Gerîlayên YJA Starê: Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gelê Kurd

"Rêber Apo afirînerê civak û jina azad e. Em ê her tim bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Em ê xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd têbikoşin."

4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê tê pîrozkirin. Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya rojê axivîn.

'RÊBER APO RONAHIYA JIYANA AZAD E'

Gerîlaya YJA Starê Çîçek Botan, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelên azadîxwaz pîroz kir û got, "Têkoşîna Rêber Apo hişt ku em li hebûna xwe vegerin û têkoşîna azadiyê bimeşînin. Pergala dagirker koledarî li jinan ferz kir, lê Rêber Apo got 'Jin jiyan afirandiye'. Di şexsê heval Sara de têkoşîna azadiya jinê mezin kir û niha bi hezaran jin şopdarên heval Sara ne. Rêber Apo her tim di nava lêgerînê de ye ku ji bo cîhanê jiyanek azad bafirîne. Bi hebûna Rêber Apo re rêya azadiyê ji bo me ronî bû. Dijmin bi her awayî êrişî Rêber Apo dike, hewl dide ku pêşiya felsefeya azadiyê bigre, lê Rêber Apo bi hêza xwe ya mezin van êrîşan têk dibe."

'JIN BI FELSEFEYA RÊBER APO LI ÇIYAYÊN AZAD TÊDIKOŞIN'

Gerîlaya YJA Starê Sîlvan Amed rojbûna Ocalan li gelan pîroz kir û wiha got; "Ev roj cejna vejînê ye. Bi felsefeya Rêber Apo gelê Kurd jinûve zindî bû û di nava cîhanê de bi têkoşîna xwe cihê xwe girt. Bi coşeke mezin em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Bi bîrdoziya Serok Apo re em bi jiyan û têkoşîna azadiyê re tên girêdan. Jin, bi hebûna Rêber Apo li serê çiyayên azad li hember dagirkeriyê li ber xwe didin. Di pêvajoyeke wiha dijwar de em bi hemû hêza xwe vê rojê pêşwazî dikin û ji Rêber Apo re bibin bersiv. Li pey felsefeya Rêber Apo, me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe digrin. Hezkirina Rêber Apo ya li beramberî jinê dihêle ku em bi vê xweşikbûnê re werin girêdan. Em ê bi hemû hêza xwe li hember êrîşan li ber xwe bidin. Bi ronahiya Rêber Apo em ê bi ser bikevin."

'RÊBER APO JI BO CÎHANÊ HÊVIYA RIZGARIYÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Avesta Slava, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêya rizgariya gelan nirxand û got; "Di rojeke wiha pîroz de Rêber Apo bi taybetî ji bo me jinan rêya jiyanek nû vekir. Di dîrokê de ti kesî ji bo azadiya jinan têkoşînekî wiha nemeşandibû, lê belê Rêber Apo ji bo me bû hêviya rizgariyê. Rêber Apo afirînerê civak û jina azad e. Em ê her tim bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Em ê xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd têbikoşin. 4’ê Nîsanê afirandina jiyana azad e, lewma em ê têkoşîna xwe her mezin bikin da ku xwedî li keda Rêber Apo û şehîdên xwe derbikevin. Li pey şopa şehîdan de em caarek din soza azadiyê didin."