Gerîlayên YJA Starê: Ev ax, ev çiya yên me ne

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku wê êrişa artêşa Tirk a ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê têk bibin û gotin, "Ev ax, ev çiya yên me ne, axa me namûsa me ye."

Pêngava Cenga Heftanînê li ser şert û mercên giran ên zivistanê bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Gerîlayên ku li herêma Heftanînê li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin, ji ANF'ê re axivîn. Gerîlaya YJA Starê Arîn Hîlvan diyar kir ku ew bi biryar in, nehêlin li dagirker li xaka Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê bimînin û got, "Ev ax, ev çiya yên me ne, ax namûsa me ye. Wezîfeya me ya ku em welatê xwe ji dagirkeran biparêzin. Em hêza xwe ya herî mezin jî ji Rêbertî û şehîdan werdigirin."

EM 'PENÇE 3' JÎ DIŞIKÎNIN

Hîlvan anî ziman ku ew xwe ji ti fedakariyê venagirin û destnîşan kir, bi Pêngava Cenga Heftanînê re wê êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk beralî bikin ku navê 'Pençe 3' lê kirine. Hîlvan ragihand ku ew bi ruhê Viyan, Çîçek û Amarayan bi ser artêşa Tirk ve diçin û wê vê yekê bidomînin. Hîlvan got, "Gerîla wê bibe tirsa dilê dijminê faşîst."

NE KURD NE JÎ GERÎLA DIQEDE

Ji gerîlayên YJA Starê Rûken Ezdan diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya şer êriş dike û xwe dixapîne ku wê gerîla biqedîne û got, "Ya rast dawiya xwe amade dikin. Çi dikin bila bikin gelê Kurd jî gerîla jî naqedin. Ji her demê bêhtir em bi biryar in. Ji bo bersivê bidin pêvajoyê em ê xwe ji tiştekî venegirin."