HBDH: Bêbextiyê li kesên deriyê xwe li we vekiriye nekin!

HBDH'ê bal kişand ser karên sîxurkirin û nokeriyê yên dewletê û hişyarî da nokeran, sîxuran û îtirafkaran; "Bêbextiyê li kesên ku deriyên xwe li we vekiriye nekin. Hestên baweriyê yên gel bi xiyaneta xwe gemarî nekin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gel (HBDH) têkildarî kesên ku destê wan ketiye xwîna gel û şoreşgeran daxuyaniyek ji bo hişyarkirinê da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîxurî û îtirafkarî yek ji polîtîkayên rêk û pêk ên dewleta Tirk a faşîst e û hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst û hêzên wê yên ewlekariyê, ji bo sîxurekî, nokerekî ber bi aliyê xwe ve bikişîne, tiştekî ku neke, rêbazeke ku neceribîne nîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dijmin bi çi rengî derkeve pêşiya wan, hêza wan a herî xurt, baweriya bi gel û têkoşînê re ye û hate gotin, "Yên ku kêliya xwe, roja xwe bi şoreşgerî derbas dikin; yên ku hevrêtî, şoreşê û hezkirina gel di dilê xwe de hildigirin, li dijî dijmin dibin mîna kelehê. Her milîtanên ku hêza xwe ji vir digirin û durustiyê ji xwe re dikin esas, xwedî îradeya ji pola ne ku dikarin her cûre rêbazên şerê taybet têk bibin. Her milîtanê dikeve destê dijmin, gotineke bi tenê ya ku kêfa dijmin bîne û zerarê bide nirxên me yên şoreşgerî nabêje, agahiyeke biçûk jî nade. Helwesta me divê bêdengî be û dilsoziya bêdawî ya bi doza azadiyê ya gel re be.

Gotina me ji wan kesan re ye ku ji qadên şoreşgerî qut bûne, hevkariyê bi hêzên ewlekariyê yên faşîst re dikin û destê wan ketiye xwîna gelên me û şoreşgeran. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî xwînê nerijînin sifra gel, bêbextiyê li mirovên deriyê xwe li we vekiriye nekin. Hestên baweriyê yên gel bi xiyaneta xwe qirêj nekin. Werin teslîmî hêzên Tevgera me ya Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bibin. Li şûna ku hûnê tevahiya jiyana xwe bi rengekî bêrûmet dewam bikin û heta kêliya dawî bi tirs bijîn, werin teslîmî edaleta me ya şoreşgerî bibin.

Hêzên me yên şoreşger, wê rojekê teqez, ji bo 'silava Laz Kemal û şoreşgerên ku destê we ketiye xwîna wan, bigihînin' wê li deriyê sîxur û nokeran bixin û edaleta şoreşgerî teqez nîşan bidin."