Gerîlla 4’ê Nîsanê pîroz dikin

Gerîlla di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jidayikbûna gelê Kurd pîroz dikin.

Li vê kampa gerîlayan tevgerek heye. Di destê sibehê de du gerîla ji bo taştê diçin gîhayan diçinin. Gerîla li ber daran li kuvark, goreşk û alokê digerin. Dema ku gerîla xwe amade dikin, yek ji wan dibêje ‘Dema heval vegerîyan dikarin tevî me tevlî pîrozbahiyê bibin.” Gerîlayên li vê derê ji bo pîrozbahiyê wê biçin qadeke din, ji bo ewlekariya kampê jî înîsîyatîf a kampê ye. Ji ber ku li vê derê 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna nû ye.

Em tevî du gerîlayan bi rê dikevin. Dema em diçin wê qada ku gerîlayên din lê ne, coş û heyecaneke mezin me pêşwazî dike. Gerîla bi dor hev silav dikin û amadekariyên pîrozbahiyê didome. Çalakî bi moral dest pê dike û bi gerandina govendê didome. Gerîlayên wekî rêzeçiyayan li ber hev rêz bûne, wekî guliyên darê xwe dihejînin û bi xurtî pê li erdê dikin. Deng ji ber mekaba wan bilind dibe.

Gerîlla diyar dikin ku bi têkoşîneke watedar, bi tempoyeke wê serfiraziyê bîne divê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin. Yekî ji nav wan dibêje ‘Ji ber ku 4’ê Nîsanê bûye jidayikbûna gelê Kurd, bi rizgarî ev tişt dikare bigihêje wateya xwe ya rastîn.’

Di van rojan de vîrusa Covîd-19’ê dinya daye ber xwe û nîvê dinyayê xwe vekişandiye mala xwe, çareseriyên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo krîza modernîteya kapîtalîstt tê nîqaşkirin. Gerîlayek qala tespîteke bere ya Ocalan dike û dibêje “Li pişt her geşedaneke rê li ber texrîbatê vedike û ji moral hatiye veqetandin, plan û bernameyek li ser maseya zanyaran hene yên ku nayê pirsîn xizmeta çi û kê dikin. Ji be ku zanyarî bêyî etik bi pêş ve diçe, ev dibe bingeha nexweşiyên hemdem.”

Rizgariya mirovayetiyê wê ne bi tenê derbarkirina Covîd-19’ê be, rizgariya rastîn wekî ku Rêber Abdullah Ocalan jî dibêje, “Divê zanyarî karibe exlaqê xwe yê li ser dewletan ava bike û bi derbastkirina modernîteya kapîtalîst ev tişt dikare pêk were.”

Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên ku ji rojbûneke wêdetir wekî jidayikbûna gelekî tê nirxandin. Piştî nîqaşên xurt dar tên danîn ên ku tê wateya jidayikbûnê.  Ekosîstema Kurdistanê ya ku li dijî êrîşên dewleta Tirk her dem geş dibe, berê xwe dide zeftkirina rojê. Gerîla diyar dikin ku wextekê erdnîgariya Kurdistanê gelekî dewlemend bû.

Li ser her teht û daran mirov dikare bandora qetlîaman bibîne. Wekî ku di her biharê de av hemû bendên li ber xwe derbas dike û diherike.Berxwedana kulîlkên daran ên ku li dijî teqemeniyên mezin û şewata daristanê her dem vedikin.

Di nav vê ahengê de gerîla darên gûzan bi hesasiyeke mezin li ser axê diçînin. Di vê roja jidayikbûnê de ev darên gûzan dest bi rêwîteyeke xwe ya bi dehan salan dike.