Hatîmogûllari: Divê êdî çareseriyeke rasteqîn bê peydakirin

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, beriya ku mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê êdî çareseriyeke rasteqîn bê peydakirin û got, "Em li bendê ne ku bêyî encameke nebaş derkeve, gav werin avêtin."

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê didomin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji ajansa me re nirxand.

Hatîmogûllari da xuyakirin, daxwazên berxwedêran ji roja destpêkê ve daxwazên mafdar in û anî ziman, dewletê heta niha ji bo bidawîbûna tecrîdê gaveke rasteqîn neavêtiye. Hatîmogûllari bi bîr xist, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin 194 roj li pey xwe hiştin û got, çalakiya greva birçîbûnê ku bi hezaran kes didominin dibe ku êdî rê li ber xisarên mezin vekin.

Hatîmogûllari bal kişand ser 30 girtiyên ku greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê û got, "Mîna rojiya mirinê grevên birçîbûnê jî kom bi kom dest pê kirin û piştre li girtîgehan hemûya belav bûn û bi hezaran kes tevlî bûn. Bi fikar im; eger hikumet an jî Wezareta Karên Hundir gavekê neavêje wê rojiya mirinê belav bibe. Rewşa heyî, me û malbatên kesên di greva birçîbûnê de ne, dixe nava tirs û fikaran. Ne tenê em, her kesên xwedî wijdan bi fikar in. Divê êdî rayedar dawî li fikaran bîne û tecrîdê ne di gotinê de lê di pratîk ê de bi dawî bike."

'DESTHILATDARIYÊ WELAT XISTE VÎ HALÎ'

Hatîmogûllari işaret bi bêdengî û xemsariya hikumetê ya li pêşberî berxwedana li dijî tecrîdê kir û got, helwesteke bi vî rengî faşîzmê xurt dike. Hatîmogûllari li ser tundiya polîsan a li dijî dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne got, "Dayikên girtiyan niha li her devera welêt ji bo mafê jiyanê çalakiyan dikin. Em dibînin ku bi tundiya giran a polîsan dayik tên kaşkirin. Li Gebze, Amed û gelek deverên din ên Tirkiyeyê tundî li dayikên me dibin. Desthilatdariyê welat xistiye vî halî. Em di demeke wiha de ne ku kîn, hêrs û dijberî gihîştine asta herî bilind."

Hatîmogûllari fikara xwe ya li ser berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê careke din anî ziman û destnîşan kir, berî ku qutbûna hestewarî ji hev çêbibe divê desthilatdarî dawî li tecrîdê bîne û got, "Eger mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin, ev yek wê cihêbûna hestewariyê ya civakê, wê dijberiyê mezin bike. Em bang li desthilatdariyê dikin ku li gorî destûra bingehîn tevbigere. Xavikên spî yên li serê dayikan bi mehan e paqij e û spî ye. Desthilatdarî bi kaşkirinê, bi şîdeta li dayikan hewl dide pê li xavikên wan bikin, gemarî bikin. Tevî kiryarên faşîzan, zext û tundiya desthilatdariyê jî dayik aştiyê diparêzin, mafê jiyanê diparêzin. Hêza desthilatdariya heyî wê ti carî têrê neke ku xavikên spî yên dayikan gemarî bike.

Em banga xwe dubare dikin. Berî ku li girtîgehan û li derve mirov jiyana xwe ji dest bidin divê êdî çareseriyeke rasteqîn were peydakirin. Divê daxwaz bi cih werin anîn û gavên rasteqîn bên avêtin."