendê dide mirov ku, mirov aliyên neyînî bibîne. Kesayetiya wê li derdora te kom dibe û bivê nevê bandorê li te dike. Ji fîlma Sara wêdetir, tişta ji bo min destkeftî ye, mînakên ji jiyana wê. Ez hînî vî tiştî bûm ku ‘Divê mirov di jiyanê de çi ji xwe re bike hedef û çawa bi ser bikeve’ Li hemberî dijwariyan divê mirov bi paş ve gavan neavêje. Ji ber dijwariyê mirov hinî afirandinên nû dibe. Di serê fîlm de di warê hestiyar de ditengijîm. Di her qonaxê de lêpirsîneke nû dest pê dike . ‘Gelo ez bûma min ê çi bikira’ Gelek caran dema encamên min ne wekî yên Sarayê bû, min metoda rêya rast didît. Îro dema ez lê dinihêrim belgefîlma Sara nîvenîv xebateke serkeftî ye.

RÛPELÊN SOR

Bi qasî ku me tu nas kiriye, dema tu fîlmê dikişînî, ji bo projeyeke din jî di warê nivîskî û fikrî de tu amade dibî. Di hişê te de proje hene?

Erê senaryoya di hişê min de, hebû. Ez li fîlmê Rûpelên Sor difikirîm. Ji ber ku Şoreşa Rojava dest pê kiribû û çavê hemû cîhanê li Rojava bû. Fîlm qala tevlêbûna helbestkareke ya nav Şoreşa Rojava dike. Di sala 2016’an de me dest pê kir.

Çîrokeke rastîn e?

Erê. Çîroka helbeskareke jin a bi navê Medya. Şoreş nû bû, şer didomiya. Li Bakur û Rojava şerekî giran hebû. Di navbera du şeran de, me ev fîlm kişand. Ji Nisêbînê dengê şer dihat. Carinan ji bo destê bomberdûmana balefirên şer bisekine, em bi saetan li bendê diman!

Çima Rûpelên Sor?

Ji ber ku jiyana şervaneke helbestkar hebû û di helbestên wê de jî çîroka şervanên ku hebûna xwe dane Kurdistanê. Di wê lênûska helbestan de, rastiya fedaîbûnê ya qehremanan hebû. Vê dîroka ku wan nivîsandibû, dîroka axeke ku xwîna xwe bi ser wê de rijandine. Wisa hatibû nivîsandin, me jî ev tişt ji xwe re kir esas û navê fîlmê xwe kir Rûpelên Sor.

LÎSTIKVAN ŞERVANÊN RAST BÛN

We li kû kişand?

Li Herêma Cizîr a Rojava. Li herêmên Qamişlo, Dêrik, Til Berak û Serêkaniyê. Li hermû herêmên ku şer lê dijwar diqewimîn me dîmen dikişand. Lîstikvanên me ji xwe di wan kêliyan de şervanên ku şer dikirin bû. Yanî şervanên rast bûn. Dema ku rewşek awarte rû dida jî em dirawestiyan, şervan diketin çeperên şer. Tim ev xerî hebû; her kêlî dibe tiştek bi şervanên ku lîstikvan be bên. Ji ber ku em li nava şerê dijwar bûn. Carekî dema em li Qamişlo bû, di navbera rejîmê û YPG’ê de şer qewimî û şervanên ku lîstikvanên me bûn piştî ku vegeriyan û şûnde ji cihê mayî me dîmenên xwe dewam kir.

Huner; dema li cihê zorî tê kişandin, cihê ku ruhê şoreşê lê geş e, li cihê ku dîrok ji nû ve zindî dibe hê zêdetir bi wate dibe. Li aliyekî hunera civakekî hê di nava şerekî germ de paşnexistina wê û bi hev re birêvebirina wê gelekî girîng bû. Ji ber mayîna benda azadiyê, dîsa arambûna herêmê û piştre hunera vê pêşxistin ji bo civakên mîna me tiştekî ku bi israr ji vê revîn bû. Di demekê de ku erka berxwedanê dike, yên ku hunerê jî bikin wê bi erka xwe rabin.

