Gûardîan: Serkêşê nû yê DAÎŞ’ê El Mevla ye

Rêxistinên Îstîxbaratê yên welatên rojava diyar dikin ku serkêşê nû yê çeteyên DAÎŞ’ê Emîr Mûhammed Abdulrahman El Mevla ye. Ev kes di qetlîama Êzidiyan de rola wî hebû.

Di meha Mijdarê de bi alîkariya hêzên QSD’ê serkêşê DAÎŞ’ê Ebûbekir Bexdadî hatibû kuştin. Tê diyarkirin ku rêxistinên îstîxbaratê yên rojavayî jî piştrast kirine ku serkêşê nû yê DAÎŞ’ê Emîr Mûhammed Abdulrahman El Mevla ye. Di meha Mijdarê de di ANF’ê de nûçeyek hatibû weşandin û hatibû diyarkirin dibe ku ev kes Emîr Mûhammed Abdulrahman El Mevla be yê ku bi navê Abdullah Qardaş jî tê naskirin.

Di The Gûardîanê de hate diyarkirin ku ev kes bûye serkêşê çeteyên DAÎŞ’ê. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku derbarê vî kesî zêde agahî tune û nehatiye piştrastkirin ‘ka dijî’ yan na. Hate diyarkirin îstîxbarata du welatên ku navê wan nehate dayîn, piştrast kiriye ku ev kes bûye serkêşê DAÎŞ’ê.

Nûçeya têkildar: