Girtiyên jin ên di girêva birçîbûnê de bang kirin

Girtiyên jin ên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin ji 27'ê Mijdarê û vir ve li girtîgehên Bakirkoy, Avşîn û Rihayê di girêva birçîbûnê de ne, banga geşkirina piştevaniyê kirin.

Girêva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan were rakirin li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 27'ê Mijdarê dane destpêkirin di roja heştan de didome. Girtiyên jin ên ku pêşengî li girêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin bi rêya telefonê peyam dan.

Di peyamê de ku li ser navê Sevda Yeşîlkaya, Hazîne Alçi, Dîlan Turan û Eylem Ozer hate dayin, salvegera damezirandinê ya PKK'ê hate pîrozkirin, bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin, ji bo şikandina tecrîdê berxwedan were geşkirin.

Girtiyên jin diyar kirin wan bi giyanê yek ji fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager ev berxwedan dane destpêkirin û xwestin ku tecrîda girankirî ku bi salan e li ser Rêberê Gelê Kurd didome zûzûka were rakirin.

Girtiyan bi bîr xistin 2018'an bi vê armancê ew ketine girêva birçîbûnê û çalakiya wan encam daye û gotin, ''Em hazir in ku ji bo Rêber Apo her tiştî bikin, moralê me pir geş e.''

Girtiyên jin gotin girtiyên ku hazir in dest bi girêva birçîbûnê bikin bi kelecaniyeke mezin in û ev ban g li gelê Kurd û dostên Kurdan kirin:

''Li dijî tecrîda li Imraliyê divê her kes rabe ser piyan, ji ber ku Rêber Apo ne tenê yê gelê Kurd, rêberê hemû gelan e. Ev banga me bi taybetî ji bo ciwanan û jinan e.''