Bi wateyekê ji çiyan derbasbûna bajaran. Çiya di aliyekê de platoyeke xwayî ye. Gelo bajar kar tevlîhev nekir?

Dema li çiyan kişandina fîlmê me xwe li gorî sîstemekê rêkxistibû. Kar wê çawa bê kirin û dîsa wê koordînasyona wê çawa bê birêvebirin rêya me diyar bû. Lê hatina bajar û kişandina fîlm me serû bin kir. Em li bajaran kişandina fîlmê biyanî bû. Ji aliyê wê yê aborî bigire heta rêxistinkirina wê.

Li çiyan her kes li gorî cihê heyî û rastiya wê bû û em jî di nav de. Bi tîmeke 6-7 kesî ji bo kişandina fîlmekê ji bo rêxistinkirina vê kedekî pir mezin dixwest.

Nimûne ji bo fîlîm em ê rêyekê çawa bigirin, dayikekê çawa bikarin ji zaroka wê bikin, zaroka çawa bînin? Ev tiştên wiha me li çiyan em rast nehatibûn û rastiyeke ku nû tevlî jiyana me dibû. Dîsa cara yekê ye gel rewşeke wiha dibîne, li kû dîmen bê kişandin qelebalixiyek zêde kom dibe. Her yek zoriyeke zêdetir bû. Me nedizanî em ê çi bikin. Bi demê re destek pêk hatin, kesên rê û rêbaz nîşanî me da derketin. Ji bîrokrasiya sînemaya bajar ti agahiyeke me li ser tinebû. Bi amadebûna tîma tekînîkê re kar nediqediya. Nimûne tenê xwarina setê bi serê xwe pirsgirêkek bû.

Li çiyan cilên gerîla diyar bû. Cil di sînemayê de bi serê xwe şaxeke û pir girîng e. Ji aksasuwaran bigire heta ziman. Li nava gerîla zimaneke hevpar hebû. Dîsa zimanê civakê hebû, herêmî. Serwerxtbûna ji bo vê lazim bû. Ji kîjan alî ve lê binêrî lê binêre, gelek zehemt bû û diviya bû di nava vê zoriyê de bi ser biketa.

Çek û teqemeniyên rast bikaranîn bi xetere, ma ne metirsîdar bû?

Şerê gelê şoreşgerî bi rê ve diçû. Civakê xwe bi xwe, xwe diparast. Ew wekî leyîstokvanên rast xistana nava filmê û bi karanîna çekên rast karek pir xeter bû. Xeternak bû. Me ev xeterî jî xiste ber çavan. Tiştên em jê tirsiyan bi serê me hat. Şehadet çênebû lê belê birîndarî çêbû. Yek ji leyîstokvanên me yên şervan ji ber vê birîndar bû. Niha pir başe, ji xwe piştre ji nû ve tevlî nava xebatan bû.

Başe ev rewşên wiha nebûn sedem ku tu gavan piştve bavêjî, anku tu ne tirsiyayî?

Di wateya giştî de na!. Ji ber ku me hertim fîlmên şer kişandine. Pêwîst bû berdewam bike. Lê belê weke kesayeta min ew şervanê birindar bûyî çend seat ji emrê min bir. Heta ku min zanî rewşa wî başe, jiyana min rawestayî bû. Fîlmek nabe bihayê ruhê mirovekî. Di dema şer de qeza çêdibin. Ew di xwezaya wî karî de heye, lê belê di dema kişana sînemayê de windakirina mirovekê bi tirsnake. Nayê efû kirin, ji beriya her tiştî tu xwe efû nakî! Gelek giran bû. Ankû tiştek li wî şervanî hatiba wê fîlim jî xilas bibûya. Di heman demê de min jî tu caran fîlm ne dikişand.

SIBE: Wê bîranînên li gel Nûjiyan Erhan a lîstikvanê sereke yê fîlmê Rûpelên Sor, kitekitên fîlmê Şengal û nêrîn û rexnekirinên li ser sînameya Kurdî û cîhanî…